Dosya

Tura Nûçeyan

NUÇEYÊN ROJANE

Tîrmeh 3-10-2015                           

SERNUÇE

AJANS

Duyemîn kongreya YRA’yê destpê kir

Obama: Emê êdî bi YPGê re bixebitin

Xelîl: Pêkhateyên Suriyeyê wê çareseriyê bînin

YPG: Çeteyan du fermandarên Artêşa Azad revandin

Li qontara Çiyayê Kizwanan pevçûnên dijwar

ROJAVA – Balafirên Rûsyayê li nêzîkî Efrînê li ser El-Nusra bombebaran dikin

ROJNAME

Nûneratiya Kantonên Rojava li Moskow tê vekirin

Hevpeymanan 20 hêriş birin ser pêgehên DAIŞ`ê

AJANS

Duyemîn kongreya YRA’yê destpê kir

ANHA

QAMIŞLO – Duyemîn Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi dirûşmeya “Ragihandina Azad Civak û Jiyana Azad e” destpê kir.QAM-KONGIRE-RAGHANDINA-AZAD-1

Kongre îro li bajarê Qamişlo, li Salona Navenda Çand û Hunerê ya Mehemet Şêxo, destpê kir. Di kongreyê de 150 endamên YRA’yê yên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Cizîrê Hekem Xelo, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed, Endamê Bûroya Têkiliyên Dîplomatîk  a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed, nûnerên partiyên siyasî, gelek rojnamevan û kesayet amade bûn

Li salona Kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Çapemeniya Azad Mazlum Dogan, Gurbetellî Ersoz, şehîdên çapemeniyê yên Rojava û pankartên, “Bi ragihandina azad dîrok ji nûve tê nivîsandin”, “Bi ragihandina azad re ber bi civaka demokratîk û azad ve” hatin daliqandin

Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê Melevan Resul xêrhatina mêvanan kir. Piştî xêrhatinê dîwana kongreyê ku ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin

Piştî ku endamên dîwanê cihê xwe girtin, li ser navê YRA’yê Hesen Zana axaftina vekirinê kir Hesen Zaza diyar kir ku di şoreşê de roleke gelekî girîng a çapemeniyê heye û erkên mezin dikevin ser milên rojnamevanan. Zaza got ku ew ê herdem li pey rastiyê bin û bişopînin

Kongre bi axaftinan dom dike

Di kongreyê de wê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Endamê Desteya Rêveber a TEVDEM’ê Aldar Xelîl jî axaftinan bikin. Piştî axaftinan wê rapora xebata YRA’yê ya dema borî bê xwendin, her wiha li ser xebatan wê nîqaş bên meşandin û jibo dema pêş pêşniyar bêne kirin

Di kongreyê de her wiha dê rêziknameya YRA’yê ji bê nûkirin û meclîsa wê ya ji 21 kesan pêk tê, bê hilbijartin

Obama: Emê êdî bi YPGê re bixebitin

Sputniknews

Amerîkayê wan çekdarên perwerde kiribûn, beşek mezin ji çek û cebilxaneya xwe radestî El Nusrayê kiribûn, bi vî rengî zehmeta amerîkiyan vala çûbû

TEHRAN – Îran dixaze nezîkî Serokê Amerîkayê Barack Obama me

Navenda Nûçeyan — Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand, di çarçoveya bernameya perwerdekirin-çekdarkirina dijbereya Sûriyê de êdî dê bi hêzên kurdî (YPG) re kar bikin

Barack Obama di Kesra spî de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, êdî ji vir û pêve dê li cihên ku bernameya perwerdekirin-çekdarkirinê serkeftî be, binêrin û got, mînak; emê bi wan hêzên kurdî yên ku di şerê DAIŞê de serkeftî ne, re kar bikin

Li gorî Serokê Amerîkayê, şerê Sûriyê, şerê Amerîka û Sûriyê nîne, lê şerê gelê Sûriyê û rêjîma hov û dîktator a Sûriyê ye

Tirkiyeyê nave Kurdistanê qebûl kir

Barack Obama li ser Îran û Rûsyayê, ku piştevanên sereke yên rêjîma Sûriyê ne jî got, siyaseta Rûsya û Îranê li Sûriyê ti encamekî bi xwe re nahîne û dê bibe bela serê wan welatan ji ber wê jî divê welatên han siyaseta xwe biguherînin

Obama her wiha anî ziman ku wî ji Serokê Rûsyayê Pûtîn re gotiye, jinavbirina DAIŞê bi sûda Amerîka, Rûsya û tevahiya cîhanê ye û got, lê Pûtîn ferqê naxe navbera DAIŞ û hêzên lîberal ên dijbereya Sûriyê û hemiya terorîst dibîne. Helbet ez vê yekê qebûl nakim

Xelîl: Pêkhateyên Suriyeyê wê çareseriyê bînin

ANHA

AMÛDÊ – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku destwerdanên hêzên navnetewî  yên Sûriyeyê li gorî berjewendiyên van hêzan e, têkoşîna wan li dijî DAIŞ’ê jî bi vî rengî tê dayîn, lê pêvajoya piştî DAIŞ’ê nehatiye zelalkirin. Xelîl got ku ev ne zelalî dibe ku rê li ber şerê navxweyî veke, lewre çareserî ya gelên herêmê ye û got; “Ev îradeya wan heye û gelê kurd serkêşiya têkoşîna demokratîk dike. Em dixwazin beriya pêvajoya piştî DAIŞ’ê, projeya Suriyeya demokratîk pêk bînin

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl derbarê rewşa dawî ya li Sûriye, Rojhilata Navîn, planên ku Rûsya û Amerîka li ser Sûriyeyê dikin û projeya TEV-DEM’ê ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk de ji ANHA’yê re axivî

Geşedan nîşan didin ku tespît û çareseriya me di cîh de ye

Xelîl destnîşan kir ku roj bi roj gelek tişt tên jiyandin û geşedanên dawî yên li herêmê nîşan didin ku hemû tesbîtên tevgera wan kirine û çarseriya wê ya ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê di cih de ne. Aldar Xelîl bibîr xist ku wan di destpêkê de jî gotiye Rojhilata Navîn û Sûriye rewşên şer, pirsgirêkên desthilatdarî û ferdiyetê jiyan dikin, ev yek jî mîna şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û di nav de hemû hêzên navnetewî hene

Xelîl têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Li Sûriyeyê pênaseyek şer heye, ji bilî gelê Sûriyeyê ev şer şerê hemû hêzên navnetewî ye. Ne tenê gelê Sûriye di navberê de bûye qurbaniya vî şerî. Di vî şerê ku li ser navê gelê Sûriyeyê û li ser xaka wê tê kirin de berjewendiyên her kesî hene. Di geşedanan de ev rastî derketine holê. Destpêkê çete derbasî axa Iraqê kirin, navê DAIŞ li wan kirin. Paşê di demeke kurt de li nava xaka Sûriyeyê belav bûn. Paşê dest bi êrîşên li dijî herêmên piraniya wan Kurd in kirin, êrîşên van çeteyan li herêmê aloziyeke mezin çêkirin. Hêzên navnetwî ev bûyer di berjewendiyên xwe de bikar anîn da ku ji xwe re rêya destwerdana di Sûriye de vekin. Li aliyekî din pêşeroja rêjîma El-Baas ku nîqaşa mabûn û çûyînê li ser dihate kirin, niha hemû denge daye guhertin, rêjîmê ji xwe hevkarên ku piştgiriya wê bikin dîtiye. Vê hişt ku çavên her kesî ji ser rêjîmê ve biçin û DAIŞ bikeve rojevê

Îran Suriyeyê birêve dibe

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê da zanîn ku hemû hêz hewl didin destê xwe deynin ser Sûriyeyê da ku rola xwe li herêmê xurt bikin û got: “Hêzên ku destê wan di aloziya Sûriyeyê de hene yên mîna Rûsya û Îran, ji ber geşedanên li herêmê çêbûne, destwerdana xwe li herêmê hinekê zêde kirin. Her kes dizane ku niha rêveberiya Sûriyeyê ji serokatiya wê heta saziyên herî biçûk ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin. Niha ew Sûriye birêve dibin

Noqteya ku hêzan li hev nekirine

Xelîl li ser polîtîkayên Rusyayê yên dawî ku li Suriyeyê dide meşandin wiha axivî: “Rûsya di dema dawî de ku guhertin xistiye helwestên xwe, dixwaze nesîbekî wê li Sûriye hebe. Piştî ku hêzên navnetewî destê wan ketiye Sûriye, Rûsya jî xwest ku li Sûriye bêpar nemîne. Hemû hêz jî niha li ser vê yekê lihev kirine ku dijminê wan ê sereke DAIŞ e. Hemû hevpeymanên hatine kirin jî, bêyî ku pêvajoya piştî DAIŞ’ê zelal bikin, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de ne. Ev jî nuqteya herî ku li ser lihev nekirine. Di dezgehên çapemeniyê de rastî nayên derxistin. Ew tenê dibêjin tu bi rêjîmê re ye an jî li dijî wê ye? Gelo tu piştgiriya opozîsyona Sûriye dikin an na? Lê rastiya heyî bi temamî berovajî vê yekê ye. Her dewletek dixwaze berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriye misoger bike û hin jî dixwazin li Sûriye baragehên xwe yên leşkerî ava bikin. Ev civînên ku tên lidarxistin jî jib o pêşeroja Sûriye û rojên pêş me ne

Helwesta me zelal e

Li hemberî van geşedanan têkildarî helwesta Tevgera Azadiya Kurd a Rojava Xelîl ev tişt anîn ziman: “Em wekî gelê Kurd li herêmê û wekî hêzeke sereke û demokratîk em baş van rastiyan dizanin, baweriya me jî ew e ku çarenûsa Sûriyeyê divê di destê gelê Sûriyeyê de be Tenê ew dikare pêşeroja xwe zelal bike. Divê em zanbin ku hemû hêzên demokratîk ku dixwazin demokrasiyê li herêmê bicih bikin, dê ji bo çareseriyê alîkariya hêzên navnetewî bikin, lê wê bi temamî nekevin bin bandora wan û hertim xeta xwe biparêzin. Wekî gelê Kurd me karîbû li herêmê azadiya biryara xwe biparêzin bêyî ku bikevin bin bandora tu aliyekî. Ev yek di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de baş zelal bû

Gelê kurd aliyekî xurt ê Suriyeyê ye

Aldar Xelîl anî ziman ku gelê kurd di çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê de aliyekî xurt e û wiha dom kir: “Gelê Kurd di roja îroyîn de hêman û aliyekî xurt li Sûriyeyê ye, berovajî hin aliyên opozîsyona Sûriye ku girêdayî hêzên derve ne, lê gelê Kurd û tevgera xwe li Sûriyeya heyî hêman û aliyekî xurt û çalak e. Ev yek hemû bi saya tekoşîna gelê Kurd û xwîna şehîdên me sitratejiya me ya zelal li herêmê ye. Dê roleke xurt û aktîf a gelê Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de hebe

Divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê piralî be

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl bal kişand ku hêzên navnetewî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê lihev kirine, lê di eniyekê de şerê li dijî DAIŞ’ê nayê meşanin û wiha pê de çû: Divê ji gelek aliyan ve were kirin. Dewletên alîgirên Rûsyayê hemû hêza xwe xistine aliyekî, hemû hêzên alîgirên Amerîkayê jî heman tiştî dikin û li aliyekî sekinîne. Hêza demokratîk ku tecrûbeya wê di şerê li dijî DAIŞ’ê de heye, gelê Kurd nûnertiya wê dike, ew jî ji bo parastina xwe bike divê li eniyekê bisekine. Rêjîma Sûriyeyê jî bixwaze nexwaze divê beşdarî vî şerî bibe. Hemû hêzên behsa mijarê çeteyên DAIŞ’ê wekî xetereyeke mezin li xwe  û pêşeroja xwe dibînin, ev yek dihêle ku lezê bidin şerê li dijî van çeteyan

Her pêkhateyek xwe birêve nebe dê alozî derkeve

Xelîl  anî ziman ku bi rêgeza “Her pêkhateyeke Sûriyeyê mafê wê heye ku xwe bi xwe birêve bibe” wê pêngava piştî DAIŞ’ê hêsan û aram be û wiha dom kir: “Lê eger her herêmek rêveberiya wê tune be, dibe ku piştî DAIŞ’ê tevlîheviyên ewlehiyê yên mezin derkevin û dê encamên nebaş bi xwe re bîne. Dibe ku ev yek bihigêje asta şerê navxweyî. Gelê Sûriyeyê bi xwe wekî mozayîkekê ye, li Sûriyeyê pir reng hene. Hin hêzên ku xêra gelê Sûriyeyê naxwazin dibe ku tevlîheviyekê di navbera vî gelê de derbixin, ji ber vê divê gelê Sûriyeyê xwe ji bo vê pêvajoyê baş amade bike. Ev yek jî bi rengê ku her her pêkhateyek xwe bi xwe birêve bibe pêk tê

Em amadekiriyên Meclîsa Suriyeya Demokratîk dikin

Xelîl da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê jî rewşeke demokratîk tê jiyandin û got: “Gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku pêre jiyan dikin xwe bi xwe birêve dibin. Gelên turkmen, asûrî suryanî, ereb, durzî û elewî li ser vê rêyê xwe diparêzin. Bi vî rengî hemû pêkhate dikarin xwe ji çeteyan biparêzin û dikarin di nava xwe de kordîneyekê çêbikin, ji tecrûbeyên hev sûd werbigrin. Ji bo gihaştina vê pêvajoyê me xwe amade kiriye, em hewl didin Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku hemû pêkhate tê de cih digirin, ava bikin da ku em bigihêjin projeyeke çareseriyê û Sûriyeya pêşerojê bê avakirin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku beriya pêvajoya piştî DAIŞ’ê vê projeyê di jiyanê de pêk bînin

Xelîl diyar kir ku dê gotûbêj û daylog di vî warî de werin kirin û di wan gotûbêjan de dê li Sûriyeya pêşerojê lihevkirinek çêbibe, her wiha derbarê makazagon (destûr) û qanûnên Sûriyeyê, makanîzmeya rêveberiyê û şêwazê rêveberiya welat de dê gotûbêj werin kirin

Xelîl got: “Em hewl didin ku bi rêya van nîqaşan xwe bigihînin projeya rêveberiya Sûriye bi hemû ziraviyên wê. Wê proje bi temamî Sûrî be bêyî ku destwerdanên derve li ser çêbibin

Aldar Xelîl di nava gotinên xwe de bal kişand ser zemîn vê projeyê û got: “Gelên Sûriye dixwzin bigihêjin pêşerojeke baştir û dixwazin li welatê wan roj hilê. Her kes bi xîret li ser pêşeroja welatê xwe ditirse. Rûniştina me bi hev re dê vê pêşerojê diyar bike

Li ser pirsa ‘Dê proje ji kîjan aliyan re were pêşkêşkirin û dê kî beşdarî amadekirina vê projyê bibin? Xelîl wiha bersiv da: “Çi kes be, çi aliyên Sûrî be li hundir û li derve dikarin beşdarî amadekirina vê projeyê bibin û tevlî hemû hevdîtin û şêwriandinên dê çêbibin, bibin. Dema hatiye ku hêzên opozîsyonê li ser maseyeke gilover rûnên da ku xwe bi xwe birêve bibin bêyî ku destwerdanên derve li ser çêbibe û çarenûsa Sûriye di destê Sûriyan de be. Hemû hêzên opozîsyonê li ser gelek nuqteyan li hev dikin, dibe sûd ji wan nuqteyên hevbeş were girtin û bibe bingeha diyalogoke Sûrî giştî û berfireh da ku pêşeroja welat were parastin. Divê em zanibin ku nuqteyên ku li ser negihiştine hev û nerînên cuda cuda hene, lê ev nuqte nikarin rê li ber van hêzan bigrin ku bigihêjin hev

YPG: Çeteyan du fermandarên Artêşa Azad revandin

ANHA

HELEB – Fermandariya YPG’ê ya Helebê kiryara çeteyan revandina du fermandarên Artêşa Azad bi daxuyaniyê şermezar kir û bang li hemû hêzên Helebê kir ku li hemberî van kiryaran berpirsyartiyên xwe bicih bînin

Wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel a bajarê Helebê li hemberî kiryara tirsonek a çeteyên El-Nusra û Tugaya El-Sultan Murad ku du fermandarên Artêşa Azad revandine, daxuyaniyek nivîkî da raya giştî

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye

Çeteyên El-Nusra û Tugaya El-Sultan Murad ku herdu birayên fermandar ên Artêşa Azad ên bi navên Hisên Ferec û Yehya revandin

Wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel a bajarê Helebê em ev kiryara tirsonek a çeteyên El-Nusra û Tugaya El-Sultan Murad ku ji aliyê dewleta Tirk ve piştgiriyê digrin bi tundî şermzar dikin

Em bang li hemû hêzên leşkerî yên Helebê dikin ku li hemberî van kiryaran berpirsyartiyên xwe rakin û sînorekî ji van çeteyan re deynin. Armanc ji van kiryaran ew e ku şoreşa Sûriye were binpêkirin

Li qontara Çiyayê Kizwanan pevçûnên dijwar

ANHA

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku piştî hêzên wan bajarê Hesekê rizgar kiriye, çeteyên DAIŞ’ê êrîşa herî dijwar li hemberî gundên Çiyayê Kizwanan lidar xistiye, lê ev êrîş hatiye şikandin û 28 çete hatine kuştin. Di van pevçûnan de 7 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn

Çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên siharê de li hember gundên Bediî, Xerra, Xara, Til Hemam û Cefrê çarxerêya gundê Bediî yên dikevin bakûr rojavayê çiyayê Kezwanan û Izea ya quntara çiyayê Kezwan êrîş lidar xistin

Ev êrîş, êrîşên herî dijwar ên ji serê meha Tebaxê ya ku hêzên me êrîşên çeteyan a li hember Hasekê şikandibûn û bajer bi temamî rizgarkiribûn e. Li hember van êrîşên çeteyan a ku demekî direj e amedekarî dikirin hêzên me bi bîryardariyekî mezin liber xwe daye û derbeyên giran li çeteyan xistine

Komên çeteyan li hemberî sawamaye (depoya genim) gundê Xerra bi maşînekî bombebarkirî, li hember gundê Til Hemam jî bi motorsîkletek êrîşên xwekujî lidarxistin. Hêzên me maşîneya bombebarkirî û motorsîklet ji dûr ve teqandin û ruxandin. Dîsa komên çete yên êrîşî gundên Xerra Xara, Cefr û Bediî, dîsa çarxê rêya Bediî-Alya kiribûn jî ji aliyê hêzên me ve hatin dorpeçkirin Zedetirî van çeteyên êrîş lidarxistin hatine tune kirin

Hêzên me di çarxerêya Bediî-Alya panzerekî çeteyan ruxandin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 7 çete bi awayekî mirî hatiye bidestxistin. Di şerên dijwar ên li qadê de 3 hewrêyên me yên bi lehengî şer dikirin gihîştin şehadetê

Di şerê gundê Xerra de jî 10 çete bi awayekî mirî hatine bidestxistin. Di şerê vî gundî de 4 hewrêyên me yên bi lehengî şer dikirin jî gihîştin şehadetê. Li gundê Xara jî hêzên me 11 çete bi mirî bi destxistin

Di şerên hîn jî di çar cihan de berdewam dikin de heta niha 28 çete bi mirî hatine bidestxistin, panzerek, maşînekî teqemenî barkirî û motorsîkletêk hatin ruxandin

ROJAVA – Balafirên Rûsyayê li nêzîkî Efrînê li ser El-Nusra bombebaran dikin

Sputniknews

Balafirên Rûsya li nêzîkî Kantona Efrînê operasyon pêk anîn û bingeheke Eniya El-Nusra bombebaran kirin

Salih Mislim: Rûsya nahêlê Tirkiye midaxelaya Sûriyeyê bike

Efrîn — Piştî derbasbûna nava Sûriyê û destpêkirina êrîşan li dijî DAIŞê û komên radîkal, balafirên Rûsya vê carê êrîşî bingeheke çekdarên Eniya El-Nusra li nêzîkî herêma Efrînê ya Rojava kirin

Li gor agahiyan, balafirên şer ên Rûsya îro êrişî gundê Qîlê Foqanî yê girêdayî navçeya Etma li parêzgeha Idlibê kirin, ku di heman demê de ew dever nêzîkî navçeya Cindrêsê ya girêdayî herêma Efrînê ya Rojavayê jî ye

Derbarê zirarên çekdarên Eniya El-Nesra piştî êrişên îro yên balafirên Rûsya de hêj ti agahî nayên zanîn

Eniya El-Nusra yek ji komên tundrew e li Sûriyeyê ku bi awayekê fermî girêdana xwe bi rêkxistina El-Qaîdeyê re ragihandiye û gelek navçeyên Sûriyeyê û bi taybetî piraniya navçeyên parêzgeha Idlibê di bin kontrola wê rêxistinê de ye

ROJNAME

Nûneratiya Kantonên Rojava li Moskow tê vekirin

XENDAN

Moskow – Di demekê de ku, Firokên Rûsya dest bi bombebarankirina bargehên çekdarên terorîst yên DAIŞ`ê li Sûriye kiriye, Moskow bi fermî daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku nûnerayetiya xwe ku Rûsya vekin

Şêwirmendê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sûhanok Dîbo li Moskow di daxuyaniyekê de bo Azadî TV ragihand ku, Hikûmeta Moskow daxwaz ji wan kiriye ku, Knatonên Rojava nûnerayetiya xwe bi fermî li bajarê Moskow vekin

Dîbo got: Rûsya hizar paşeroja Sûriyê dike lewra dest bi operasyonan li Sûriyê kiriye

Hevpeymanan 20 hêriş birin ser pêgehên DAIŞ`ê

XENDAN

Hêzên Hevbeş yên Hevpeymaniya Navdewletî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, firokên hevpeymanan îro 20 hêriş birine ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê ku 12 hêriş li Îraq`ê û 8 hêriş jî li Sûriyê hatine encamdan

Hêzên Hevbeş yên Hevpeymaniya Navdewletî îro di daxuyaniyê de aşkere kir  ku, firokên hevpeymanan îro 20 hêriş birine ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê ku 6 hêriş li nêzîkî bajarê Hewîce hatine encamdan û çend hêrişên din ji li nêzîkî 8 bajarên Îraq`ê hatine encamdan ku têde yekîneyên tektîkî û otomblk û pêgehên din yên DAIŞ`ê armanc hatine girtin

Li gor daxuyaniyê 8 hêrişên din li Sûriyê hatine encamdan ku 6 ji wan li nêzîkî bajarê Hesekê hatine encamdan û ziyanek mezin gihandine yekîneyên tektîkî û otombêlên  DAIŞ`ê

                                NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

NRLS

3-10-2015

Back to top button