Nûçe

Muslim: Kurd wê ligel her kesê li dijî DAIŞ şer bike mil bi mil bin

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim da xuya kirin ku êrişên balafirên Rûsya li dijî rêxistina terorê DAIŞ û hevrêyên wê li Sûriyê pêngaveke başe.

Salih Muslim di hevpeyvînekê li gel rojnama Al-Monîtor bi teybet êrişên Rûsya li dijî DAIŞ û pêşketinên dawî li Sûriyê nirxand. Muslim ragihand ku Kurd wê mil bi mil ligel her aliyekê ku şerê DAIŞ û hişmendiya wê bike bin û da xuya kirin ku wan ev yek ji DYE re jî gotine.

Derbarê pisra ku Rûsya piştgiriyê dide rêjîma Sûrî û desthilatdariya Beşar Esed, Hevserokê PYD`ê da xuya kirin ku Rûsya ji destpêkê ve piştavî li rêjîma Sûrî dike û wiha pê de çû: Lê em ne bawerin ku Esed wê weku berê li ser desthilatdariyê bimîne, dibe ku demkî bimîne û ev yek di heyama pêvajoya diyalokê de be , lê wê ti carî gelê Sûrî  hebûna Esed demek dirêj li ser desthilatdariyê nepejrîne û pesend neke.

Derbarê rewşa Sûriyê bi giştî Muslim daxuya kirin ku wê ti carî çerx paşve venegere, rewşa nû ya Kurd bûye rastiyek û ragihand ku ew weku Kurd çi li hemer rêjîmê yan hêzên cuda be dikarin xwe biparêzin û bergirî li xwe bikin, Hevserokê PYD`ê got: Eger ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê hewldanek hebe, divê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên cuda yên etnîk û olî li Sûriyê hembêz bike û pêwîste ev yek bi serpereştiya NY be.

Muslim di hevpeyvînê de her wiha bang li civaka navnetewî kir ku Rêvebiriya Xwesera Demokratîk li Rojavayê Kurdsitanê nas bike û got: Em xudî Rêbeviriyeke Xweser a Demokratin divê bête nas kirin û ji bo ev yek bê kirin emê her di nava xabetê de bin. Bê pirsa Kurd çareser bibe ti carî pirsa Sûriyê çareser nabe.

Li ser pirsa nerazîbûna Emerîka ji ber bombebarana balafirên Rûsya bi ser baragehên Eniya El-Nusra û Tevgera Ehrar El-Şam, Muslim diyar kir ku ew ji aliyê xwe ve di hizrê de ne, ku wê ti carî Emerîka ne li dijî bombebarankirina baregehên rêxistinên terorê be, ji be rev rêxistin ligel DAIŞ xudî hemen hişmendiya tundrewin û bibîr xist ku Eniya El-Nusra di nav lîsteya terorê ya Emerîka de cih digre.

Hevserokê PYD`ê her wiha ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê, bang li Emerîka kir fişarê li Tirkiyê, Qater û Siûdî Erebistan bike û da xuya kirin ku ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê divê bi şûweyekê rêkeftinek di navbera Rûsya û Emerîka de lidarkeve.

Bi polîtîka Tirkiyê ya rewşa Sûriyê ve girêdayî , Muslim da xuya kirin ku polîtîka Tirkiyê ya Sûriyê îflas kirî, Tirkiyê hewldide destwerdan li Sûriyê bike û herêmeke tampon avabike, lê hevpeyama bergiriya hevbeş a di navbera Sûriyê û Rûsya de lidare wê rê li ber her hewldaneke Tirkiyê bigre, Muslim her wiha da xuya kirin ku divê Tirkiyê li berember Kurda li Sûriyê bêtir xudî helwesteke nerm be û ragihand ku ew weku Partiya Yekîtiya Demokra amadene li gel Tirkiyê di nav diyalokê de bin.

N.R.PYD`ê li Ewropa

Ş.Mamo

Back to top button