DosyaManşêt

Jiyana azad ji bo gelan rûmeta herî bedewe

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Hefteya Lehengiyê pîroz kir û diyar kir, “Ruh û sekna leheng a hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ya gelê me ye. Hevrê Egîd lehengekî rasteqîn e ku wê timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Jiyana azad ji bo gelan rûmeta herî mezin û helwesta herî bedew e. Gel û cînên bindest ên ku di dîrokê de azad nebûne, bi saya destanên mezin ên lehengiyê xwegihandina vê rûmeta mezin. Lehengî tê wê wateyê ku ji bo azadiya gelekî, hebûn û azadiya welatî li refên herî pêş bimeşe, metirsiya li ser gel ji kûrahî ve bibîne, ji bo çareserkirina rojên zor û zehmet bi biryardarî, coş û enerjiyê her li pêş bimeşe.

Jİ ber vê yekê di dîroka azadiyê ya gelan de cihekî gelekî taybet ê lehengên gel hene. Lewma rojên lehengiyê yên gelekî nîşaneya hebûn, berxwedêrî û hêviya gelekî ye li dijî zilm, mêtingerî û tinebûnê.”

wateya hefteya lehengiyê

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di Têkoşîna Berxwedana Apoyî de jî tê wateya rojên pêkanîna azadî û parastina hebûn, vejîn û berxwedanê. Gelê Kurdistanê, ji 21’ê Adarê roja çalakiya lehengiya mezin a hevrê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê nemir hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) li Çiyayên Gabarê weke ‘Hefteya Lehengiyê’ pîroz dike. Van lehengên ku xwe feda kirine û bi nivîsandina destanên lehengiyê serketin misoger kirine bi bîr tîne.

Sekna leheng a fermandarê me yê nemir hevrê Egîd ku ‘Lehengê Gel ê Neteweyî’ ye, di şerê hebûnê yê gelekî li ber tinebûnê de, kir ku gelê me ji helandinê rizgar bibe û ji nû ve veje. Hevrê Egîd pê bawer kir ku divê li Kurdistanê têkoşîna gerîlatiyê bê kirin û pêşengî ji vê têkoşînê re kir. Mîrateya ku wî ji me re hişt, rastiya civak û kesayetên ku ji bo azadiyê şer dikin afirand, bi deh hezaran ciwanên dan ser şopa wî bi baweriya ji serketinê tevlî têkoşînê bûn. Afirîner û fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz hevrê Egîd, sekna wî ya bi dîsîplîn, wêrek, bi biryar û qewîn a li ser xeta Rêber Apo, yek ji hîmên bingehîn ên serketina vê berxwedanê ye. Vê helwest û seknê bandor li tevahiya Kurdistanê kir, li ser bingeha ruhê lehengiyê yê fermandar Egîd îro gelê Kurdistanê di şexsê DAÎŞ’ê de derbeke girîng li paşverûtiya dinyayê xistiye û di rêya parastina rûmeta mirovahiyê de gaveke mezin avêtiye. Lewma ruh û sekna leheng a hevrê Egîd bûye yekane temînata azadiyê ji bo gelê me. Ew lehengekî rasteqîn e ku wê her timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.

Partiya me PKK ku bi rêbertiya Serok Apo ji bo siberoja bi rûmet-azad a gelê me têdikoşe, xelekên şehadetê hemû veguherand pêngaveke mezin û bi vî rengî bîranîna şehîdên me derxist asta herî bilind. Partiya me li pêşberî şehadeta fermandarê hêja hevrê Egîd, di çarçoveya vê kevneşopiyê de hîmên artêşbûna gerîla li Kurdistanê danî û ev artêşbûn jî kir sparteya herî mezin a rastiya gelê têkoşer. Li ser bingeha ruhê lehengiyê yê Egîd û Mazlûman bi hezaran Kurdistanî tevlî nava refên têkoşînê bûn û bi têkoşîna xwe ya bênavber Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihandin asta serketinê. Rastiya Kurdan a ku li çiyê, bajar, deşt, zindan û li her devera lê ne têdikoşin, wê bi ruhê Egîdan û fedayîbûna Apoyî ya Zîlanan bi ser bikeve û Egîdan nemir bike.

Bi wesîleya salvegera 33’an a şehadeta mezin de, di şexsê fermandarê nemir hevrê Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku biryardarî û çanda leşkerî ya ku Egîdan afirand, wê timî rê nîşanî me bide; li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe û hevrêyan hemûyan ên li ser xeta Egîdan têdikoşin pîroz dikin.”

Back to top button