RÊZIKNAMEYA NAVXWEYÎ YA PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK (PYD)
Yekem: Rêgezên sereke
-Navê partiyê: Partiya Yekîtiya Demokratîk.
-Kurtenav: PYD
-Ala partiyê: Zemîneke spî,li ser wê , li aliyê çepê ve , şiqinek zeytûnê bi rengê kesk ku nîv bazin e û li aliyê rastê jî simbileke genim bi rengê zer ku bazinê temam dike pêk tê, di nîvê wê de stêrkeke sor ,li jor bazinê û li cihê ku herdu nîv bazin digihên hevudu , hersê tîpên kuretenavê (PYD) , li jêr jî dîroka damezirandinê (2003).
–Cihê navendî yê partiyê: Cihê sereke yê partiyê li Qamişlo ye û nivîsgehên şaxên wê jî hene li hemî herêmên ku çalakiyên partî tê de hene .
– Danasîna Partiyê (nasnama PYD)
PYD partiyeke siyasî û cemawerî ye, hemû têgîn û helwestên nijadperestiyê red dike û napejirîne , azadiya jinê bingehê azadiya civakê dibîne û rola ciwanan ya pêşengtiyê teqez dike û baweriyê bi pirrengî û azadiya baweriyan tîne. Aşkerebûn û tekoşîna demoqratîk ya rewa û diyaloga siyasî ya aştiyane bingeh digre ji bo çareserkirina dozan û pêkanîna armancên ku di bernameyê de hatine diyarkirin ,. Û di tekoşînê de, xwe dispêre ser hebûna rahendên “tewriya îdiyolojî , rêxistin û pêkanînên piratîk , rêbazên tekoşîna xwe ji pradîgmaya civaka siyasî û exlaqî û azadiya jin digire , rêgeza wekhevî û hevserokatiyê bingeh ji xwe re dibîne û hemî têgîn û helwêstên şofînîst napejirîne .
-Armancên Partiyê:
– Avakirina civakeke exlaqî, siyasî ,ekolojî û pêkanîna azadiya jinê.
– Pêkanîna wekheviya zayendan û bicihanîna dadweriya civakî.
–Tekoşîn ji bo xurtkirina biratiyê di navbera hemû gel û etnîkan de , di çarçoveya yekîtiyek xwebexeş û azad de û li ser bingeha neteweya dîmoratîk.
-Tekoşîn ji bo demokrasîkirina Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan .
– Xebat û karkirin ji bo çaresekirina doza kurdî li Sûriya bi awayekî demokratîk di çarçoveya destûreke lihevkirî û demokratîk de.
–Tekoşin jı bo çespandina pergala nenavendiya demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê , li ser bingeha rêveberiyên xweser ên demokratîk û pêkanîna wê li seranserî Sûriyê, bi armanca gihiştina Sûriyeke nenavendî û demokratîk.
–Piştgirî û palpiştiya têkoşîna rizgarî û demokratîk di Civaka Kurdistanî de û pêkanîna Yekîtiya neteweyî ya kurdistanî û çespandina wê li ser rêgeza Konfederasyona Civaka Demokratîk.
– karkirin ji bo pêkanîna rojhilateke navîn konfederalîst û demokratîk.
-Têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên ku hatine dagirkirin û vegera koçberên ku bi darê zorê jê hatine koçberkirin .
Duyem: Endamtiya Partiyê:
A-Endamtiya partî:
Her kesê temenê wî/wê 18 salî be , ku baweriyê bi neteweya demokratîk , bername û rêziknameya partiyê bîne û di jiyana rojane de pêk bîne.û ne endamê partiyeke din be, û aboneya xwe ya mehane bide.
-Namzetê endametiya partiyê:
Namzet ji mehekê heya sê mehan di serdemeke amadekirinê re derbas dibe , bi vê yekê namzet tê amadekirin ji bo bi destxistina endamtiyê.
B- Destxistina endametî û dûrxistina ji wê:
Kesê ku dixwaze bibe endam , daxwaznameya tevlîbûnê pêşkêşî komîteyeke şaxê ya li cihê ku ew lê rûniştiye dike , piştî pêşniyarkirina wî/wê ji hêla du endamên komîteyê ve , namzet di demeke ne kêmî mehekê û ne zêdeyî sê mehan di ezmûnekê re derbas dibe. Namzet piştî erêkirina rêveberiya navçeyê û erêkirna wê ji hêla rêveberiya partiyê li kantonê, ew dibe endam.
Lêkolîn û biryardayîn der barê daxwaznameyên vegera endamên ku ji partiyê hatine dûrxistin û ji ber çi sedemê be, li (Belde û Navçeyan ) vedigere rêveberiya partiyê li kantonê , lê di derbarê kesên ji partiyê dûr ketine ku di karên rêveberiyên di kantonê de cî digirtin , biryardayîna wan vedigere Encûmana giştî ya partiyê.
Ji bo dûrxistina endamtiyê , heman kiryar tên bikaranîn, li gel erêkirina rêveberiya partiyê li kantonê, lê ji bo kesên rêveber, biryar vedigere Encûmana giştî ye partiyê.
C- Erkên endamê partiyê:
1-Serbilindî û girêdan bi nirxên pêkhateyên Mêzopotamyayê û gelên Rojhilata Navîn ve.
2- Tekoşîn ji bo azadiya rêber Ebdullah Ocalan , û tevahî girtiyên siyasî weke erkekî niştimanî, sincî (exlaqî) û mirovahî were dîtin.
3-Tekoşînkirin ji bo pêkanîn û bikaranîna wekheviyê di navbera herdu zayendan de, li ser bingeha rêbaza azadiya jinê.
4-Bi giyanê fedekarî û coşdariyê û bi giyanê berxwedaniyê, kar û xebatkirin ji bo pêkanîna rêgez û armancên partiyê.
5- pêkanînan Ferman û perspektîfên partiyê, li gorî rêzikname û pîvanên sincî (exlaqî) yên partiyê.
6-Pabendbûn bi rêbaza bîrdozî û siyasî ya partiyê û bikaranîna wê di warê pratîkî de.
7-Nimandina giyanê rêhevaltî û dispilîna partîtiyê û bikaranîna wan di warê pratîkî de.
8- Berevanî di ber binçîneyên (peresîbên) partiyê di hemî rewşan de û Parastina nirxên wê yên şênber û razber ( madî û manawî).
9-Parastina welat û nerxên civakê û destkeftiyên şoreşa Rojava û her wiha karkirin ji bo pêşxistin û xurtkirina wan nirxan û ne bi karanîna wan ji bo berjewendiyên teng û kesane û hiştina wan ji gel re weke sermiyanekî.
10- Her endam divê ku zanistî û şiyanên xwe yên rêxistinî, siyasî û Îdyolojîk xurt bike û pêş de bibe.
D- Mafên endamê partiyê:
- Mafê her endamekî di hilbijartin û berendamtiyê de heye, di hemû astan de li gor rêbazên rêxistinî.
2- Mafê her endamekî heye ku rexne û rexnedayîn û berevanî li hemberî doz û angaştên ku lê tên kirin bike. di çarçoveya rêbazên rêxistinî de.
3-Ji mafê her endamî ye, nerîn , raman û pêşniyarên xwe di civînên rêxistinî de bîne ser ziman.
4- Ji mafê her endamî ye li gor rêbazên rêxistinî, xwesteka qezenckirina agahiyên pêwîst ji desteya xwe ya berpirsyar bike.
5- Ji mafê her endamî ye were erikdarkirin li gor kêrhatîbûna xwe ya rêxistinî.
6-Ji mafê her emdamî ye dema mafê wî were binpêkirin , daxwaza lêvegera rûmeta xwe bike.
7-Ji mafê her endamî ye daxwaza dîtina perwerdeya ramyarî û siyasî bike.
8-Ji mafê her endamî ye rapora xwe ya kesayetî ji aliyên pêwendîdar re binivîse.
9-Ji mafê her endamî ye îstifayê ji erkên xwe , yan jî ji partiyê bike ,eger sedemeke balkêş hebe , ew jî bi şandina raporeke nivîskî ji aliyên pêwendîdar re ,ku tê de sedemên îstîfaya xwe diyar bike , ev daxwaznameya wî cîbicî nabe eger aliyê têkildar erê neke..
H- Taybetmendiyên endamê Partiyê:
- Ji welatê xwe hez bike û girêdayî xaka xwe be û berevaniyê di ber de bike.
- Der barê dîrok, erdnîgarî û çanda civaka xwe de , xwedî hişmendiyeke kûr be , li dijî qirkirina çandî tekoşînê bike û her tim hezkerê mirovahiyê be.
- Nûnertiya çanda siyaseta demokratîk bike.
- Xwedî hişmendiyeke ku bi azadiya jinê û demokrasîkirina malbatê bawer be.
- Dilnizim, rêzdar û hezkerê heval û gelê xwe be.
- Bi rêbaz û binçîneyên ( peresîbên ) Neteweya Demokratîk bawer be .
- Komînal û îkolojîk be û xebatê bi aweyekî rêkûpêk û pilankirî bike û çalak be di komînê de ..
- Baweriyê bi nirxên şehîdan bîne û girêdayî kelepûra (mîrasê ) wan be û bîranînên wan di warê piratîkî de pêk bîne.
9- Xwedan taybetmendiyên afirêner û xuliqkar be , her wiha xwedan rihê insyatîfê be.
10- Divê durist û destpak be û nepeniya partiyê biparêze .
11- Divê endam di şêwazê xebata xwe de, dûrî desthilatdarî û bîrokrasiyê be .
Sêyem: Pergala rêxistinî:
1-Kongira giştî:
Ew di partiyê de desteya zagonsaz ya herî bilind e, her du salan carekê bi beşdarbûna piraniya delegeyên hilbijartî tê li darxistin , bi erêkirina piraniya beşdaran, biryarên xwe distîne. Carekî tenê divê ku kongir berî dema xwe li ser daxwaza du sêyekan ji endamên meclisa giştî ya partiyê û bi erêkirina hevserokatiya partiyê , yan jî li ser daxwaza du sêyekan ji endamên meclisa giştî ya partiyê were li darxistin , her wiha jî dibe ku were li paşxistin careke tenê, li ser daxwaza hevserokatiya partiyê û bi biryara du sêyekan ji endamên meclisa giştî ya partiyê.
Delege ji hemû deste û saziyên partiyê , beşdarî kongirê dibin , rêjeya nûnertiyê ji her kantonekê û ji derve , li gor endamên wê , bi serpereştiya komîteya amadekar û bi pesendkirina desteya cîbicîker a partiyê, tên diyarkirin.
Di kongir de , hevserokatî û meclisa giştî ya partiyê weke endam bi rengekî xwezayî raste rast tên dîtin. Pejirandina bername û rêziknameya partiyê yan jî sererastikirina wê , di nav de guhertina stratejiyê jî û danîna siyasetên qonaxî yên partiyê, ji erk û destrewatiya Kongira partiyê ye.
Kongir, hevserokatî û meclisa giştî ya partiyê û desteya displînê di hilbijêre .
2- Konferansa giştî:
Dema pêwîstî hebe, bi biryarekê ji meclisa giştî ya partiyê û bi erêkirina hevserokatiya partiyê ev konferans, di demeke di navbera her du kongereyan de ,tê li darxistin. Endamên meclisa giştî û nûnerên rêveberiya partiyê li kantonan û ji derve û hejmareke hilbijartî ji nûnerên navçeyan , di civînê de amade dibin, hejmara delegeyan ji hêla meclisa giştî ya partiyê tê diyarkirin.
3-Hevserokatiya Partiyê:
Hevserokatîya partiyê ji hêla kongira giştî ve tê hibijartin , dema du ji sêyekan ji dengan bi dest bixe, heger ev rêje di gera yekem û duyem de bi dest nexe , gereke sêyemîn çêdibe ,tê de hevserokatî piştî qezenckirina piraniya dengan tê hilbijartin. Erk û peywira xwe di dema di navbera her du kongiran de berdewam dike , serkêşiya meclisa giştî ya partiyê dike û wek saziyeke pêşeng xwe bi rêxistin dike.
Erkên Hevserokatiyê:
- Nûnertiya partiyê di kongiran , panel û civînên siyasî yên xwecihî, herêmî û navnetewî de, dike.
- Serkêşiya civînên meclisa giştî ya partiyê dike.
- Endamekî ji meclisa giştî ya partiyê, weke berdevkê partiyê hildibjêre.
- Dema hejmarên dengan di meclisa giştî de weke hev bin, aliyê ku serokatiya partiyê li gel wî be, dibe piranî.
- Ji mafê wê ye desteyeke şêwermendiyê ava bike.
- Ew berpirsyartiya hemû çalakiyên partiyê di çarçoveya biryarên di civînên partiyê de hatin girtin, dike û her wiha rapora çalakiyan pêşkêşî kongirê dike.
- Desteya hevserokatiyê
Ev deste ji hevserokatiya partî û 4 cîgiran pêk tê, ew ji aliyê hevserokatiyê ve tên namzetkirin ji nav endamên meclisê û tên pesendkirina di civîna meclisê de .
Erkên Desteya Hevserokatiyê:
- Ew berpirsyar e di ber şopandin û cîbicîkirina biryar û polîtîkayên partiyê de.
- Bi karê rêxistinkirina hemû nivîsgehên (ofîsên) partiyê radibe.
- Rapora xwe pêşkêşî meclisa giştî ya partiyê dike.
- Serpereştiya têkiliyên Kurdistanî, netewî û navnetewî dike.
5-Meclisa giştî ya partiyê:
Meclisa giştî ya partiyê di gel hevserokatiya partiyê ,weke lêvegera bilind a bîrdozî, siyasî û rêxistinî tê dîtin di navbera her du kongiran de, hejmara endamên wê”90” endam e , di nava kongira giştî de tên hilbijartin , rêjeya qad û Herêman (Eqlîman ) û rêgeza wekheviya zayendî jî di ber çavan re derbas dibin, her wiha çalakiyên rêxistinî yên partiyê birêve dibe , bernameya partiyê pêk tîne, biryarên kongirê bi cih tîne , bi riya piraniya dengan biryarên xwe digire, her du mehan carekê dicive, raporên xwe pêşkêşî kongirê dike , ji nav endamên xwe desteya cîbicîkar hildibijêre û hevserokatiya partiyê li ser wê pesend dike (erê dike) ,heger valahiyek di meclisa giştî de derket, endamê ku rêjeya dengê wî/wê bilind be li şûna wî /wê cî digre, divê nûnertiya wekhev ya zayendan di ber çavan were derbaskirin.
6-Desteya cîbicîkar ( Pêkanînê):
Desteya cîbicîkar ji hêla meclisa giştî ve tê hilbijartin, ji ”20” endaman pêk tê, piştî bidestxistina piraniya dengan tê hilbijartin , di navbera her du kongiran de xebata xwe berdewam dike. Ew berpirsyartiya hemû nivîsgeh û rêvebirina çalekiyên partiyê dike, her wiha berpirsyar e di ber pêkanîna biryarên meclisa giştî de. Rapora çalakiyên xwe pêkêşî hevserokatî û civîna meclisa giştî dike. Her mehekê carekê civîna xwe li dar dixe , bi hevserokatiyê re beşdarî diyarkirina xêza bîrdozî , siyasî û rêxistinî ya partiyê dibe, her wiha tektîkên wê jî diyar dike, çalakiyên Desteya cîbicîkar ji hêla hevserokatî û meclisa giştî ya partiyê ve tên birêxistinkirin û serpereştîkirin. Dema pêwîst be, ji mafê hevserokatiyê ye ku pêşniyar bike endametiya endamekî/ê yê desteya cîbicîkar bikişîne û vê pêşniyarê pêşkêşî meclisa giştî ya partiyê bike ,da ku biryar der barê wî/wê de bigire .
7-Desteya Şêwirmendî:
Ev deste bi van erkan radibe:
Lêkolîn , lêgerîn û pêşbîniyan di warê rêxistinî , siyasî , aborî , zagonî , civakî, çandî û ramyarî de, pêşkêşî hevserokatiya partiyê dike û li gorî taybetmendî û pisporiya xwe ev deste bi erka xwe radibe , endamên vê desteyê kesên xwedî kêrhatîbûn in û ji yên ku hevserokatî wan gucnav dibîne.
8- Nivîsgehên Partiyê:
partî xwe li ser bingeha van meclis û nivîsgehên wiha, birêxistin dike :
1-Meclisa jinê
- Meclisa ciwanan
- Nivîsgeha rêxistinî.
4- Nivîsgeha têkiliyên giştî.
5-Nivîsgeha ragihandinê û lêkolînan.
6-Nivîsgeha darayî.
– Her nivîsgeh û meclis ji bo şopandina xebat û çalakiyên xwe mehane carekê dicive , her nivîsgehek ji (5—15) endaman pêk tê, ji hemû rêxistin û rêveberiyên partiyê tê xwestin ku li gorî mêkenîzmeya rêxistinî raporên xwe yên mehane bişînin van nivîsgehên partiyê.
-Rêveberên nivîsgehan, endamên meclisa giştî ne , pergala hevserokatiyê ji xwe re bingeh digrin.
-Rêveberên nivîsgehan li hemberî meclisa giştî ya partiyê berpirsyar in.
– Nabe rêveberê nivîsgehê karekî din bike.
– Her nivîsgehek dikare bernameya sîstema karê xwe binivîse li gor rêziknameyê û divê ku ji hêla meclisa giştî ve were pesendkirin.
-Her nivîsgehek civînên xwe yên mehane li dar dixe ji bo gengeşekirina kar û xebat û erkên xwe.
Erkên nivîsgehên Partiyê:
*-Meclisa jinê:
Meclisa jinê di partiyê de, şopandin û pêşxistina karê jinê yê rêxistinî , ramyarî, siyasî û civakî dike , li Rrojava , Sûriyê û derve, û bîrewerkirina wê li gor rêbaza azadiya jinê û siyaseta demokratîk , xwe xweser birêxistin dike ji jêr heya jor di hemû sazî û dezgehên partiyê de .
*- Meclisa Ciwanan:
Meclisa ciwanan di partiyê de, şopandin û pêşxistina karê ciwanan di partiyê de, li Rojava, Sûriyê û Derve dike ,wan ji hêla ramyarî , siyasî û civakî , çandî û werzîşî ve bîrewer û bi rêxistin dike, da ku karibin bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin û civakê bi xwe re rakin.
*- Nivîsgeha rêxistinî:
Nivîsgeha rêxistinî berpirsiyariya rêvebirina karê rêxistinî û çêkirina nexşeya rêxistinî ya giştî dike, her wiha li ser perwerde û akademîyên siyaseta demokratîk radiweste, û qebareya partiyê di meclisa de ,ew bi rêxistin dike.
*-Nivîsgeha têkiliyên giştî:
Nivîsgeha têkiliyên giştî berpirsyar e di ber rêxistin û pêşxistina têkiliyên partiyê bi hêz û partiyên siyasî yên xwecihî , kurdistanî ,herêmî , navnetewî û rêxistinên civaka sivîl re, li gor rêgeza diplomasiya civakparêzî , komîteyên herêman (eqalîman) şopandina dozên civakî dikin.
*-Nivîsgeha ragihandin û lêkolînan:
Nivîsgeha ragihan û lêkolînan perpirsiyar e di ber gihiştina dengê partiyê, nêrîn û helwestên wê, çanda netewa demokratîk, mafên mirovan û demokrasiyê bi riya dezgehên ragihandinê yên xwendinbar , bihîstbar û dîtinbar de, her weha li ser komîteyên ragihandina girêdayî partiyê radiweste. bi amedekirina karên lêgerîn û lêkolînên girêdayî pêşxistina partiyê di warên siyasî , bîrdozî û rêveberî de radibe, her wiha di partiyê de , di ber karên arşîvkirin û belgekirinê de berpirsyar e.
*-Nivîsgeha Darayî:
Çavdêriya kar û barên darayî û aborî yên partiyê dike.
Pergala rêxistinî ya xebata saziyên partiyê li herêman:
1- Hevrêzkariya Herêmî (Koordînasyona Eqlîm):
Koordînasyona Eqlîm ji endamên meclisa giştî tê hilbijartin û ji (9-17) endaman pêk tê. Hevrêzkarî (Koordînasyon) , karê xwe di dema di navbera her du kongiran de bi rêve dibe û xwe weke saziyeke rêveberî bi rêxistin dike, Koordînasyona Eqlîm ji bo hemû çalakiyên partiyê yên di çarçoveya biryarên ku di civînên partiyê de hatine girtin de, berpirsiyar e. Û her mehê carekê dicive û rapora civîna xwe dişîne nivîsgeha rêxistinî.
– Rêveberiya kantonan di gel hevrêzkariya herêmî (koordînasyona Eqlîm) rêbazên xêza bîrdozî, siyasî û dîplomasî ya partiyê li herêmê , destnîşan dikin û Tektîkên wê diyar dikin, her wiha çavdêrî û şopandina pêkanîna pilansaziyên wê dike û perspektîvên tekoşînê dide endamên rêveberiya kantonan û çavdêriya wan dike , biryar û pêşniyarên wan pesend dike (erê dike) , hevrêziyê di navbera hemû rêxistinên partiyê de çêdike, her wiha çavdêriya darayî û çawaniya mezaxtinê ( lêçûnê ) dike û lêkolîna gilî û pêşniyarên ku pêşkêşî wê bûne, dike.
-Çalakiyên Kordînasyonê ji hêla Meclisa giştî ya partiyê ve tê nirxandin û rêxistinkirin û rênîşankirin.
2-Rêxistina kantonê:
– Kongira kantonê berî kongira giştî ya partiyê, bi beşdarbûna piraniya delegeyên hilbijartî, tê li darxistin, bi erêkirina piraniya dengên beşdaran biryarên xwe digire.
-Hemû delegeyên hilbijartî ji hemû rêveberiyên navçe û bajarên kantonê beşdarî kongireyê dibin, rêjeya nûnertiyê, ya her rêveberiyekê li gor endam û asta pêşketina tekoşîna wê diyar dibe, ev yek di bin çavdêriya komîteya amadekar û erêkirina rêveberiya kantonê de pêk tê.
-Endamên rêveberiya kantonê weke endamên normal rasterast di kongirê de beşdar dibin.
– Di kongirê de rêveberiya kantonê tê hilbijartin.
– Rêxistina kantonê pîlanên guncav ên cîbicîkirinê ji bo pêkanîna biryarên kongireya giştî datîne , her weha biryarên taybet ji bo her kantonekê digire, divê ku ev biryar ne dijî biryarên kongreya giştî bin.
-Meclisa giştî ya partiyê û hevserokatî çavdêriya xebatên kongreya kantonan dikin.
– Rêveberiya kantonê bi karê berpisyartiyên xwe yên ramyarî, siyasî û rêxistinî di dema di navbera her du kongreyan de radibe , kongire rêvberiya wê hildibijêre û 2 endamên meclisa giştî ya partiyê hevserokatiya Kantonê dikin û rêveberî rapora xwe pêşkêşî kongir dike.
-Rêveberiya Kantonê ji (13- 21) endamî/ê yan jî li gorî rewşa her kantonekê pêk tê.
– Rêveberiya kantonê berpirsyare li pêşber kongireyê, û rapora xwe ya giştî pêşkêşî kongir dike.
Rêveberiya Kantonê çalakî û karên rêxistinî yê partiyê bi rê ve dibe, û bernameya partî û biryarên kongira kantonê bicih tîne
Rêveberiya kantonê berpirsyare li pêşber kordinasyona Eqlîm ji bo dabînkirina derfetên tekoşîna hevbeş û rêxistinkirinê, û mehane dicive, û raporên xwe yên mehane pêşkêşî kordinasyona eqlîm dike.
3- Rêxistina navçeyê:
Kongira navçeyan, bi beşdarbûna delegeyên hilbijartî ji hemû ( komîteyên xwecihî û şaxan ) yên navçeyan tê lidarxistin, rêveberiya navçeyan weke endamên normal rasterast beşdarî kongirê dibin, kongir rêvebiriya navçeyê hildibjêre, ew berpirsiyar e di ber hejmarek rêveberiyên komîteyên xwecihî( beldan) de, xwe li gorî komîteyan rêxistin dike, , ji (9 -17) endaman pêk tê, ku ji hêla kongirên navçeyan ve têne hilbijartin, rêveberiya navçeyan mehane carekê dicive û hevserokatiya xwe hildibijêre, biryar û perspektîv û fermanan ji hêla desteyên li jorî xwe pêk tîne.
Rêveberiya navçeyê , komîte û desteyên pêwîst ava dike ji bo pêkanîna wan biryaran , bersiva raporên dahatî ji desteyên jêrîn dide û raporekê li ser çalakiyên rêxistinî, siyasî û darayî ji bo rêveberiya kantonê dişîne.
4-Rêveberiyên Bajarok(Belde) û Taxan:
Berpirsiyar e di ber birêvebirina hejmareke ji komîteyên şaxan de, çavdêriya çalakiyên rêxistinî û siyasî dike, biryarên partiyê di herêmên girêdayî xwe de, pêk tîne, ew ji berpirsyarên komîteyên rêveberiyê ( berdevkên wan) pêk tê , li gor perspektîv û fermanên rêveberiya navçe û herêmê tevdigere, mehane carekê dicive , raporên çalakiyên xwe yên rêxistinî û darayî ji bo rêveberiya navçeyê dişîne , û xwe li gor komîteyên li nav bajar û gundan bi rêxistin dike .
5-Komîteyên Şaxan:
Ew berpirsiyar e di ber rêvebirina hejmareke ji şaneyên di erdingeriya karê xwe de , ew ji berpirsyarên şaneyan (berdevkên wan) , nûnerên Jin, Ciwan û Perwerdê pêk tê , Ji bo rêxistinkirina endamên partiyê, roleke çalak dilîze , di gel pêkanîna siyaseta partiyê, perspektîv û fermanên rêveberiya xwecihî ( belde), her wiha bi erka perwerdekirina partîtî û siyasî ji bo endaman û bîrewerkirina gel, radibe ; alîkariyê ji endaman kom dike, mehane carekê dicive, raporên çalakiyên xwe ji rêveberiya xwecihî (beldê) re dişîne.
6-Şane:
Şane ji komeke endaman , ku hejmara wan ji (10-25) pêk tê, yan jê li gor pêwistiyan pêk tê. Mehane carekê civîna xwe li dar dixe, û du berdevkan ji bo rêvebirina çalakiyan ji nava xwe hildibjêre û rapora xwe ji komîteya şaxê re radike.
çar-Kongireya jinê:
Kongireya jinê li kantona û derve berî kongera giştî ya jinê çêdibe ya ku berî gongira giştî ya partiyê lidar dikeve, di Kongireyê de meclısa jinê ya partiyê tê hilbijartin, erka vê rêveberiyê şopandin û pêkanîna biryarên taybet bi jinê ve girêdayî ra dibe, û birengekî xweser xwe rêxistin dike her weha ji erkê wê ye amadekirina bernameya kar a rêxistinkirina jinê di partiyê de û,mekanîzmaya karê rêxistinkirina xwe diyar dike, her weha erkên jinê di qadên tekoşîna rêxistinî, bîrdozî û siyasî de nîşan dike. Karê wê meclisê ku ji kongireyê hatiye hibijartin, tenê şopandin û bicihanîna biryarên ku di kongireyê de hatine girtin û her weha biryarê ku ji meclisa giştî ya partiyê hatin der bi cih bîne.
pênc- Kongireya ciwanan:
Kongireya ciwanan ya kanton û derve,berî kongireya giştî ya ciwanan û kongireya giştî ya partiyê tê li darxistin, di vê kongireyê de meclisa ciwanan tê hibijartin, erka vê meclisê pêkanîn û şopandina biryarên taybet bi ciwanan ve, her weha amadekirina bernameya kar yên taybet bi ciwanan ve girêdayî. Ciwan bi awayekî xweser di partiyê de xwe rêxistin dikin û mekanîzmaya karê xwe yê rêxistinî diyar dikin, her weha erkên ciwanan di qadên tekoşîna rêxistinî, bîrdozî û siyasî jî diyar dike. Meclisa hatî hilbijartin di kongir de tenê karê wê ewe şopandin û biryarên ku di kongireya ciwanan de hatine girtin pêk bîne.
Şeş- Rêxistina derve:
Rêxistina derve li gorî rêziknameya partiyê xwe birêxistin dike, û civînên xwe yên berfireh ji herêman re li dar dixe, bi beşdariya komîteyên şaxan, şane û yekîneyên kargêrî ji bo rêveberiya xwe hilbijêre, kongireya welatan li dar dixe, her weha kongireya giştî ya Ewropayê ya ku rêveberiya Ewrûpayê tê de tê hilbijartin lidar dixe, ji vê rêveberiyê jî koordînasyon tê hilbijartin, divê nûnerê jin û ciwanan di koordînasyonê de hebin.
Rêxistinkirina derve kongira xwe di navbera her du kongiran de li dardixe, ew jî piştî li darxistina kongiran li welatên derve, lê belê divê nûnertiya jinê, ciwan ,têkilî û darayî di hemû yekîneyên wê yên rêveberiyê de hebin. Ji bo bi cihanîna biryar û perspektîfên partiyê û rêveberiya wê, Kongire bernameyên xwe yên demkî datîne , her wiha rêveberiya partiyê , mêkenîzmeya rêxistinî ya dabeşkirina kargêrî (îdarî) li derve datîne û li gor zagon û pergala wan dewletan bi çalakiyên partîtî , rêxistinî , bîrdozî û aliyên darayî radibe. Rêveberiya Ewropa du mehan carekê dicive, kordînasyon mehane carekê dicive, rêveberiyên rêxistinê li hemû welatan ew jî mehane carekê dicivin û çavdêriyê li ser hemû pêkhateyên xwe dikin û raporên çalakiyên xwe ji rêveberiya partî û kordînasyona rêxistina derve re dişînin.û biryarên ku ji meclisa giştî ya partiyê derdikevin pêk tînin.
Heft -Desteya dispilînê:
Di kongira giştî de tê hilbijartin, û ji 7 endaman pêk tê, li gor rêziknameya kar ya taybet xwe bi rêxistin dike , biryarên ku distîne , meclisa giştî a partiyê erê dike, û dema ku valahî çêdibe desteya serokatiyê navên berdêl pêşinyar dike û meclis bi piraniya du sêyekan pesend dike.
Heşt-Mêkenîzmeya rêxistinî:
Mêkenîzmeya rêxistinê ya partiyê li gor beşdariya demokratîk û binyadên rêxistinî bi rêve diçe, endam bi rêxistinê ve girêdayî ye û desteyên jêrîn bi desteyên bilind ve girêdayî ne. Hemû rêveberî ji bo dana perspektîv û fermanên ji jor ber bi jêr ve erkdar in, her wiha raporan ji jêr ve bo jor pêşkêş dikin. Hemû rêveberiyên partiyê bi hilbijartinan tên avakirin û guhertin, rêveberî di şêwazên karê xwe yê rêxistinî de xwe dispêrin pîvanên demokrasiyê , Pergala hevserokatî di hemû rêxistin, komîte û desteyên partiyê de weke bingeh tê girtin.
A-Sîstema rapor, ferman û perspektîfan:
Divê di nava rapor û fermanên ku tên derxistin de agahiyên pêwîst der barê çalakî, pêşniyar , rexne û rexnedayînê de hebin , jêdera vê raporê kîjan alî be, divê rêvebirina karê siyasî di naveroka xwe de nîşana reng û şêwazên demokratîk diyar bike, û bi rengekî sîstematîk di nava rojeveke zelal de rapor were pêşkêşkirin.
B-Pergala civînan:
Pêwîste hemû desteyên partiyê pabendiyê bi lidarxistna civînên xwe yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin bikin. Nerîn û pêşniyarên civînan bi awayekî fermî werin nivîsandin, bi amadebûna piraniya endaman , civîn dibin zagonî. Endamê ku sê civînan li pey hev bê destûr amade nebe, der barê wî/wê de biryarên rêxistinî werin girtin .
C-Sîstema arşîvkirinê:
Hemû desteyên partiyê pabend in bi damezirandina sîstema arşîvkirina karên xwe yên rêxistinî, her mehê carekê, yan jî dema pêwîst be arşîvên xwe pêşkêş dikin. Hemû rapor ji bo komîteya arşîvkirin û belgekirinê têne şandin, ew berpirsyariya parastina wê radike ser milê xwe, li gor mêkenîzmeya rêxistinî ye ku nivîsgeha ragihandin û lêkolînan wê diyar dike.
D- Rexne û rexnedayîn:
Her endam ji maf û erka wî/wê ye rexne û rexnedayînê bi kar bîne. ji bo pêşxistina partî û endaman li ser hemû astan ew yek ji sitûna bîrdozî ya bingehî ne , her wiha ji bo çareserkirina kêmasiyên rêxistinî jî bingeh e û ji bo nûjenkirin û sereraskirina xêza partî û endaman, amûreke serke ye. Ji bo têkbirina astengiyan, hemû endamên partiyê pêwîste rexne û rexnedayînê bi awayekî çalak bikar bînîn . Nabe ji bo berjewendiyên kesane û kesatiyê ,yan jî ji bo reşkirina endamekî yê partiyê ,were bi kar anîn.
H- Sîstema sizayan (cezayan):
Endamê partiyê tê sizakirin dema : rêzikname û disipilîna partîyê bin pê bike , yan ji armanc, bername û razberiyên partiyê derkeve – yan perspektîf û fermanên partiyê pêk neyne– yan jî partiyê ji bo perjewendiya xwe ya kesane û malbatî pêk bîne û bawerpêdanê bişkîne û destnepakî bike– yan jî kiryarên ku pê endamê partiyê di civakê de kêm bike bi kar bîne – yan jî sinc û rêgezên partiyê bin pê bike, her sizayek jî li gor mezinahiya kiryarê xwe tê sepandin û sizakirin.
Bi vî awayî siza li ser endaman tên spandin:
Ji mafê her rêveberiyê ye ku sizaya hişyarkirin û haydarkirinê bi kar bîne bi (devkî yan jî nivîskî) û ew bi rapor were tomarkirin.
Ji bo sizaya (, cemdandin û goşegêriyê (tecrîdê), dûrxistin ),ew ji berpirsiyariya desteya despilînê ye , piştî ku lê binêre û lêkolîn bike, rapora xwe radike ji bo meclisa giştî ya partiyê. Ji mafê her endamî/ê ye, ku rapora xwe hilde ji desteya displînê re dema pêwîstî hebe.
Î- Mêkenîzmeya girtina biryaran:
Hemû biryar, di tevahî rêveberiyan de, di hemû rewşên asayî de, bi piraniya dengên endaman tên girtin.
Neh- Sîstema darayî ya partiyê:
Nivîsgeha darayî bi erkên darayî ya partiyê radibe, komîteyên darayî yên di nava partiyê de bi rêxistin dike , berpirsyariya dahatû û derçûnan dike, pirojeyên aborî pêşkêş dike.
Darayiya (maliya) partiyê ji van xalan pêk tê:
1- Alîkariya mehane û salane ya endam û alîgiran.
2-Ji pêngavên alîkariyên giştî û dahatuyên pirojeyên karanînê yên taybet ên partî û çapemeniyê.
Di gel van jî:
A-Raporên darayî ji bo desteyên rêveberiyê tên rakirin bi awayekî asayî û zelal tê de dahatû û derçûn diyar dibin.
B-Bûdceya(mîzaniya) partiyê ji hêla meclisa giştî ya partiyê ve tê danîn.
C- Hemû deste û komîteyên darayî pabend in bi tomarkirina darayî ya xwe , li ser lênûseke taybet bo dahatû û derçûnan .
D- Ne ji mafê desteyên jêrîn e ku dahatuyên partiyê bi kar bînin, bê erêkirina komîteyan û nivîsgeha darayî.
Deh-Rojnameya partiyê:
Partî rojnameya xwe her hefteyê carekê diweşîne, ew dengê partiyê ye û helwesta partiyê nîşan dide. Nivîsgeha ragihandin û lêkolînê bi awayekî sîstematîk çavdêriyê li ser weşana wê dike.
Binçîneyên (perensîbên) giştî:
1-Di partiyê de meclisa jinê xwe bi awayekî taybet û xweser ji jêr ber jor ve bi rêxistin dike û hemû biryarên girêdayî jinê li gor rêbaza azadiya jinê pêk tîne. Her wiha endamên wê di meclisa giştî de endmên xwezayî ne di meclisa jin de.
2-Der barê hebûna endaman li seranserî Sûriyê, yan jî li cihekî ku partî lê çalak be, li gor taybetmendiya wî cihî , ew mafdar e xwe birêxistin bike , her wiha nivîsgehekê lê veke.
3-Divê pêvajoyên dengdanê di hemû astên partiyê de, bi awayekî nepenî( veşartî ), rasterast, demokratîk û azad bin.
- Dema daxwaza kongireke awarte bê kirin, du sêyekên dengên endamên meclisa giştî ya partiyê tê xwestin.
- Mêkenîzmeya karê desteyan, nivîsgeh û her wiha biryarên kongirê tên li darxistin di navbera du kongirên partiyê de , divê ku ji hêla meclisa giştî ya partiyê ve werin pesendkirin.
- Pesendkirin li ser bername û rêziknameya partiyê di kongireya asayî ya heyştemîn de ku di rojên 24-25 / 2 / 2020 an de , hatî li darxistin ,hate kirin.