Kantona Efrîn şehba
Di çarçoveya amadekariyên Konferansa Jin a Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û di bin diruşmeya “Rêxistin jin û civakê misogerkirina azadiya Rêber Ocalan e” Meclîsa Jin civînên xwe yên berfireh li ser asta bajarok û kampan bi dawî kir.
Her Wiha li bajarokên Til Rifat, Şêrewa û Fafînê civînên xwe li dar xist.
Civîn ji aliyê endamên Meclîsa Jin a partiyê ve hatin birêvebirin
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna giyanê şehîdan destpê kir. Piştre rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser qada herêmî û navneteweyî hatin nirxandin.
Bernameya civînan bi nirxandina rewşa rêxistinî berdewam kir.
Di dawiyê de rêhevalên jin ji aliyê beşdaran ve hatin diyarkirin û hilbijartin.