Bernameya Siyasî

Pêşgotin

Cîhan kirîzeke mezin jiyan dike  ji encama pergala stemkar  ya ku modernîteya kapîtalist li pêş dixist .  Pîşesazî , netewdewlet, û malgirtina (monopola) kapîtalîst bûne mîna kabûsekî ku bihna tevahî mirovahiyê çikandine, û îro roj mirovahî  li her  derê di bin bandora wê pergalê de dinale , ew sîstema ku civakan dihêre û wan parçe dike .  Tiştê  ku mirovahî jiyan dike   çi  ji kirîza giyanî û exlaqî, rewşa şer a li pey hev , bêkarî  û nexweşî, birçîbûn û perîşanî ew ji encama hovîtiya pergala kapîtalîst in  ,  ku hertim li havila xwe ya herî mezin digere û her tiştî  jê re dike qurban  û êşa ku Rojhilata navîn jiyan dike   ji kirîz û tevheviyê, ew jî beşek  ji vê rewşa tengezar e  .  

Rastiyek ber bi çav heye ku herêma Rojhilata Navîn nîşan dide ku di şerekî cîhanê yê sêyemîn re derbas dibe,  , bi rengekî wê ya taybet .  Lê ev şer taybetiyên wê yên cûdayî rahendên leşkerî û siyasî  yên kilasîk e  ,Tevî ku danasîna wê  ya rast ew e ku weke şerê şaristaniyan e , lê belê dîsa naveroka wê bi rengekî rast nayê şirovekirin. Ji ber ku rahendên  wê yên dîrokî û civakî bi rengekî giştî nade xweyakirin, û ji milê dî ve ,  nezelalbûnek  di nîşandana beşên ku pê re têkildar in heye, û di şêwaz û daxwaziyên wan de û digel ku gelek pilan û proje tê de tên gotin lê ew mîna şerê herî tevlihev  û kêm pilansazî tê dîtin, mîna ku ji xwe ve birêve diçe yan jî  ew rû bi rû li pêşiya şerekî ku di armanca xwe de dixwaze bi tenê  tevheviyê biafrîne .

Civaka Rojhilata navîn (û dewletên wê) bi rastî wateya gihiştina hev ,komeke  ji pirsgirêkên asê dide, ew pirsgirêkên pirreng, veşartî, û li serhev komkirî ji demeke dirêj ve hiştin ku civak bîna wê biçike, û bi ser de, ew pergalên ku pergala kapîtalîst li ser ferz kirin da ku çareseriyan ji wan re bibîne, bi xwe  bûn  çavkaniyên pirsgirêkan li şûna çareserkirina wan, û ne wan dewletan çareserî dîtin û derfet nedan hêzên çareseriyê – yên hindirîn û derve – ku bi rola xwe bilîzin

Pênaseya pirsgirêkan wek ku kirîzeke islamiye ,tenê  ew nerîneke pir şaş e, ji ber ku hişmendiyên li dar , çarçoveya olên yekxwedayî derbas dikin û rehên wan dighêjin serdema Nyolîtîkê.

Pir tevn û pergalên civakî avabûne  yên ku weke dîyardeya neteweyî nayên  şirovekirin, ji ber ku her malbatek ne tenê her êlek di nava xwe de alozî û pirsgirêk hene, mîna pirsgirêka dewletê, û dûrbûna di navbera mêr û jin de dibe mîna dûrbûna di navbera civak û dewletê de, wek ku tevheviyek hebe ku komek  ker ,  kor û lal di nav de ne,  yên ku ji hev tênagihêjin  lê alozî  û xirabûn roj bi roj zêdetir dibe.

Civaka Rojhilata navîn sîsika şaneya hemû civaka ne, û hêza xwe ji vê wateya xwe digre, dîtaneyên (teyorî)  şaneya sîsik di nava civakan de jî heye, ji ber ku pergala kapîtalizmê dikarîbû xwe fireh bike û belav bibe li ser bingeha çanda parzemînî  ( ya Europî û Emrîkî ) ta bi Ustraliya pasîvîk, û ji wan ber bi çanda Hindî, Sînî, û Japonî, û ji Efrîqiya ber bi çandeyên Rûsî û Sêbîriya başûr, serkeftina di şer de dibe mîna rengekî ji rengê pevketina şarestaniyan û çandeyan, lê wê sîstemê bi xwe nikarîbû wan serkeftinan di Rojhilata navîn de pêk bîne, tevî  ku pir hewildanên li peyhev kirin ji salên 1800`ê ve , û dibe ku di rewşên bêtir bi pirsgirêk ji şerên cîhanê re derbas dibû, ji ber ku hêmanin hene ku bêtirî şerê pişaftin û helandinê diçûn.  Bê guman sedema sereke ji têkçûna pergalên zordest ,  xwezaya tevna civakî ku di herêmê de bû,

Ne bi tenê çareserkirina pirsgirêkên civaka Rojhilata Navîn ji mile binesaziya serdest ve , lê hên bêtir sepandina   nimûneyên wiha ,   her çû kûrtir û kûrtir kir û tiştek namîne ji bilî fêrbûneke rast ji xwezaya pevçûna şarestaniyan re. Ya rastir , pirs  ew e ku gelo çima şarestaniya Rojhilata Navîn ewqasî berxwedêr û bêdûde ye? Çima encamên berçavkirî   tên girtin ji şaristaniyên bi nav û deng di cîhanê de dema ku destwerdan tê de çêdibin ?  Lê heman çareserî  bi şêweyekî  zor tên şikandin di şarestaniya Rojhilata navîn de.

Divê  ku em  destpêkê li binesaziya hişmendiyê binerin , dema em bixwazin  şarestaniya Rojhilata navîn analîze bikin . Afirandin û pêşketina  hersê olên yekxwedayî  di vê herêmê de, yek ji rastiyên wê yê herî giring e  , pir mijarên   sereke  hene ku sosyolociya oldarî wan analîz bike di vê herêmê de, lê pêwiste ku xêzên wan hewildanan bên destnîşankirin  di riya reftarên teyorî  û hunerî yên dîtir re , Hên  bêtir ku danîna nexşeya hişmendiyê tê de, bê ku nerxên civaka Nyolotîk bên cudakirn û veqetandin – ya ku hîn bandora wê li herêmê heye – wê şaşîtiyên rastî tê de hebin. ji milekî dî ve, hîn diyardeyên mezheb , qebîle û malbatê weke rastiyên ku tên jiyankirin tê de ne,  mîna yekîneyên jêrîn ji diyardeyên netew û ol re , ku bi desthilatdariyê ve hatine pevxistin , û qalibên hişmendiya kapîtalizmê ti wateya xwe di herêmê de nabîne  ta ku hişmendiya berê neyên şikandin û helweşandin.

Hevkirinek dagirtî kêmanî û gemar  di navbera celebên hişmendiya serdemî ji alîkî ve û celebên hişmendiya serdemên orte û destpêkê ve ji aliyê dî ve, û çi armancgirtin ji avahiyên fîzîkî û xwezayî re ( li ser asta siyasî , civakî, zagonî, û aborî ) bê ku avahiyên hişmendî di rastiya Rojhilata navîn de bên armancgirtin wê ti encaman nede ji bilî kiryarên hovane herî bi hêz ji komkujî, teror û azarkirinê, yên fermî û nefermî weke ku em di roja xwe ya îro de dibînin.

Avahiyên desthilatdariyê di herêma Rojhilata navîn de nîşanên cêwaziyên giring didin ku wan ji meydanên din li vê cîhanê  cuda dikin, lê belê diyardeyên şer û desthilatdarî ne kêmî taybetiyên  hişmendiyê ne ji milê alozî  û pirsgirêkan ve, tevî  ku ji saziyên herî kevnar in di herêmê de,  lê têkiliya wan bi jiyana civakî û aborî re pir ji hev qut  û cuda ne û ew têkilî di navbera wan de vekirîn e ji hemû rengên dîmagocî û devgirtinê re , çi piçûk an mezin bin , lê jîrbêjî  dibe havila herî bê wate û sûde. Ji milê sosyolociyê ve tê dîtin weke ku di nava girêdanên oldar, nijadî , aborî, qatî, û polotîk de ne yên şer û desthilatdariyê, wek diyardeyeke  ku dûrî analîz û şirovekirinê be, pir giran e ku em dîmeneke rastî ji Rojhilata navîn re bibînin, bê ku em analîzên rast ji şer û desthilatdariyê re çêbikin ji destpêka ku ew têgihîneke ocaxî rût e,  mîna darek û çovekî  mezin li ser serê civakê ye.

Di nav saziyên avahiyên civakî de , bi taybet diyardeya  malbatê,  tevhevî û pirsgirêkên mezin  hene, mîna diyardeya desthilatdariyê bi kêmanî, mêr û jina Rojhilata  Navîn xwedî taybetiyên aloz in  ku divê  em analîzeke taybet bi wan çêbikin, û her analîzek ji bo malbat,  jin  û zilamekî serdest  di riya qalibên sosyolocîkî giştî re wê kêmaniyên giring di wan de hebin, ji ber ku rewşa siyasî  û îdyolocîk rêfleksa wan li ser mêr û jinê heye bi hemi  aliyên xwe yên hişk û tarî ve , û nakokiyên ku di saziya malbatê de hene ne kêmî yên di saziya dewletê de ne. Malbat jî wê demê dûrtir e ku bibe saziyek civakî û nêzîk e ku bibe (kuna Reş) ji civakên di  Rojhilata navîn de.

Ji ber ku dozên ku em jiyan dikin di her dewleteke di Rojhilata navîn de, xwedî rahendek herêmî ye ji ber encama dîroka hevbeş ya herêmê , û tevahiya xaknîgarî û çandî jê re pêwistiyek giring heye ku em stratîciyek herêmî lipêş bixin da ku em karibin kirîz û tevheviya  ku em jiyan dikin  di roja  îro de, derbas bikin. û dema ku em binerin li hemû dozên ku herêm êşa wan dikişîne, em karin bêjin ku çareseriya modernîteya demokratîk , wê çareseriya bingehîn be ji wan re, ji ber ku netewdewlet yek ji sedemên herî sereke ye ku herêm parçe û belav dibe ji ber ku li ser siyaseta  inkarkirina hemî nasname û cihêrengiyê  xwe ava dike û nicadperestî û faşizmê bi hemû rengan,  xwe  ferz dike, lê netewa demokratîk bi wateya xwe û asuyên ku dikarin nicadperistî û netewpiristî, zayendperestî , olperestî, yên ku di netewdewlet de tên bikaranîn têk bibe, û xetimandinên kûr û pevçûnên germ ku malgirtinên ( monopolîze )  desthilatdariyê û xwînmijiyê encam didin.  

Civaka Rojhilata Navîn ta ku li hemberî kapîtalîzm û dezgehperestiyê li ber xwe bide, wê pêwîstî  bi pergaleke aborî îkolocîkî hevbeş hebe , ku em dikarin wê ava bikin li hawîrdora koperetîfên çandinî û avê û şiyanê (enercîkê) , û derefetê dide hevkêşeya hevgirtina civakan li herêmê, ji ber ku herêm hewcedarî bi pergaleke hevtemakirinê ta ku bibe xweser . Û konfidralizma demokratîk  a  ku wê komînên îkolocîkî aborî bingeh ji xwe re bigre, wê bersiva dîrokî ya herî rast be , li hember  kirîza heykelî  û rewşa tevheviyê û atmosfîrên pevçûn û şer yên ku ji encama reftara havila herî mezin a kapîtalîst û dezgehperestî û netew-dewletbûnê bûn.

Ji milê din ve,  ji ber ku doza jin û malbatê doza herî giring bû di herêmê de, pêwîstiya wê bi şoreşek civakî û sincî (exlaqî) heye, lê divê ku malbat  rêxistin bibe li gor pîvanên nû ku jiyana hevbeş û wekhevî û azadiya di navbera jin û mêr de bingeh digre.    

Doza Kurdî di Rojhilata Navîn de:

Nexşeya ku hatiye danîn ji netew-dewletan re ,  bûye sedema pirsgirêkên sereke yên ku asê mane li Rojhilata Navîn , wê demê jî doza Kurdî di bingeha xwe de ji wê nexşeriyê derdiket, ew nexşeriya siyasî ya ku hatiye danîn ji Rojhilata Navîn re , di şerê cîhanê yê yekemîn de , sînorê dewletan didanîn da ku dozên tevheviyê çêbikin ku sed salî bimînin herî kêm, û hevpeymana Saykis Bîko roleke herî sereke dilîst di vî warî de . Parçekirina yekemîn ji Kurdistanê re di hevpeymana Qesira Şêrîn de bû di sala 1639`an de , di navbera padîşahiya Osmanî û Sefewî de, û ya duwemîn di encama hevpeymana Saykis Bîko bû di sala 1916`an de, ew jî bûne sedemên sereke ji doza Kurdî re, wan herdu hevpeymanan laşê Kurdî û Kurdistanê parçe parçe dikirin, Kurd di destpêkê de hatin qirkirin bi destê padîşahiyên Osmanî û Sefewî, û şûn de bi destê netew- dewletên Tukî, Iraqî, Îranî û Sûrî, ji şerê cihanê yê yekemîn ve ta aniha, gelê Kurd di dema borî de, tekoşînek bêhempa dikir û rastî qirkirinên fîzîkî û çandî hat bi hemî rengan, bi ser ku netewa çaremîn e di Rojhilata Navîn de ji milê hijmarê ve, lê ta niha ji mafên xwe yên sereke yên herî nizim bêpar e , lê Kurdan tu carî – bi ser wê zilm û zordestiya ku dihat serê wan – dev ji tekoşînê  bernedan da ku bighêjin mafên xwe yên siyasî , çandî û civakî, û qelenên giranbuha didan ji xort û keçên xwe ,da ku azadî û rûmetê ji gelê xwe re pêk bînin.

Wek ku diyar dibe Kurdistan xwedan cihekî istratîcîk e û bi bandor e di nava yeksaneya netew-dewletê û civaka demoqratîk de, bi hevre, di herêma Rojhilata navîn de ta salên du hezaran, û aniha ku em di nava şerê cihanê yê siyemîn de ne, ku herêm tê parçekirin û nexşeriyek nû jê re tê danîn, û çiqasî metirsî  hene,  hewqasê jî  şansên mezin hene li pêşiya doza Kurdî , di her çar parçeyên Kurdisatnê de, eger hêzên Kurdî polotîkayek, û istratîciyek niştimanî  durist bi kar bînin di dema me ya îro de.

Ji bo pêkanîna vê yekê partiya me van binçîneyan (perensîpan) digre:

Yekem : Spartina li ser netewa demoqratîk li şûna netew-dewletê di çareserkirina doza Kurdî de.

Duwem : Xebat  ji bo lidarxistina kongireyek netewî Kurdistanî , da ku nerînek û istratîciyek Kurdî hevbeş pêk bînin.

Siyem : Xebat ji bo azadiya Rêber Ebdullah Ocelan û hemî girtiyên siyasî  ji her çar parçeyên Kurdistanê.

Çarem : Xebat  ji bo pêkanîna yekîtiya netewî Kurdî û mayîndekirina wê li Rojavayê Kurdistanê .

Pêncem : qedexekirina çi hevpeymanekê ku  li dijî berjewendiyên parçeyên din yên Kurdistanê bin.

Kirîza Sûrî – doza Kurdî di Sûriyê de û çareseriya demokratîk:

Çareserkirina dozan girêdayî danasînên wan yên rast in, û ta ku em çareserkirina pirsgirêkên xwe pêş bixin pêwist e ku em danasînek rast ji wan re bibînin û sedemên kirîza ku em di nav de, baş nas bikin .Dema ku em bal bidin li ser rewşa  aniha ya herêmê, em dikarin bi zelalî  bibînin û sedemên ku barê doza netewî Erebî giran dikin ew in ku netew-dewletên wê ne , ku bêtirî bîst dewletan e û ew bi xwe bûne jêdera doza netewî Erebî , Pêve girêdayî ,  netewperestî, olperestî, zayendperestiya  civakî ya ku bi desthilatdariya mêr re tariyê davêje  ser bexçê civakî û li ser civakê bi giranî hegemoniyê dike  bi koletiyek kirêt, û rê nade ku tu dozek hindirîn an jî ji derve bi navê gelê Ereb çareser bibe, û rewşa ku di Sûriyê de jiyan dibe , bûye  mîna parçeyek diyar ji vê rastiyê.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, û di dema parçekirina padîşahiya Osmanî, û li gor hevpeymana Saykis Bîko ( sala 1916 p.z ) pergalek desteberiyê  (intidabî)  li Sûriyê  ava bû di bin desthilatdariya Fransa de, û xêza tirênê bû wek sînorekî di navbera komara Sûriyê  û Turkiye yên  nûjen de , berjewendiyên petrolê bûne bingehek ji danîna sênoran re di wê demê de , û li ser hevpeymanê hat imze kirin bi buhabûna ku hevpeymana Milî têk diçû û ev jî  weke  ocaxê pîroz dihat ragihandin ji aliyê Turkî ve .Di şerê cîhanê yê yekemîn de, berjewendiyên Fransa hatin parastin ku ew jî yek ji dewletên koalisiyonê bû, û imzekirina hevpeymana Enqera di meha yekemîn de ji sala 1921z de ji destpêka şerê rizgariya netewî ve. Û kurd bicarekê di nava sînorê dewleta ku dê bê ragihandin de bi navê komara Erebî Sûrî,  nedihatin dîtin, û rewşek neçar hat danîn li gor hevsengiyên hêzên leşkerî û siyasî , û ji destpêkê ve ji rewşa heyî ve ,wê encamên kirêt bên dîtin, û ji vê yekê jî, dewleta Sûrî neket rewşek xwezayî hîna  ji destpêka salên bîstan ve , û her tim jî zagonên rewşa awarte wê birêve dibin, û bê pergalek destûrî ye ku li ser lihevhatina civakî ava bibe dimîne, û ji aliyê dî ve , hijmarek ji Kurdan di Sûrî de ne niştecî bûn, yan jî bê nasnama zagonî ne, û yên dimînin jî bê mafên zagonî, çandî, aborî, rêveberî û siyasî ne , bi wateyek dî , rewşa Kurda bêtir ji rewşa dagirbarê  paşketî bû, inkar, qirkirin, talana çandî li dijî hebûna wan hebû ji aliyê berjewendiyên intidaba Fransî ve di destpêkê de, û kiryarên şofînizma netewperesta Erebî li dû wê re, û wê rewşê berdewam kir ta roja me ya îro bi hin veguhertinên piçûk li gorî berjewendiyên hevsengiyên desthilatdaran.  Parçekirina Kurd û Kurdistan yek ji buyerên herî xemgîn bû di sedsala bîstan de, wek ku bombeyek bi hêztir ji bombeya atomî be, ne tenê di zemîna dîroka Kurdî de, lê di zemîna dîroka Ereb, Ecem û Turkan de jî.

Dewleta netewî Sûrî ji ber ku netewperestî, olperestî , û zayendperestî bingeh ji xwe re digirt, hemî nasnameyên esnîk , oldar, û çandî paşguh girtin û ew dûr kirin û hemû rengên zêdegavî, çewsandin û zordestiyê pêk tanîn li ser pêkhateyên Sûrî. Rejîma Baas ya ku di salên şêstî de gihişt ser desthilatdariyê ,  hemî kiryarên binpêkirinê bikar tanîn da ku parastina desthilatdariya xwe bike, ji bo wê jî binçîneya yek netew, yek ziman û yek al ferz dikir, û ev rewşa bê demokrasî ,bê azadî û bê dadmendî  li ser her pêkhateyekê di Sûriyê  de, bandora herî giran ta asta  rûxandinê  kir .

Projeyên nijadperist  û kiryarên cuda û zordest û binpêkirinên der barê gelê Kurd  û pêkhateyên dî de, bi lezgînî dihatin bikar anîn  li ser hemî eniyan . Serjimariya bêdadî, û zinara Erebî bûn navnîşanek diyar di tunekirin û zordariya gelê Kurd di Sûriyê  de, ya ku li ser hemî gelê Sûrî pêk dihat dema ku zagonên rewşa awarte dihatin danîn ku nîvsedasalekê berdewam kir, ku jiyana siyasî û demokratîk tê de , pûç dima, û destê B`esa şofînîst û zilamên ewlehiyê û çeteyên wan di welat de hatin berdan bê ku sînorên exlaqî yan jî rêzdariya pîvanên mafên mirovan bên girtin, ta ku Sûriya dibû zindanek mezin ji gelan , azadî, û nirxên mirovan re, Kurd ji fêrbûna zimanê dayikê hatin qedexekirin   û her wisa ji  hemî beşên din  yên hunerî, çandî , û jiyana siyasî û ragihandinî de, pêkhateyên dî jî mîna Suryan, Aşûr û Ermenan bê mafên xwe yên siyasî  û çandî diman. Ya herî balkêş ,  ne tenê nebûna jiyana demokratîk û azadiyan li ser pêkhateyên ne Ereb bûn lê belê li ser civaka Erebî jî bi xwe bû, di riya çewsandina xwenasîna azad ji baweriyan,û isniyan re û rêgirtina li ber çandên azad û malgirtina (monopoliya)  tevahî  meydanên siyasî  û çalakiyên civakî bi destê rêveberên B`eis û çeteyên wan . Ev kiryarên wiha ,  hişt ku di Sûriyê de rewşa siyasî  , ewlehî û aborî lawaz bibe, û vê yekê hişt ku kolan biteqin û xwepêşandan û rêgirtin li hemberî rêjîma Sûriyê  dest pê kirin di destpêka meha Adara 2011`an de .Ew tevgera gelerî ya ku ji Başûr Rojavayî Sûriyê dest pê kir belav dibû li tevahiya Sûriyê , lê ji sedema çewsandin û zordariya rêjîmê di qonaxên berê de ew rêveberiya gelerî ya jîr û zana peyda  nebû   û istratîciyek durist yan jî projeyek demoqratîk nehat danîn li şûna rêjîmê , û ew tevger ji riya xwe ya rast ya rizgariyê derdiket û dibû xulam ji ajindayên hêzên herêmî û navdewletî  re û pevçûşn ji Sûriyê dihat guhertin li şûna pevçûna di navbera hêzên opozisyona Sûriyê û rêjîma Sûrî de ber bi pevçûnek navnetewî ku dewletên herêmî û navnetewî ku destwerdanên xwe li ser xaka Sûriyê berfireh bikin, ji milê dî ve, kiryarên ku rêjîma Sûrî dijî gelê xwe pêk tanîn ji çewsandin û zordestiyê û serhişkiya wî di rêbaza xwe ya nedemokratîk û şofinîst de , hişt ku derfet li pêşiya rêxistinên tundrew vebin û derbasî xaka Sûriyê  bibin.  Wan pevçûnan  hiştin ku bi melyonan ji gelê Sûrî koçber bibin û bi sed hezaran bên kuştin û rê li ber destwerdanên derve  vekirin û rewşa hundirîn bêtir aloz dibû,

Cudahî di navbera tiştên ku çêdibûn di tevahiya Sûriyê de û bakur û rojhilatê wê de hebûn  . Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an de, di Rojava de ,  ya ku çirûska wê ya yekemîn ji Kobanê dest pê kir, ber bi Efrîn û cizîrê ve ava dibû li ser mîrasa serhildana Qamişloya  sala 2004`an de, û teyoriya netewa demokratîk, ya ku xwe dispêre  ser pirrengiyê  û rêzgirtinê dide cudabûnên netewî û çandî û azadiyê û wekheviyê di navbera jin û mêr de dûpat dike, û bi girtina wê ji rêbaza xêza siyemîn re, xweseriya xwe parast û berjewendiyên gelê Sûriyê parastin û berevanî di ber wan de dikir li hember hemû êrîşên hundirîn û derve de, da ku jiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de xurt bike û rewşek aram û asa diafirand li gor herêmên cuda di Sûriyê  de. Di heşt salên borî de, û avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk di sala 2014`an de, pêngavek bêhempa bû di pêvajoya guhertina demokratîk de, ew jî ku pêkhate  xwe birêve bibin.  Beşdarbûna hemû pêkhateyan – bê ku li girêdanên wan yên netewî û bawerî binerin – û nûnertiya dadwer ji jinê re di vê rêveberiyê de dibû mînaka şoreşa civakî û çandî di herêmê de . Rêveberiya xweser perensîba parastina rewe ji xwe re bingeh digirt û rola Yekîneyên parastina Gel û Yekîneyên parastina jin û hêzên Sûriya demokratîk pir bi encam bû di parastina herêmên rêveberiya xweser de, li hember tevahî zêdegaviyên rêxistinên tundrew û dagirkeriya Turkî û nandozên wê . Dastanên mêrxasiyê dinivîsandin di şerê xwe de li hemberî Da`iş ta ku piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji destên wan rizgar dikirin, û ew têkoşîn bi berevaniya di ber nirxên mirovahiyê de û parastina cîhanê ji gefên terorê  re, dibûn yek.

Pêkaheteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , dikarîbûn  nimûneyekê ji rêveberiya xweseriya demokratîk pêk bînin û  dikare bibe nimûneyek ji çareseriyek hemdem ji Sûriyê re ku aramî û jiyana hevbeş misoger bike ji bo tevahiya gelên Sûriyê re, û çareserkirina hemî dozan di riya diyaloga hevbeş re û li gor wê em ê hemî derfetên xwe bikin ta ku rêveberiya xweser dûr nebe ji xebat û tekoşîna navnetewî ta ku çareseriyek siyasî  ji pirsgirêka Sûrî re bibînin, di hevpeyvînên Cinêv de yan jî di komîteya destûrî de, û em ê kar bikin da ku pergalek demokratîk di Sûriyê de pêk bînin.

Em wek Partiya Yekîtiya Dmokratîk dibînin ku destûra Sûriyê  ya nû divê ku ev xalên li jêr , tê de hebin:

Yekem : Sûriya dewletek xwedî pergalek nenavendî demokratîk be, bi şêwazê rêvebiriyên xweseriyên demokratîk.

Duyem : misogeriya mafên gelê Kurd û pêkhateyên dî, yên siyasî , çandî, û aborî di destûrê de.

Sêyem: misogeriya mafên kes û koman ji bo hemû pêkhateyan .

Çarem : misogeriya mafên jinê di hemî meydanên jiyanê de.

Pêncem : misogeriya azadiya derbirînê û pêkanînê ji bo hemî ol , bawerî, û mezheban.

Şeşem : Avêtina  hemî hevpeymanên ku li ser serweriya Sûriyê  bandorê dikin û mafên tevahî pêkhateyan û di serî de hevpeymana Edena .

Heftem :  Gelê Sûriyê bi hemî pêkhateyên xwe ve, di parastina yekîtiya xaka Sûriyê de pabend in   û bi taybetî , rizgarkirina parçeyên ku hatine dagirkirin.

Binçîneyên sereke yên partiyê:

Yekem : Mirov dike navenda baldariya xwe , û mirovê azad û xwedî vîn ji bo xwe  bingeh digre.

Duyem : Feraset  û şêwazê demokratîk di jiyanê de  bingeh digre.

Siyem : Feraseta parastina îkolocîk û xwezayê bingeh digre.

Çarem : Azadiya jinê û jiyana yeksane di navbera zayendan de, bingeh digre.

Pêncem : Biratiya gelan û jiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de bingeh digre.

Şeşem : Rêzgirtinê ji tevahî ol û baweriyan re digre.

Heftem : Rêzgirtinê ji tevahî ziman û çandan re digre.

Heştem : Şêwazê diyalogê û aşîtiyê di çareserkirina dozan de bingeh dibîne .

Nehem : Binçîneya parastina rewa ji xwe û xak û welat re bingeh digre.

Dihem : Dijî hemî rengên cudabûna celebî, netewî, zayendî, û baweriyê ye.

Ji bo avakirina civakek demokratîk, îkolocîk, ku azadiya jinê bingeh digre, em ê kar bikin da ku van armancan pêk bînin:

  • Armancên siyasî:
  • Pêkanîna pergaleke demokratîk nenavendî di Sûriyê de.
  • Xurtkirina rêveberiya xweser di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.
  • Pêkanîna destûreke demokratîk ku mafên gelê Kurd û pêkahateyan misoger bike di Sûriyê de.
  • Pêşxistina siyaseta demokratîk di Sûriyê de.
  • Karkirin ji bo avakirina civakek xwedî bîreweriyek siyasî, exlaqî û çandî.
  • Pêşxistina kesayeta nişteciya azad û berpirsiyar.
  • Karkirin ji bo belavkirina çanda azadiya raman û derbirînê, ragihandin, û rêxistinê di nav civakê de.
  • Azadiya kesayet û civakê û mafên mirovan li gor pîvan û hevpeymanên navnetewî tên dîtin di ser hemî tiştan re  ye û kar ji bo bihêzkirina wan.
  • Xurtkirin û pêşxistina pergala hevserokatiyê û nûnertiya dadwer ji jinê re di hemî meydanan de.
  • Têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên ku hatine dagirkirin û vegera koçberên ku bi darê zorê ji herêmên xwe hatine biderxistin .
  • Têkoşîna li dijî ramanê tundrew (tekfîrî) û karkirin ji bo damezirandina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina kesên Daîşî û çareserkirina pirsgirêka malbatên wan li kampan .
  • Armancên civakî:

Partiya me dibîne ku dozên jinê, ciwan, malbat, exlaq, ol, tenduristî, û fêrkirinê, naveroka rêxistina meydana civakî ava dikin lê ew kirîzên bingehîn jiyan dikin, û ta ku vê rewşa civakî em derbas bikin,  partiya me van armancan digre dest:

  • Qutkirina olê ji rêveberiya siyasî , ta ku rola û erkê xwe yên exlaqî, civakî û çandî bilîze di nav civakê de, û dibe ku ol nûnertiya exlaqî, razberî  û wicdanî ji civakê re bike, di çarçoveya têkiliyên zanistî, felsefî û oldarî bi hev re.
  • Rikeberiya li hember olperestiyê , û pêkanîna azadiyê ji bo baweriyên rewiştên oldar û belavkirina çanda lêborîna oldarî , û misogeriya mafên tevahî ol û mezheban bike di pêkanîna olên wan de û rêzgirtin ji wan re bikin.
  • Pêşxistina pergala hişyariya civakî ya giştî ji bo afirandina mirovekî dagirtiyê exlaqên demokratîk yê nûjen , û berpirsyariyên xwe li hember civakê baş nas bike.
  • Karkirin ji bo pêşxistina bîreweriya îkolocîk di civakê de, û alîkarî û piştgirtiya saziyên îkolocîk û çalakirina wan da ku bi rola xwe bilîzin.
  • Rêxistinkirina civaka sivîl a demokratîk û hişyarkirina civakê ji aliyê exlaqî ve û pêşxistina pergaleke zagonsaz a zelal ku mirov û civakê biparêze li hember zordestiya desthilatdariyê û zêdegaviyên wê ji milekî ve û wekheviyê di navbera mirov û civakê de pêk bîne û civakek xwedî dadweriya civakî ava bike.
  • Karkirin ji bo avakirina saziya malbatê ya demokratîk li ser binçîneya jiyana hevseng .
  • Kar ji bo rawestandina bikaranîna zarokan, û pêşxistina perwerdeyeke durist da ku fişarên  li ser can û giyanê zarokan rakin, û pêkanîna kiryarên taybet ji bo tenduristî û fêrkirina zarokan li gor hevpeymana netewyên yekbuyî yên têkildar bi zarokan re û rêxistina Yonîsêf .
  • Xurtkirina demokrasî û wekheviyê di malbatê de, di riya mîkanizmên dadweriya civakî ya têkildar bi beşên ( tenduristî, raman, aborî) re, da ku pirsgirêkên ku malbat jiyan dike, bên rakirin.
  • Pêşxistina baldariyeke taybet ji kal û pîran re, û avakirina navendên guhdana wan ji aliyê civakê û saziyên wê ve, û misogeriya alîkariya şênberî û razberî  ji bo vê yekê, û sûdgirtin ji taqî  û pisporiya wan di jiyanê de û hemî rengên alîkariya şlnberî  û razberî   ji wan re bê kirin.
  • Piştgiriya saziyên têkildar ji  birîndarên şer re , û pêşxistina şêwazên guhdan û alîkariyê bi armanca hevtemamiya wan bi civakê re mîna endamên çalak.

     Ji bo azadiya jinê:

  • Rêgirtin li hember hemî rengên tundiya li dijî jinê û diyardeyên zordestiya li ser wê, û dîtina wan mîna sûncekî ku dibe bê rakirin, û amadekariyên zagonsaz û rêveberî bên girtin li dijî wan li gor zagonên jinê.
  • Xebat ji bo pêşxistina pergaleke fêrkirin û perwerdekirinê ji civakê re û hişiyarkirina wê da ku hişmendiya desthilatdariya mêrantiyê derbas bike  û cudabûna di navbera zayendan de, bi armanca xurtkirin û pêşxistina rêbaza azadiya jinê.
  • Piştgiriya saziyên jinê û şaxên taybet bi armanca pêşxistina azadiya jinê, ta ku bibe xweser û xwe birêve bibe li gor taybetiya wê.
  • Xebat ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinê di Rojava de.
  • Piştgirtin û alîkariya tekoşîna jinê di Sûriyê de û di herêmê û cîhanê de jî.
  • Xebat ji bo pêşxistin û bihêzkirina rola jinê ya pêşeng di tekoşîna diplomasî, siyasî, civakî û aborî de.

Ji bo ciwanan:

  • Xebat ji bo pêşxistin û rêxistinkirina ciwanan û perwerdekirina wan ta ku bi rola xwe ya pêşeng di avakirina civaka siyasî exlaqî de rabin.
  • Rêgirtin li ber feraset û helwestên siyasî yên armanca wane ku exlaqan têk bibin û moralên wan hilweşînin, û rawestandin li hemberî kiryarên şerê taybet (dermanên hişbiriyê, rêxistinên tundrew, guhertinên baweriyê ji bo ermancên taybet ).
  • Pêşxistina pergaleke civakî ku rola ciwanan aktîf bike di siyaseta demokratîk de, û wan li pêş bixe di milê ramanî, fîzîkî, û çandî de.
  • Rêvekirin li ber pêşxistina azad ji ciwanan re mîna beşekî pêşeng ji civakê re û dijatiya hemû riyên ku dixwazin çanda azad ya ciwanan bipişivînin di hişmendiya hêzên desthilatdar û şerê wan yê taybet de.
  • Xebat ji bo rawestandina koçberî û penaberkirina ciwanan ji herêmên xwe û gazîkirina vegera wan li welatê xwe.
  • Tekezkirin li ser rola pêşeng ji ciwanan re di parastina civakê de û nirxên wê û berevaniyê di ber de bikin.
  • Armancên Aborî:

Siyasetên  aborî yên ku xwe dispartin havilê , hiştin ku têkçûyînek di heykeliya civakî û xwezayî de çêbibe, û qatên civakî ji hev dûrketin û qata birciwazî li ser ked û xwêdana qatên karkeran di civakê de jiyan dikir, ji bo wê, divê ku em ji meydana aboriya ku xwe dispêre kedxwarin û havila lezgîn, herin meydana aboriya civaka komînal ya ku xwe dispêre berhema ku li gor  misogeriya pêwistiyên mirov û civakê .

Ji bo wê jî armancên partiya me ev in:

  • kar ji bo pêşxistina aboriya civakî, ya ku wekhevî û belavkirina dadwer ji berhemên netewî re misoger dike, da ku newekheviyê, perîşanî, û bêkariyê bidawî bikin, û pêkanîna xweşiya civakî, û pêşxistina projeyên taybet bi vê yekê.
  • Tekoşîn li dijî malgirtinê û bidawîkirina beşên canbaz û parasîtên  ku malgirtinê pêk tînin , û kêmkirina mezaxtên bîroqratîk ji rêveberan re û veguhestina wan ber bi saziyên xizmetkarên tenduristî, civakî û fêrkirinê ve.
  • kar ji bo belavkirina samanên xwezayî bi şêwazekî dadwer , û rêgirtin li ber hemî rengên havila ku ji pera tê girtin û qezenckirina pereyan ji pereyan re .
  • Piştgiriya berhema çandinî û samana sewaldarî û geşpêdana gundan mîna stûnên bingehîn di avakirina aboriya civakî de.
  • Rêvekirin li ber pêşxistina karên desta û pisporiya dezgehî û şarezaiyên tekane.
  • Tekoşîn li hemberî berhemên kapîtalizmê yên ku îkolociyê pûç dikin , û hevsengiya di navbera civak û xwezayê de têk dibin, di riya damezrandina saziyên taybet ji bo parastina îkolocî û civakê ji wan bandoran.
  • kar ji bo rêgirtina li ber bêkariyê û mêtina keda mirovan.
  • kar ji bo hişiyarkirina jinê û beşdarkirina wê di avakirina civakê de, û rola jinê di aboriya komînal de misoger bikin di nava mîkanizmên karê aborî de.
  • Palpiştiya saziyên berhemên hevbeşî di civakê de.
  • kar ji bo parastina herêmên şûnwaran û kevneşopan.
  • Ji bo mafên mirovan û dadweriya civakî di Sûriyê de:

Kirîza Sûrî di aliyekî giring de, tekez dike  ku Sûriya di rewşekê de jiyan dikir ku maf tê de winda bibûn bi şêwazekî kirêt  û hemî hevpeyman û protokolên  navnetewî yên ku li ser wan imze kiribû paşguh kirine . Lê divê ku em li gor serdemê bimeşin di pêkanîna pîvanên zagonî yên navnetewî de  ku ewlehî û aramiyê pêk bînin, û civakekê avabikin ku mirov tê de xwedî azadiya nerîn û derbirîn û mafên xwezayî yên rewa be, û pêkanîna dadmendiya civakî û wekheviyê di çarçoveya civakek exlaqî demokratîk de. û ev yek jî nabe ta ku em mirovekî azad xwedî tevahî mafên xwe neafirînin.

Ji bo wê partiya me van armancan digre dest:

  • Pabendbûna Sûriyê  bi perensîb û hevpeymanên navdewletî  û protokolên  navnetewî yên  mafên mirovan û pêkanîna wan di warê pratîk de.
  • Misogeriya azadiyên siyasî , oldarî, ramanyarî û azadiya nerînan ji kes û koman re.
  • Rakirina sizaya bidarvekirinê.
  • kar ji bo pêşxistina karê saziyên sivîl ji mafên mirovan re û pêşxistin û çalakirina rola wan.
  • Redkirina tevahî zagonên bêdadî yên ku cudatiyê li ser bingeha nijad û olê dikin , û merasîmên awarte mîna serjimariya nijadperestî û ya ku bi navê  zinara Erebî tê nasîn  ku bi biryareke siyasî  yên hawirde  anîn di riya rêjîma zordest re,  û karkirin ji bo çareserî   bi riya  biryareke  siyasî  jê re bê danîn ku rewşa yên ziyan girtine bi rengekî dadmend  bê çareserkirin.
  • kar ji bo serbestberdana hemî girtiyên siyasî di Sûriyê de.
  • kar ji bo naskirina çarenûsa kesên wundayî .
  • Belgekirina tawanên ku dagirkerê Turk û çeteyên wê pêk tînin .

 

  • Ji bo avakirina pêwendî û hevalbendiyan:

Ji bo pêkanîna guhertinek demokratîk rast, partiya me tekoşînê dike da ku lihevhatinek di navbera hemî partî, tevger, saziyên demokratîk, û hêzên gelerî bibe di riya beşdarkirina hemî beş û kesayetên demokratîk, da ku eniya demokratîk berfireh  bike ji bo avakirina Sûriyeke dmokratîk û di heman demê de, pêkanîna yekîtiya neteweyî Kurdistanî, û ji ber ku Rojava cihekî giring di vê meydanê de digre , divê ku em pêwendiyên xwe xurtir bikin bi hêzên hevalbend yên Erebî, Kurdî, Suryanî, Aşûrî, Turkmanî, Şerkes û Ermenan re û hwd… , bê ku em li mezheb û girêdanên wan vegerin, di çarçoveya xizmeta berjewendiyên gelan û jiyana hevbeş de.

li ser wê partiya me van armancan digre:

  • Girêdana hevpeymanan bi partiyên Kurdî di Rojavayê Kurdistanê  de û bi hêzên Kurdistanî re li parçên dî ji bo xizimeta doza Kurdî.
  • Pêşxistina pêwendiyan bi tevger û rêxistinên demokratîk welatparêz re di Sûriyê de, û girtina diyalogê weke bingehekî di çareserkirina dozan de, û di serî de doza Kurdî.
  • Xurtkirina jiyana hevbeş bi gelên Sûrî re ( Ereb, Ermen, Aşûr, Turkmen, Şerkes, Suryan, Durzî,… û cuda ) li ser bingehên netewa demokratîk.
  • Pêşxistina pêwendiyan bi tevger û saziyên demokrasîxwaz di dewletên Erebî û Rojhilata Navîn û cîhanê de. bi taybet rêxistin û partiyên ku berevaniyê di ber mafên mirovan di çarenûsa xwe de dikin.
  • Pêşxistina pêwendiyan bi hêz û partiyên di rêxistina Sozyalista Navdewletî re û platformên navdewletî yên hemtayên wê .
  • kar ji bo xurtkirina pêwendiyan bi tevgerên jinan re û komeleyên mafê jinan û yên berevaniyê di ber wê de dikin, û piştgirtin û alîkariya tekoşîna wan di çarçoveya rêbaza azadiya jinê de.
  • kar ji bo xurtkirina pêwendiyan bi rêxistin û tevgerên ciwanan re di civaka Kurdistanî, Sûrî, herêmî, û navnetewî de.
  • Xurtkirina pêwendiyan bi hêzên demokratîk navnetewî re, û piştgiriya tevgerên ku dijî diktatorî, nicadperistî, û faşizmê ne.
  • Pêşxistina pêwendiyan bi komeleyên parastina îkolocîk, û saziyên civaka sivîl û mafên mirovan yên navnetewî re, û tevgerên demokratîk, sozyalist û mirovahî re, lê pêwîste ku di xizmeta parastina mafên mirovan de bin.
Back to top button