ManşêtNûçe

ˊJI BO SEKNA LI HEMBER ASTENGIYAN YEKITIYA SÛRIYEYÎ PÊWÎSTIYEK Eˊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tevgerên xwe yên siyasî û dîplomasî ji bo pêşxistina çareseriya siyasî didomîne lê hin hêzên herêmî û navneteweyî, ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, astengî û zehmetiyan derdixin. Her wiha MSDˊê ji bo berfirehkirina çalakî û têkiliyên xwe yên derve di hewldanan de ye.

Der barê vê mijarê de, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit ji ajansa ANHA re diyar kir ku MSD herî zêde li eniya hundirîn dixebite û têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên hundir û derve re datîne. Li kêlek wê jî serdanên dewletên derve jî hatin kirin.

Mislit wiha got: “Zehemtiyên mezin di aliyên herêmî û navneteweyî de hene. Lê em dixwazin careke din Sûriyeyê bixin rojeva navneteweyî. Em naxwazin doza Sûriyeyê bê paşguhkirin. Ji bo çalakkirina vê dozê jî em têkiliyên xwe bi piranî dewletên Ereban û biyanî re dikin.”

El Mislit diyar kir ku diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ji armancên wan ên sereke ye û ew hîn jî bi pêkhate, partî û kesayetên serbixwe yên Sûriyeyî yên li hundir û derve re, têkiliyê dikin.

El Mislit wiha domand: “Di dema pêş de konferansên eşîr, opozîsyon û hêzên şoreşê hene. Her wiha çalakiyên nû yên MSD’ê hene. Em bi yekitiya xak û gelê Sûriyeyê bawer in.”

El Mislit teqezî bi girîngiya konferansa hêz û kesayetên demokratîk ên Sûriyeyê ku amadekariya wê tê kirin da û wiha pê de çû: “Em dixwazin ev konferans nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike.. Heta niha dema lidarxistina konferansê diyar nebûye, lê belê em hêvî dikin di nêztirîn dem de em hin beşdarên konferansê nas bikin.”

El Mislit der barê rola dewletên Ereban li Sûriyeyê de wiha axivî: “Di dawiyê de em beşek ji vê herêmê ne û dewletên Ereban jî me temam dikin û em wan temem dikin. Em nikarin xwe ji dewletên Ereban cuda bikin. Têkiliyên me bi Iraq, Misir, Udrin û Erebistana Siûdî re hene. Ev jî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê girîngiyek e.”

Girêdayî wê, El Mislit diyar kir ku ji bo berfirehkirina têkiliyan bi dewletên Ereban re dixebitin û got: “Nûnertiyên me li derve hene û em hewl didin hin din vekin. Lê belê em ji bîr nakin ku hin dewletan xwe ji rejîma Sûriyeyê nêzîk kir û ev jî ji bo me bû astengî. Lê belê em beşek ji vê dewletê û ji vê welatî ne û pêwîst e em di aliyê derve de bi dewletên Ereban re çalak bin. Normalîzekirina bi rejîmê re nayê wateya xwe ku bi me re normalîzekirin nebe. Em hewl didin nûnertiyên xwe li Meclisa Hevkariya Kendavê, dewletên Ereban û hin dewletên biyanî vekin. Projeya me zelal e. projeya me projeyeke Sûriyeyî ye.”

El Mislit li ser sedemên cemidandina rêveçûna çareseriya siyasî axivî û wiha anî ziman: “Em bi şerîyeta navneteweyî bawer in. biryara 2254ˊan jî bingeha çareserkirina krîza Sûriyeyê ye. MSDˊê berê li ser vê biryarê xebitî. Ji ber ku ew biryara rasteqîn a çareseriyê li Sûriyeyê ye. Em bi tevahî aliyan, NYˊê û dewletên li Sûriyeyê aktîv in re dixebitin. Lê hin mijdar li derveyî vîna me ne. mîna rewşa şerê Îsraîl û Hemasê, şerê milîsên li ser sînorên me. Ev hin çareseriyên Sûriyeyê ku em hêvî dikin, asteng dikin.”

El Mislit wiha berdewamî da axaftina xwe: “Lê belê em ê gavên ber bi pêş ve biavêjin. Em hîn bi gelek rayedarên NYˊyê û dewletên li Sûriyeyê aktîv in re têkildar in. Em bedbîn nabin. Li pêş me tiştên destpêkê hene û em li ser cewhera dozê û çareseriyan li hev dikin. Hin hûrgilî hene û bi birayên xwe re di çarçoveya çareserkirina krîza Sûriyeyê de nîqaş dikin. Em ji bo diyalogê amade ne.”

El Mislit behsa hin rêveçûnên taybet bi krîza Sûriyeyê, mîna komîteya destûrî, kir û wiha got: “MSDˊê di hevkêşeya Sûriyeyê de reqemeke girîng e. Em dixwazin MSDˊê bibe beşek ji xebata destûrê, ji ber ku bêyî wê tu çareserî ji krîza Sûriyeyê re nayên dîtin û ew beşek ji vî welatî û pêşeroja wî ye. Gelek têkilî û peywendî hene. Pirsa me li vir ew e ku komîteya destûrê di dirêjahiya salên borî de çi pêk anî? Tiştek pêk neanî. Lê dûbare dikim, em di vê hevkêşeyê de reqemeke girîng in.”

Der barê vê mijarê de, El Mislit diyar kir ku hin alî hene dixwazin MSD’ê ji çareserî û konferansan bi dûr bixin. El Mislit wiha got: “Ew rê nadin vê yekê. Ji ber ku ew nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em ê ji bo her hevkêşeyeke pêş amade bin. Ji ber ku ew ji bo dîtina çareseriyan ji krîza Sûriyeyê re pêşbirk e.”

El Mislit bang li Sûriyeyiyan bi taybetî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li gorî yekitiya xaka Sûriyeyê tev bigerin û bi hev re ji bo pêşeroja Sûriyeyê bixebitin.

El Mislit wiha dawî li gotina xwe anî: “Gelek zehmetî hene û hin aliyên derve naxwezin em hevgirtî bin, da ku ev krîz bi dawî nebe. Em amade ne bi hemû pêkhate û tevahî partiyan re dan û standinan bikin û destê xwe bidin tevahiyan da ku çareyên guncaw ji bo xwegihandina Sûriyeyeke pirrengî pêk bînin.”

Back to top button