ÇalakîManşêtNûçe

PYD li Reqa Şehîd Xalid Kutî bi bîr anîn

Partiya Yekîtiya Demokrat li Reqa bi hevrêziya  Partiya me li Girê Spî û Ên Îsayê re Şehîd Xalid Kutî bi bîr anîn.

Duh şandeke ji Partiya me a Reqayê û  Partiyê me li Girê Spî serlêdana malbata ş. Xalid Kutî kirin û bi bîr anîn.

Di destpêkê de jibo bîranîna şehîdan  deqeyek rêz ji bo giyanê hate girtin.

piştre endama meclis apartiyê a giştî  a Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl axaftinek kir  û Li ser jiyana Şehîd Xalid û fedakariya wî ya ji bo têkoşîna    wî di damezrandina ofîsa Girê Spî de û rêhevaltiya wî ya fedekarî  ji bo serkeftinê hebû.

Her wiha Bêrîvan anî ziman Şehîd Xalid di 1’ê Gulanê de beriya 7salan, di cejna karkeran de  tevlî karwanê Şehîd bû.

Piştre jî axaftinek din ji  hêla  Hemdan El-Ebd  endamê meclisa giştî ve hat kirin û Şehîd Xalid bi bîr anî û sersaxî ji malbata Şehîd re xwest.

Di dawiya bîranînê de wêneyê Şehîd ji aliyê Partiyê ve pêşkêşî malbata Şehîd Xalid hate kirin û tevlîbûna Şehîd di nava karwanê Şehîd de li malbata Şehîd hat pîroz kirin.

Back to top button