DosyaManşêtNivîskarXweserî

Demografiya Efrînê tê guhertin

ROJ MÛSA
Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Şehbayê yên dagirkirî (taybet li Babê û gundewarên wê) siyasetên dimeşîne. Bêdengiya dewleta Tirk a li hember şerê diqewime, armanca Tirkiyeyê ya guhertina demografiya Efrînê nîşan dide.
Bajarê Babê yê herêmên Şehbayê 24′ê Sibata sala 2017′an ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Ev yek bi riya hevpeymanên herêmî û navneteweyî yên bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê, pêk hat. Rûsyayê destûr da artêşa Tirk ku herêmên berfireh li gundewarên rojhilat û bakurê Helebê dagir bike. Bi vê yekê Rûsya hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyê rewa kir.
Dema ku Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan berê xwe da bajarê S.Petersburg ê Rûsî û bi Serokê Rûsî Vladimir Putin re hevdîtin kir, plana artêşa Tirk a dagirker a dagirkirina axa Sûriyeyê bi awayekî fermî dest pê kir. Di hevdîtinê de hat lihevkirin ku Heleb radestî Rûsyayê were kirin, li beramberî wê dewleta Tirk gundewarên Bakurê Helebê, bajarên Babê, Ezaz û gundewarên rojavayê Minbicê dagir bike.

Herêmên kêmkirina şer li beramberî dagirkirina Efrînê

Têkîliyên di navbera endama NATO′yê (Tirkiye) û dewleta li dijî NATO′yê (Rûsya) de xetereyeke mezin nîşan didin. Rûsya-Tirkiye û Îranê di hevpeymana Astanayê de li herêmên kêmkirina şer ″Idlib, Xûtaya rojhilat, Dera û Quneytira″ li hev kirin. Ev herêm wekî herêmên bi ewle hatin nîşandan.
Herêmên kêmkirina li aliyê artêşa Sûriyeyê ve, rastî operasyonên leşkerî yên dijwar hatin. Ji ber vê sedemê komên çete û malbatên wan li herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cerablus, Bab û Efrînê) hatin bicihkirin. Lê sedema sereke ew bû ku dewleta Tirk xwest ku herêmên kêmkirina şer bifiroşe Rûsyayê, da Rûsya destûr bide ku Tirkiye herêma Efrînê dagir bike û projeya demokrasiyê derb bike.

Hevpeymanên Tirkî-Rûsî bûn bela serê gelê Sûriyê

Di sala 2017′an de Tirkiye û Rûsyayê herêmên Sûriyê ji şêniyên wê yên resen vala dikin. ji ber sedemê bi sed hezaran gelê Sûriyeyê bi cih û war man. Niha jî dixwazin şêniyên gundewarên bakurê Humsê û başûrê Hemayê li Efrînê bi cih bikin.
Ji ber hevpeymanên Tirkî-Rûsî li herêmên tevlîhevî derdikevin, şerê ku hefteya borî li Babê derket holê ancama vê yekê ye. Gelê Babê jî li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê serî hilda û kiryarên wan ên hovane şermezar kirin.

Heman siyaset li Cerablus hat meşandin

Bajarê Cerabulsê li Bakurê Sûriyeyê xwedî cihekî stratejîk e, her wiha di warê erdnîgarî de nêzî herêmên QSD′ê û rêjîma Sûriyê ye. Sala borî bajarê Cerablusê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, demografiya herêmê hat guhertin û gelek malbatên çeteyan lê hatin bicihkirin. Vê yekê hişt ku gelek komên çete yên wek ″Ehrar El-Şerqiye, Siwar El-Xab û hwd derkevin holê. Ev komên çete desteka leşkerî û lojistîkê rasterast ji artêşa Tirk werdigirin.
Di 24′ê Tebaxa sala 2016′an de erêkirina Rûsyayê, operasyona Mertala Firatê ya dagirkirina axa Sûriyeyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de bi dehan komên çete bi piştgiriya artêşa Tirk, taxên rojhilatê Helebê radestî Rûsya, rêjîma Baas hêzên Îranê kirin û li noqteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) yên li Idlibê bi cih bûn. Piştre ev komên çete derbasî bajarê Cerablusê yê 125 km dikeve bakur rojhilatê Helebê bûn bêyî ku bi DAIŞ′ê re şer bikin.

Berê petrola Dêrê, niha jî xêr û bêra Efrînê didizin

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye yek ji mezintirîn komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker e. ev çete li Efrîn, Idlib û gundewarên bakurê Helebê bi cih dibin, piraniya endamên wê ji êlên ereb (Şêtat û Eşara) ên Dêrazorê, Tebqa û başûrê Reqayê ne. Ehrar El-Şerqiye sala 2014′an bi navê Ceyş El-Şerqiye û Mertalên Şerqiye dihat nasîn. Ehrar El-Şerqiye bi petrola Dêrazorê bazirganî dikir.
Piştî ku Çeteyên El-Nusra bin ketin, ji rojhilatê Sûriyê vekişiyan û berê xwe dan rojava û bakurê Sûriyeyê hêza êlan lawaz bû, ji ber vê yekê êlan hewl da di şerê li dijî de DAIŞ′ê bi hêzeke din re hevkariyê bikin. DAIŞ′ê sala 2015′an êla Şêtat di komkujiyekê re derbas kir û di encamê de 700 ciwan hat kuştin.
Êla Şêtat di nava operasyona Mertala Firatê de cih digirt û hevalbendên rêjîma Baas a li Dêrazorê bûn. Her wiha li herêma Tenef a rojhilatê Sûriyeyê destek dida artêşa Amerîkî. Di heman demê de di nava refên QSD′ê de cih digirtin.
Êla Şêtat komên çekdar ên wekî ″Cemu Edil, Ceyş El-Şerqiye, Fersan El-Şerqiye, tûgayên wek Mertala Fihûd, Ebas, Hesekê, Xetab û Qadisiye″ girtin nav xwe û navê Ehrar El-Şerqiye tê nasîn.

Sivîl bi tawana hevkariya bi DAIŞ′ê re direvandin

Ehrar El-Şerqiye operasyonên xwe li gundewarên bakurê Helebê yên di bin dagirkeriya artêşa Tirk de dane destpêkirin. Ji ber operasyona koçberkirinê hejmara vê koma çete bû 4 hezar. Endamên vê koma çete li rojhilatê Cerablusê û rojavayê Idlibê bi cih dibin û kiryarên talan, dizî û revandina welatiyan û xwestina pereyan pêk tînin. Çeteyan bi taybetî koçberên Reqa û Dêrazorê yên li herêmê bi tawana têkîliya bi DAIŞ′ê re direvandin.
Di 18′ê Îlona sala 2016′an de çeteyên Ehrar El-Şerqiye beşdariya xwe di operasyona Mertala Firatê de rawestand û bi vê yekê beşdariya hêzên Amerîkî di operasyonê de red kir. Ehrar El-Şerqiye xwest nîşan bide ku ew destwerdana aliyên derve qebûl nake. Lê piştî gefên Tirkiyeyê koma çete biryara xwe kişand.

Kîna li hember artêşa Amerîkî

Ehrar El-Şerqiye kîneke mezin li hember artêşa Amerkî nîşan dide ji ber ku arêtşa Amerîkî berpirsyara komkujiya Şêtat dibîne. Ji ber ku Amerîkayê wê demê noqteyên DAIŞ′ê bombebaran nekirin. Kîna li hember artêşa Amerîkayê yek ji sedemên şerê di navbera koma çete û çeteyên Hemze yên ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatine perwerdekirin e.
Li bajaroka Sermeda ya girêdayî bajarê Idlibê jî di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û çeteyên Sultan Murad de şer derket, sedema şer nelihevkirina li ser bazirganiya erebeyên hatî dizîn bû. Li bajarê Efrînê jî di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û Hemze de şer derket, dîsa sedema şer nelihevkirina li ser mal û milkên gel ên bû. Ehrar El-Şerqiye 200 endamên çeteyên Hemze li Efrîn û Babê girtin. Gelê herêma Babê li dijî kiryarên çeteyên Ehrar El-Şerqiye çalakî li dar xistin.
Çeteyên Ehrar El-Şerqiye li ketina başûr a bajarê Efrînê nivîsandine ″Hun bi xêr hatin Dêrazorê″.

Li Şehbayê şerê di navbera Tirkmen û Ozbekan de

Çeteyan Hemze yek ji komên çete ya ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatî perwerdekirin e. Ev koma çete 23′yê Nîsana sala 2016′an de hat avakirin. Di Hezîrana sala 2016′an jî artêşa Tirk Lîwa Semerqend (ku ji çekdarên Ozbekî pêk tê) tevlî nava çeteyên Hemze kirin. Rêxistina Hemze dişibe Partiya Islamî ya Tirkistanî ku navê wê di lîsteya terorê de ye. têkîliya di navbera çeteyên Hemze û Sultan Murad de xurt in.
Piştî perwerdeya leşkerî, hêzên Amerîkî desteka leşkerî (erebeyên zirxî û fûze) pêşkêşî çeteyên Hemze kir. Çeteyan ev alavên leşkerî di êrîşa li dijî Efrînê de û êrîşên li ser gundewarên rojavayê Minbicê de bi kar anîn.
Tirkiye hewl dide şerê li Babê yê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de ji berjewendiyên xwe bi kar bîne û hewl bide fitneyê di navbera gelên Ereb û Tirkmen de ava bike.

Tasfiyekirina komên çete

Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina komên çete, hewl dide çeteyan li dijî hev bide şerkirin bêyî ku tu cûdahiyê bixe navbera komên çete. Bi vê yekê dê serweriya li ser herêmên dagirkirî sedî sed radestî artêşa Tirk a dagirke bibe.
Nîşaneya vê planê şerê ku şeva Yekşemê di navbera komên çete yên Sultan Murad û Siqûr El-Cebel de rû da ye. Dibe ku ev plan bi fermana Rûsyayê be, da Rûsya bikaribe bi hêsanî noqteyên çavdêriyê li gundewarên bakurê Helebê bi cih bike. Li aliyekî din jî nîqaş tê kirin ku artêşa Rûsî noqteyeke çavdêriyê li Efrînê ava bike.

 

Back to top button