DosyaManşêtNûçeyên Lezgîn

Dem hatiye ku Swêd û Ewropa lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin

Bûyera kû hêla doza gelê Kurd bi dehsalan ji azadiya xwe dûr bimîne û tevgera wê ya Azadiyê bikeve nava Lîsteya Terorê doza kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme bû. Dewlta tirk, Almanya û hinek ji çapemeniyên Swêdê ew salên despêkê yên çêbûna doza azadîxwaziya gelê Kurd kirin armanc û karîn gelê Kurd yê bê xwedî û tekoşîna wê ya nû pêkhatî reş bikin, çalavanên wê zîndanî bikin û li dinyayê jiyanê lê tarî bikin. Mixabin gelek sal weha bihûrîn lê dîsa rastî kê jî be derket holê.

Piştî 34 salan îro hate ragihandin bê kê Olof Palme kuştiye. Di civîna çapemeniyê ya doh 10 Hezîr de berpirsê dosya Palme serdozger Krister Petersson got kujer Stig Engström e, ew weke Skandiamannan dihate naskirin. Berê ew kesê kû Olof Palma kuştî wê demê li avahiya Skandiya nêzîkî cihê Kuştina Olof Palma kar dikir û berê jî hinek nivîskaran jî ew weke kujerê muhtemel dabûn nasandin. Herweha çend caran weke şahidê bûyerê gotinên wî hatibûn girtin. Ji ber kû kujer berî çend salan miriye dosya herî mezin ya dîroka Swêdê ya kuştina Palme tê girtin. Lê li gerek dike kû mirov mirina Kujer Stig Engström jî baş lêkolîn bike ji ber kû bê nasîn ka çi hêzên reş li pişt wî hebûye, bûye sedema kuştina Serok Wezîrê Swêdê.

Dozgeriyê dosya Palme bi vî rengî girt. Niha dem hatiye ku Swêd û welatên Ewropayê, ji ber ewqas êşên bi hinceta vê bûyera kuştinê anîn serê Kurdan, lêborînê ji Kurdan bixwazin.

Kurdên li Swêdê, sala 1982’an dema ku Olof Palme bû serokwezîr digotin ‘êdî parêzerekî me heye ku wê me biparêze’. Heman salê bi pêşengiya Palme gelek welatên Ewropayê ji ber zilma ku li Kurdan dike li Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kiribûn.

Palme ku ji aliyekî ve ketina tankên Sowyetê li nava Pragê şermezar dikir, li aliyê din bombardûmana DYE’yê ya li Vîetnamê dişiband komkujiyên ji aliyê Naziyan ve hatin kirin, li Ewropayê jî rejîma dîktatoor Franko û cûntaya Yewnan bi gotinên tund rexne dikir, alîgirê bêçekbûna nukleerî bû. Ji nêz ve bi Kurdan re eleqedar dibû ku piştî sala 1980’î nifûsa koçberên Kurd a li Swêdê zêde bû.

Olof Palme 12’ê Tebaxa 1980’î di hevpeyvîna xwe de ya li rojnameya Aftonladetê hate weşandin ji bo Kurdan wiha digot: “Em kurdan weke gelekî ku xwedî nasnameya xwe ya neteweyî ye dibînin. Û ev yek jî ferz dike ku divê ew çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Divê bi rêya hevdîtinê û rêbazên aştiyane ev yek pêk were. Lewma pêwîste mirov êşa gelê Kurd fêhm bikin û piştgiriya têkoşîna wan bikin.” Olof Palme ku ji rojnamevan-nivîskar Mahmût Baksî re axivî, di hevpeyvînê de dûr û dirêj qala têkoşîna Kurd û Kurdistanê dikir.

Di sala duyemîn a serokwezaretiya Palme de PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an dest bi têkoşîna çekdarî kir û bala herêmê û cîhanê kişand ser xwe. Dewleta Tirk a ku kete bin şoqa 15’ê Tebaxê, yekser Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) xiste dewrê. Hevdîtinê ji bo tepisandina serhildana çekdarî ya Kurdan di Cotmehê de li NATO’yê dest pê kir, di dawiya sala 1984’an de wê bi encam bûna.

‘Serkêşên mezin’ ên NATO’yê Elmanya, Îngilistan û DYE’yê di têkoşîna dijî PKK’ê de derfetên leşkerî, siyasî û aborî pêşkêşî dewleta Tirk kirin. Elmanyayê dest bi pêşkêşkirina çek û wesayitan ji bo rejîma Enqereyê kir. DYE’yê jî konsepta ‘tepisandina têkoşînên azadiyê’ yên li Latîn Amerîkayê yekser radestî Daîreya Şerê Taybet a Tirk kir.

PÊVAJOYA BER BI KUŞTINA PALME VE…

Li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd êdî tevî şerê germ ê hundir, li derve jî şerê psîkolojîk wê ketibûya dewrê. Kontrgerîla, JÎTEM û Gladîo wê bibûna rûpelên nû yên şerê li Kurdistanê. Tevgera Kurd jî di 21’ê Adara 1985’an de Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) ragihand û bi vî rengî giranî da ser jin, ciwan, karker, rewşenbîr û dîndaran. Stasyona herî girîng a ERNK’ê bêguman karker û koçberên Kurd ên li Ewropayê bû.

Dewleta Tirk jî wê destvala nesekiniya, ji bo fetisandina tevgera nû wê berê xwe bidabûya Ewropayê. Hedefa sereke jî kêmkirina dostên gelê Kurd bû. Bi vê armancê destpêkê Olof Palme kir hedefa xwe. Destpêkê MÎT’ê bi rêxistina îstîxbaratê ya Swêdê SAPO re têkiliyeke xurt danî, bi destê SAPO ji sala 1984’an û pê ve raporên bi xwe çêkirî yên li dijî Kurdan amade kir, paralelî vê yekê li nava medya Swêdê li dijî Kurdan atmosfereke dijber afirand.

Di 23’ê Cotmeha 1985’an de Serokwezîrê Tirk ê wê demê Tûrgût Ozal bi Palme re hevdîtineke dûr û dirêj kir, ji bo Palme dest ji parastina Kurdan berde. Hewl dida Palme bike dijberê PKK’ê. Salên 1984-1986 ji bo dîasporaya Kurd pêvajoyeke zor û zehmet bû. Li gorî Şoreş Reşî ku ev pêvajo di pirtûka xwe ya bi navê ‘Palme, PKK û Gladio’ de vegot, antî propagandaya ku beriya kuştina Palme li Swêdê hate kirin û armanca komployên wê demê ew bû ku bala raya giştî bikişînin ser PKK’ê. Ji bo vê jî SAPO’yê hin kesên ji PKK’ê qut bûn bi kar dianî. Di rojên destpêkê yên sala 1986’an de Midûrê Giştî yê Emniyeta Swêdê Hans Holmer li dijî PKK’ê gotinên gelekî giran kir û ev gotinên wî jî di medya Swêdê de hatin weşandin.

FATÛRE LI GELÊ KU PALME GELEKÎ JÊ HEZ DIKIR HATE BIRÎN!

Di êvara 28’ê Sibata 1096’an de li Swêdê û welatên din ên Ewropayê qurbanek amade bû. Wê êvarê Olof Palme tevî hevsera xwe dema ku ji salona sînemayê derket, ji pişt ve yekî gule berda wî û ew kuşt. Balkêş bû ku fatûreya vê bûyera kuştinê wê li gelekî bihata birîn ku Palme gelekî ji wan hez dikir. Hefteyek piştî bûyera kuştinê avêtin ser malên welatparêzên Kurd, gelek Kurd hatin girtin û birin qereqolan. Di vê demê de li dijî Kurdan li Swêdê pêleke giran a girtinê dest pê kir. Vê yekê li Elmanyayê dewam kir. Di 15’ê Tebaxa 1986’an de ji Kurdistaniyên ku xwestin li Dûîsbûrgê Newrozê pîroz bikin 800 kes ji aliyê tîmên taybet ên bi çekên giran hatin lêpirsîn. Hate îdîakirin ku plansazê sereke yê vê bûyera kuştinê Cemîl Bayik û Abdullah Ocalan in û wê tevlî Newrozê bibin û biaxivin.

Hin saziyên medya navendî yên Swêdê û rojnameyên Tirk ên mîna Hurriyetê ev bûyera kuştinê xistibûn stuyê PKK’ê. Bi vê kuştinê re lîderekî ku hêzên global zêde jê hez nedikirin ji holê hate rakirin. Lê rewş ji bo Kurdan hîn girantir bû. Kurdan lîderek ji dest dan ku li qada navneteweyî mafê wan bi xurtî diparast. Berpirsyariya bûyera kuştinê xistin stuyê PKK’ê û bi vî rengî jî operasyonek ji bo reşkirina Kurdan dest pê kir.

Aliyekî din ê bûyerê wiha bû: di halê hazir de ‘sûcdar’ hatibû dîtin û pêwîstî bi tevdana bûyerê nebû. Ji ber vê yekê jî di salên derbasbûyî de pêwîstî pê nehate dîtin ku mijê li ser bûyerê bê belavkirin. Halbûkî hîn ji roja destpêkê ve her kesî zanîbûn ku ti eleqeya Kurdan bi bûyera kuştinê re nîne. Di 15’ê Cotmeha 1986’an de parlamenterê Partiya Komunîst (VPK) Jorn Svensson li Parlamenta Swêdê wiha axivî:

“Piştî kuştina Palme bi taybetî çapemeniya Tirk û Elman bi israr hewl dan sûcdarekî peyda bikin û yekser peyda kirin. Sûcdar Kurd bûn. Daxuyaniya destpêkê ya li Swêdê hate kirin dûrî aqil bû. Dihate gotin ku kujer ber bi taxeke ku koçber bi giranî lê ne reviya. Ev nepêkan e. Sûcdarkirina PKK/Apoyiyan karekî hêsan bû, ji bo Kurdan bikin hedef.

Bûyereke din a kuştinê ya wê demê li Swêdê rû da û ‘gefên’ li Palme dihate xwarin ji bo sûcdarkirinê dibû sparteyek. Kurd bêxwedî-bêparastin bûn. Ne çapemeniyeke xwe ya xurt hebû, ne jî dîplomasiyeke xwe ku karibe pirsgirêkê li cîhanê biparêze. Bi taybetî ev yek ji bo Kurdên li Swêdê barekî giran bû. Çapemeniya Swêdê jî -bi taybetî rojnameyên Svenska Dagbladet û Expressen- bi rengekî bêberpirsyarî tevlî kampanya reşkirinê ya çapemeniyên Tirk û Elman bûn. Polîsên Swêdê jî bi rengekî bêrehm daxuyanî didan ku nerazîbûna raya giştî bikişîne ser Kurdan.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî çend salan di sala 1997’an de di hevpeyvîneke xwe de ya li MED TV têkildarî bûyerê wiha digot: “Eşkere ye ku Palme ji aliyê DYE’yê ve jinedîtî ve hat û bû qurbanê bûyereke kuştinê ya ku Thatcher, Kohl û TC’ê bi rengekî çalak piştgiriya bûyerê kirin. Gelo çima pêwîstî pê dît ku vê yekê bixin stuyê PKK’ê û Kurdan? Xwestin bi kevirekî li çend çivîkan bixin! Ya ku em jê bi fikar in ev bû: Wê Kurdekî serserî bidîta, bi wî bida gotin ‘Min ew kuşt’. Min yekser wê êvarê got, em ê Palme bilind bikin. Palme yekane Ewropiyek e ku li dijî Kurdan helwesteke dijminane nîşan neda. Em bi rêzdarî li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin û min got ku vê belavokê binivîsînin.”

Ev belavoka ku Ocalan qala wê kir 3’ê Adara 1986’an li Elmanyayê bi navê PKK’ê hate belavkirin û dihate gotin, “Kuştina Palme komployeke navneteweyî ye.” Lê belê tevî gelek daxuyanî û belavokên bi vî rengî yên PKK’ê, bûyera kuştina Palme li dijî Kurdan veguherî kampanya û komployên reşkirinê. Di serî de li Swêdê û Elmanyayê veguherî operasyonên girtina şoreşgerên Kurd ên li Ewropayê.

Piştî 34 salan doh Serdozgeriya Swêdê bi rengekî fermî ragihand ku kujerê Palme Swêdiyekî bi navê Stîg Engstrom e ku di sala 2000’î de mir. Dozgeriyê dosya Palme bi vî rengî girt. Niha dem hatiye ku Swêd û welatên Ewropayê, ji ber ewqas êşên bi hinceta vê bûyera kuştinê anîn serê Kurdan, lêborînê ji Kurdan bixwazin.

Çavkanî:

– “Palme, PKK û Gladyo”, Şoreş Reşî, Weşanên APEC’ê
– Arşîva sala 1986’an a rojnameya Kurdistan Presse
– Arşîva rojanmeyên Serxwebûn û Berxwedan

 

Back to top button