Dosya

Ocalan qala Îmraliyê dike – XVII

“Ya rastî, li giravekê li girtîgeha yek kesî ya dixwazin di şexsê min de mehkûm bikin Kurdîtiya azad e. Li Îmraliyê, polîtîkayên rojane têne bicihanîn, sîstematîk in.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘ŞARISTANÎ-Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske-’ qala pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê dike. Em beşa 17’an bi we re parve dikin:

Derketina derveyî sînorên Komara Tirkiyê welê di encama berxwedaneke bi heybet de çênebû. Çend tehlîlên çepgirî li ser pirsgirêka neteweyî hebûn û mirovan bi awayekî dogmatîk ji wan bawer dikir. Ji bo karibin bijîn, em ji wan re li cihekî digeriyan. PKK’ê li Rojhilata Naverast ji valahiyên sîstemê encam girt û jixwe ji vê yekê zêdetir jî ne xwedî şensekî din bû. Lê dîsa jî divê mirov piçûk nebîne, wê karîbû weke dijberê sîstemê li Rojhilata Naverast hebûna xwe û pêşketina xwe dewam bike.

TIRKÎTÎ LI SER NAVÊ XWE NE DIKARE ŞER BIKE NE JÎ AŞTIYÊ

Ji bo karibe xwe mayînde bike di serî de çiya û berxwedana çekdarî ji aliyê encaman ve gelekî girîng in. Ji bo Kurdan jî her diçû dihat wê maneyê ku êdî polîtîk dibûn. Ji hevkarên klasîk vediqetiyan û cara pêşî alternatîfeke azadiyê dihat fêhmkirin. Ne rejîmên despotîk ên ji serdama navîn a klasîk mabûn, ne jî dewletên netewe yên qaşo hemdem ên bi ser movikên wan ve bûne, ne li benda gavavêtinek welê bûn û ne jî karîbûn qebûl bikin. Ji ber vê, mirov fêhm dike ka çima Kurdên hevkar, hem jî dewletên netewe yên herêmê û hegemonên emperyalîst têgihiştina ‘PKK rêxistineke terorîst e’ ferz kirin. Kurdê azad, bi ferd û civaka xwe bi tevahî tiştên wan heta wê rojê jiberkirîbûn xira kir. Îdeolojiya fetihkar a Îslamê û îdeolojiya milletparêz a lîberalîzmê ji zû ve Kurdîtî ji deftera xwe derxistibûn û li derveyî dîrokê dihesibandin.

Ya rastî, li giravekê li girtîgeha yek kesî ya dixwazin di şexsê min de mehkûm bikin ev Kurdîtiya azad e. Li Îmraliyê neh sal in, polîtîkayên rojane têne bicihanîn, sîstematîk in. Eger em van polîtîkayan tenê weke polîtîkayên li girtîgehên Tirk bibînin, ev yekê rê li ber xwexapandinên girîng veke. Di heman demê de ev yek wê bi xwe re hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkan polîtîkayên tiştekî çareser nakin biafirîne û rê li ber şer veke.

Lê min ev jî fêhm kir, Tirkîtî ne dikare li ser navê xwe şer bike, ne jî aştiyê bike. Rola ku Modernîteya kapîtalîst dayê, jendermetî, notirvanî û gardiyantî ye, gelê Tirk jî di navê de ji bo ku tevahiya gelên Rojhilata Naverast li zor û mêtingeriya sîstemê veke. Hem di nava Ewrûpayê de, hem jî ji derveyî wê, çandên Tirkiye û Anatoliyê bi sing ve girêdane ji bo wan gelekî girîng in. Polîtîkayên têne meşandin welê ji rêzê nînin. Polîtîka û stratejiyên behsa wan tê kirin gelekî hûrûkûr û bi firehî di binî re û bi hev re dimeşînin. Çi NATO û çi jî têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê, mirov dikare herduyan di vê çarçoveyê de baştir fêhm bike.

 

DADGEHKIRINA MIN A PÊŞÎ LÎSTIKEK BÛ

Dabaşên heta vir min hewl da behsa wan bikim jî têra xwe nîşan didin eger ez hûrûkûr li modernîteya kapîtalîst serwext nebim, ez ê nikaribim bi awayekî manedar xwe biparêzim. Eşkere ye, parastina xwe bispêre stûnên huqûqê yên hişk wê zêde manedar nebe. Helwesteke stratejîk û polîtîk a seresere wê nikaribe nîşan bide ka çima ser pêvajoya ‘Jinûvedadgehkirinê’ tê girtin. Têgihiştina jinûvedadgehkirinê ji bo çareseriya Kurdîtiyeke azad zelal bike girîng e.

Li dijî dadgeriya Tirk a ji bo temaşeyê pêngava min a bi navê ‘Komara Demokratîk’, parêznameyên min ên berfireh ên di doza DMME’yê de yên bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve’ û ‘Parastina Gelekî’ di cewherê xwe de hewl didan ku dadgerî û demokrasiyeke rastî bidin fêhmkirin. Armanca van parêznameyên min jî ew e ku ez ‘modîrneteya kapîtalîst veguherînim pirsgirêkekê û wê li dûv xwe bihêlim’, hem sîstema siyasî ya demokratîkbûyînê, hem jî bi maneyeke dewlemend têkiliya wê ya bi alternatîfa çareseriyê destnîşan bikim. Ji lewra jî ev yek careke din taybetmendiya parêznameyên min ên temamker û yekpare radixe ber çavan.

Min gotibû; li Îmraliyê dadgehkirina min a pêşî lîstikek bû. Ya rastî, şert û mercên mirov xwe biparasta tinebûn. Her tişt berê hûrûkûr hatibû pîlankirin. Roja wê biryar bihata dayîn, ji taybetmendiyên dadgerê hatibû neqandin bigirin heta ji kîjan deverê ye, kesên tevlî rûniştina dozê bûn, dem û çapemenî, şêwazê bikaranîna dozê ji aliyê çapemeniyê ve her tişt hatibû pîlankirin. Di vê mijarê de bi DYE û YE’yê re li hev kiribûn. Ya li hemberî vê rewşê para min jî diket ew nebû ku ez weke parêzvanekî huqûqî yê sexte xwe biparêzim.

Jixwe li naverastê huqûq tinebû. Ev rastî ji bo YE’yê jî her wisa bû. Bi tevahî mesele ew bû ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd a bingehîn de ez ê çawa bihatama bikaranîn. Diviyabû her tiştî xizmeta vê armancê bikira. Jixwe di pêvajoya Kenyayê de ji serî heta dawiyê huqûqa YE’yê hat binpêkirin. Tevî vê, sîstema huqûqê ya Kenyayê û Tirk jî hatibû binpêkirin. Mijara darve-kirinê timî di rojevê de girtin, sedema vê jî encamên polîtîk ên dozê bûn. Goya ez tirsiyabûm. Ji lewra timî saxgirtina min bi kêr dihat.

 

Li hemberî rewşên bi vî rengî ya diviyabû min bikira jî ew bû ku diviyabû ez bi kêra pêvajoya polîtîk bihatama. Ji lewra jî peyamên polîtîk ên parêznameyan girîng bûn. Her weha yek ji wezîfeyên min ew bû ku min bersivên bi kok bidaya wan mijaran ku rê li ber xapandinê vekiribûn. Min hewl da vê bikim. Di vê pêvajoyê de têgihiştina di parêznameyên min hemûyan de serdest ev têgihiştin bû. Tenê li ser vî esasî mumkin bû ez nebim destikê lîstikê û bi kêra têkoşîna azadiyê bêm.

IMF Û KRÎTERÊN KOPENHAGÊ YÊN YE’YÊ KIRASEKÎ QIRÊJ Ê LIHEVKIRINAN BÛ

Divê ez eşkere bibêjim; ez li bendê bûm ku DMME’yê biryarekê bide û bibêje bûyera girtinê ne huqûqî ye. Bi vî awayî belkî îmkanê dadgehkirineke adil çêbibûya. Ev hukm pir eşkere bi neheqî nehat dayîn. Ya dima û neçar bigota ew bû ku dadgehkirin bi awayekî adil pêk nehatiye. Jixwe her tişt eşkere û li ber çavan dihat kirin. Piştî bendewari-yeke demdirêj a jinûvedadgehkirinê, Konseya Ewrûpayê bi awayekî yekalî bi hukûmeta Tirk re hevdîtinên dûvdirêj kirin û ji alî xwe ve di berdêla tawizên girîng de, bi temamî sosreteke huqûqî û ji dehan xalan ve bi huqûqê re çep ket nava hewldanan; qaşo dosya ji alî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 11. û ya Stenbolê ya 13. ku dadgehên şûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê girtine, mîna berê li ser dosyayê hukmê xwe dan. Li ser vî esasî bi Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewrûpayê re li hev kirin û dosya ji nû ve li DMME’yê vegerandin. Hînê jî çav li rêya helwestên DMME’yê ne. Bi rastî jî mirov meraq dike ka wê helwesta wê li hemberî biryara xwe ya dadgehkirina adil çi be. Di vê pêvajoya jinûvedadgehkirinê de min xwe amade dikir parastina xwe ya huqûqî bikim, lê bi vî awayî hewldanên me pûç kirin. Ji lewra dadgehkirina huqûqî ji şikil û xwenîşandanê wêdetir nebû tiştekî din.

Yek ji xusûsên din ên vê pêvajoyê divê bê fêhmkirin ew e ku DYE-YE-Komara Tirkiyê di mijara PKKê, şexsê min û bi giştî pirsgirêka Kurd de zêde didin û distînin û hewl didin li hevdu bikin. Dewleta Tirk di berdêla tawizên mezin ên ekonomîk de pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê tesfiye dike û ji bo pêkhatina dewleta Federe ya Kurd li Iraqê jî di helwesta xwe ya bi şert de bi israr e. Her roja diçe baş eşkere dibe ku di vê mijarê de têra xwe hevdîtin pêk tên. Jixwe bi DYEyê re li ser van mijaran eşkere tawizdan û lihevkirin. Wer xuya ye, girtina min, ragirtina min a li bin înfaza bêdadgeh, tesfiyekirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û îlankirina PKKê weke ‘rêxistineke terorîst’ ji van lihevkirinên girîng in. IMF û Krîterên Kopenhagê yên YE’yê kirasekî qirêj bû li van li hevkirinan kiribûn.

Divê ez eşkere bibêjim ku ez ji saziyên YE’yê li benda helwestên ev çend qirêj û bi guman nebûm. Van rastiyan, min di warê mafê mirovan û normên demokratîk ên YE’yê de ber bi lêpirsîneke hûrûkûr ve bir. Ez wexta li ser mijaran ponijîm, ez gihiştim wê encamê ku pirsgirêkan reh berdane, lewma jî ji bo rakirina wan jî helwestên bi kok û bi hêz hewce dikin. Bêguman YE di mijara mafê mirovan û demokrasiyê de li qonaxeke pêş e. Ji vî alî ve deriyê hêviyê yê cîhana me ye. Lê belê modernîteya kapîtalîst a di hîmê wê de weke zincîrekê xwe li wê badaye û ji bo bigihîje qonaxên hînê pêş mirov reşbîn dike.

Şoreşgerên Rûs difikirîn ku serketina şoreşên xwe herî kêm bi beşekî şoreşên Ewrûpayê garantî bikin. Lê tê zanîn ku ev bendewariyên wan bi cih nehatin. Berevajî dij-şoreşa lîberal a Ewrûpayê Rûsya û tevahiya sîstema pêşengiya wê dikir di nava xwe de mehand. Mirov heman tiştî dikare ji bo şoreşên demokratîk ên roja me ya îro jî bibêje. Ji bo bendewariya ji Ewrûpayê rê li ber heman encamê veneke, rêya maqûl ew e ku di serdema sermaya global a herî pêşketî de mirov li demokratîkbûyana global bigere. Mafê mirovan, demokrasî û azadiyên Ewrûpayê tenê dibe ku di bin vê paradîgmayê de bi kêr bên û manedar bibin.

Van sedemên ku me hewl da rave bikin, me hewcedar dikin ku em hûrûkûr û di çarçoveya kategoriyên bingehîn de sedemên ‘dadgehkirineke adil’ çima nebûye û nehatiye xwestin, analîz bikin. Di çarçoveya rastiya xweparastina xwe de girîng dibînim, dîsa dakevim çavkaniyên bingehîn ên berê li ser xusûsên wan ên sereke rawestiyabûm. Tevî ku zêde hêsankirin (reductionism) dikare bibe sedema mirov di têgihiştinê de zêde bixape jî wexta çavkaniya pirsgirêkê modernîte be, mirov neçar e, van fikaran li ber çav bigire. Jixwe beşên sereke yên em dixwazin analîz bikin di zik xwe de yekpare ne, lewma fikarên me yên der barê rêbaza hêsankirinê de kêm dike.

 

 

BI BERXWEDANÊ VE EM DIKARIN VÊ SÎSTEMÊ TÊK BIBIN

Tê fêhmkirin ku di şertên modernîteya kapîtalîst de ne ji bo min, ne jî ji bo gelê me yê bi pêşengiya wî hatim erkdarkirin, ne jî ji bo gelek kesayet û komên gelên din wê dadgehkirineke adil nebe. Di beşa encamê de ez ê li ser vê xusûsê rawestim; ya rastî, bi vê parêznameyê ez ê hewl bidim vê xusûsê bidim fêhmkirin û îspatkirin. Em kengî li utopyayên xwe yên azadiyê baş xwedî derketin, li her deverê me komên dad û berxwedanê yê manedar li dijî desthilatdarî û îstîsmara li her derê ava kirin, ha wê demê em dikarin sîstema timî li derve û hundirê civakê bi şer debara xwe dike li dawiyê bihêlin û jê bibuhurin. Naxwe ji bilî vê, bi tevahî rê û çareserî ji bo jiyanê mîna singê golikê ye ku tim li heman cihî li dora xwe dizîvire. Di rewşeke welê de hema bêjin hedef û encam nîne, emrê mirov ê tewş biçe.

Ez vê parêznameyê li Girava Îmraliyê di nav tecrîdkirineke mutleq de dinivîsim. Derfetên min ên lêkolîn û lêgerîna têne zanîn nînin, her wisa ev rêyek e ku min tercîh nekiriye û nakim. Pêşengên mirovatiyê ku yek bi kêra yê din hatiye ji bo min çavkaniyên sereke bûn û hewce nabînim berhem û navên wan li vir rêz bikim. Têkoşerên fikir û çalakiyê -ji bo jiyana azad- nabe ku bi hejmaran bêne îfadekirin. Ji vî alî ve jî ez li dijî pêkhatina zanista modernîteyê me. Ti deng û îradeya jiyana azad bi qasî di nav tecrîdê de wê adil û alîgirê azadiyê nebe. Bi vê baweriyê, vê parêznameya xwe diyarî wan kesan dikim ku zanîbûn û wê bizanin bi dostî û hevaltî bimeşin.

Wê bidome…

Back to top button