DaxuyanîManşêt

Daxuyaniya ji bo roja karkeran ya cîhanî

Roja Cîhanî ya Karkeran di bin şert û mercên awarte de li ser me derbas dibe û tevî wê hemû kedkarê cîhanê têdikoşin, û di bin hemû şert û mercên giran ku gelê me dikişîne Bi taybetî ji bo karkerên şoreşa jin, jiyan, azadî û şoreşa gelan di cewherê xwe de şoreşa hemû komên kedkaran pêk tine ,û bûye nûnertiya ruhê qonaxê û ji bo derketina ji hemû krîzên bi aloz.

Ev yek dihêla ku em li ser pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê bixebitin ku berovajî beşên berfireh ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikir û felsefeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û yekîtiya û çarenûsa gelan ve girêdayî ne.

Di vê boneya yekem roj ji gulanê roja karkeran ya cîhanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk vê rojê li hemû karker û li kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , hemû karkerên Sûriyayê û  Kurdistanê pîroz dike. Cîhan tekez kir ku têkoşîn û fedekariya karkeran kedeke bingehîn e û Ji bo rizgar kirina kedkar ji bin nîrê zulm û bêdadiyê û bidestveanîna azadiyê tê xwestin.

Em têkoşîna hemû komên kedkar û têkoşîna gelan a ji bo bidestxistina mafê çarenûsî û pêkanîna daxwazên wan ên rewa û şoreşa jinan a ku li cîhanê li dijî rejîmên zalim berfireh dibe, jiyana guncaw, û destpêka bidawîhatina nakokiyên cîhanî û navneteweyî, yên ku karker, kedkar û gel bi giştî berdêlên giran didin.

-Bijî şoreşa azadiyê.

-Bijî 1 ê gulanê cejna karkeran û kedkaran.

-Her sal û hemû kedkarên cîhanê bi xêr bin.

– Jin.Jiyan.Azadî

30 nîsana 2024 an

Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

Back to top button