DosyaManşêtPYD

14 sal ji têkoşîna PYD’ê

KOBANÊ – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di nava 7 salan, ji bo çareseriya doza kurdî û pêkanîna netewa demokratîk  têkoşîneke mezin da meşandin, di encamê têkoşînê de jî bedel dan. Bi pêvajoya şoreşê re ji civakê re bû pêşeng û projeyên çareseriyê pêşniyar kir. Bi projeyên wê gel li derodar xwe hewand.

Rêjîma Baas a Sûriyê bi armanca ku edyoloya xwe ya yek al, yek ziman, yek netew li ser gelan feriz bike, çi siyasetên qirêj dida meşandin.

Gelê kurd li Sûriyê bi giştî û Rojava bi taybet rastî hemû cureyên inkarkirin û helandinê ji aliyê rêjîma Baas ve hat. Bi vê yekê pêwîstî bi avakirina hêzêke siyasî ku karibe nûnertiya gelê kurd bike û mafê wê yê rawa biparêze, her wiha banga mafê wê li gorî yasayên navnetewî bike, hebû.

Li ser vê yekê bi armanca pêkanîna hêviyên gelên Sûriyeye û di serî de gelê kurd, Partiya Yekîtiya Demokratîk bi kurtenav PYD‘ê di 20‘ê îlona 2003‘an de hate damezirandin, navenda sereke ya PYD‘ê li bajarê Qamişlo hate vekirin, paşê şaxên wê li bajarên din hatin vekirin.

Li bermanberî partiyên din ku hejmara wan 40 in û rexmî nûbûna wê, PYD‘ê karîbû di demeke kurt de bibe zemîneke xwe ya gelerî çêbike û navê wê qada Sûriyeye û Rojhilata Navîn belav bibe.

Îlankirina partiyê bi awayekî fermî ji rêjîma Sûriye û dijminên gelê kurd re derbeyeke mezin bû, ji ber vê yekê li hember partiyê bi wehşiyet nêz dibû û kadoriyên wê bin çav dikirin.

Endamê Koordînasyona PYD‘ê li kantona Kobanê Eledîn Keyad qonaxa beriya aloziya Sûriyeye wekî qonaxeke pir zehmet û bi xeter destnîşan kir û da zanîn ku civînên danasîna armancên partiyê veşartî hatin lidarxistin û got: “Bi riya kesên herî nêzî, me gel bi dema civînan dida aghdar kirin, rêjîma Sûriyê çavê wê li me bû.”

Encamên têkoşînê bi dehan kador hatin girtin

Di têkoşîna giranbuhaya ya PYD‘ê de, pêşengên wê wekî Şîlan, Ciwan, Cemîl, Fûad û Zekeriya di sala 2004‘an de li êrîşeke hovane de li bajarê Mûsilê şehîd bûn.

Têkoşer Osman Dadelî jî yek ji kadroyên partiyê bû, ji aliyê istîxbarata rêjîma Baas ve hate girtin, di girtîgehên rêjîmê de li Helebê hate eşkencekirin, di 18‘ê sibata 2008‘an de di bin êşkenceyê de şehdî bû.

Ehmed Koçber (Bavê Cûdî) jî li ser destê istîxbarata Sûriyê hate girtin, di girtîngehên rêjîmê yên bajarê Hesekê de û ji ber êşkenceyê sala 2005‘an şehîd bû.

Partiya Baas bi hincetên cuda û bi buhaneya parastina ewlekarî netewî ya Sûriyeye bi dehan endamên partiyê girtine û heya niha jî di girtîgehan de ne.

Çarçoveyê xebatan fireh kir

Ne tenê di çarçoveya xaka Sûriyeye de, lê belê li derv jî rêxistina xwe ava kir û nûnertiyê xwe li gelek welatên Ewrupayê wekî Nemsa, Siwêd, Almanya û Holebdayê vekir û xebatek mezin da meşdandin. PYD‘ê bi van gavan karîbû nûnertiya doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di qadên navdewletî de bike.

Xeta sêyemîn esas girt dest

Partiya Yekîtiya Demokratîk ji destpêka damezirandinê, bi aramcna ku gel bi rêxistin û zane bik, doza kurd wekî bingeha têkoşîna xwe girt dest, li gel vê jî mozayîka civakî ya ber çavan derbas kir.

PYD‘ê bi destpêka aloziya Sûriyeye Kongreyek awarte di 18‘ê hizêrana 2012‘an de li dar xist, di kongrê de daxwaza rêveberiya demkî kir, di xebata xwe ya di vê warê de, pransîpên netewa demokratîk û biratiya gelan esas girt. Aramcna wê hemû pêkate ,mezheb û netwetên li ser xaka Sûriye jiyan dikirin, bi hev re jiyan bikin û rêxistina xwe ava bikin.

Ji merheleyê re bû pêşeng

Di dema ku partiyên siyasî nekirîbûn ji civakê re bibin pêşeng, PYD‘ê karîbûn di demeke ne dirêjî de kesayeteke siyasî, xwedî têgihiştineke pêvajoyê, karibe rê nîşanî civakê bike, ava bike. Endamê Koordînasyona PYD‘ê yê Kobanê Eledîn Keyad wiha têne ziman: ” Partiya Yekîtiya Demokratîk bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, roleke pêşeng di rêxistinkirina gel de leyîst, partî ji gel re bibû hêviyên pêşerojê. PYD‘ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeye û avakirina Sûriyeke demokratîk û azad proje pêşniya kirin. projeyên partiyên din ên ji bo çareseriyê û rizgarkirina gelê Sûriyê ji şer tunebûn. Lê PYD‘ê di her aliyan de; siyasî, civakî, doplomasî, li ser asta herêmî û navdewletî xwe hate isbatkirin.”

Bingeha Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye xurt kir

Li ser esasê ku çareserî di destê gelê Sûriyeye bi xwe û bi destwerdana hêzên derve ne pêkane ye, her wiha li dijî ferizkirina yek edyolojî, yek rengî û yek olî, PYD‘ê xebata xwe dane meşandin.

Ev jî bû sedem ku hemû ereb, suyan, çerkes, ermen, êzidî li derdora wê bi civin û projeya wê qebûl bikin.

Endamê Koordînasyona PYD‘ê Eledîn Keyad anî ziman ku avakirina sîstema Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyeye bû bibe bersiva hemû pirsên derbarê çarenûsa aloziya Sûriyeye û pêkanîna edaleta civakî.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê sibe, kongreya xwe ya 7‘emîn li bajaroka Rimêlan a girêdayî herêma Qamişlo li dar bixîne.

(bb)

Back to top button