DosyaHemereng

Şehîd Îsmaîl Dêrik… bi têkoşîna xwe bi hezaran şoreşger afirandin

Şehîd Îsmaîl Dêrik yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Piştî ku fikr û felseya rêber Abdullah Ocalan dinase, berî dide çiyayên Kurdistanê. Di demeke kurt de dibe endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê. Di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker de di sala 1990’an de tev li karwanê şehîdan dibe. Bi beşdarbûna bi hezaran di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de têkoşîna wî mayînde dimîne.

Gelên ku tiyên azadiyê ne şoreşger û têkoşer afirandin. Di nava zar û zêcên xwe de hezkirina welat çand da ku hêvî û armancên wê bi cih bînin. Gelê Rojava ji gelên azadîxwaz û aştîxwaz e ku bi hezaran têkoşer afirandin. Yek ji wan jî şehîd Îsmaîl Dêrik e.

Îsmaîl Îbrahîm di sala 1960’an li gundê Girê Şêra (Til Xenzîr) ê herêma Koçerat tê dinê. Di sala 1984’an de tevî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û di 26’ê Hezîrana 1990’î de şehîd dibe.

Îsmaîl Dêrik di malbateke welatparêz de mezin dibe ku bi ramanên rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Malbat ji 4 bira û 5 xwişkan pêk tê. Îsmaîl ê herî mezin e. Malbata şehîd Îsmaîl li gundan dijî ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikir.

Xwendina xwe ya seretayî li dibistana gundê Til Xenzîr temam dike, piştre diçe bajarê Dêrikê da ku xwendina xwe ya asta navîn û amadehiyê li wir berdewam bike, di wê demê de dibistanên navîn û amadehî li gundên Dêrikê tune bûn. Îsmaîl sala 1979’an bawernameya amadehiyê ji Dibistana Yûsif El-Ezman diqedîne û diçe Şamê da ku fakulteya endezyariya medenî bixwîne.

Di sala 1983’yan de diçe Beyrûtê paytexta Lubnanê û tev li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dibe. Sala 1984’an diçe çiyayên Kurdistanê. Di sala 1985’an de dîsa vedigere Rojava da ku xwendina xwe ya zanîngehê temam bike. Li gel xwendinê xebatên siyasî û rêxistinî di nava partiyê de didomîne.

Sala 1986’an dîsa diçe Beyrûtê û ji wir diçe çiyayên Kurdistanê. Di sala 1986’an de vedigere Lubnanê û beşdarî Kongeya Sêyemîn a PKK’ê li Beqaayê ya Lubnanê dibe, ku li wir Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) tê damezirandin ku dikeve şûna Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK). Di kongreyê de gelek biryar ji bo pêşxistina xebatên partiyê û zêdekirina hejmara endamên wê hatin dayîn.

Di kongreyê de şehîd Îsmaîl wek endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê tê hilbijartin. Îsmaîl kesê yekemîn ji Rojava ye ku dibe endamê komîteya navendî ya partiyê û yek ji damezirînerên Eniya Rizgariya Kurdistanê ye.

Şehîd Îsmaîl li gelek herêmên Rojava, Sûriye û Bakurê Kurdistanê kar û xebatê dimeşîne.

Di dawiya meha Hezîrana sala 1990’an de di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de li herêma Wan ya Bakurê Kurdistanê şehîd dibe.

Birayê şehîd Îsmaîl Dêrik, Zinar Îbarahîm di salvegera şehadeta birayê xwe de ji ANHA’yê re axivî. Zinar dibêje: “Şehîd Îsmaîl di dawiya sala 1970’yî de tevî çend hevalên xwe Ezîz û Sefwan tev li tevgera siyasî dibe. Destpêkê pirtûk ji zimanê erebî wergerî zimanê kurdî dikir û belavokên rêber Abdullah Ocalan jî werdigerandin.”

Zinar bi domdarî dibêje: “Şehîd Îsmaîl bi sîfetên xwe yên baş dihat naskirin ku ji jiyana gundîtiyê wergirtiye. Di civaneke aştiyane de mezin bû. Ji destpêka ciwantiya xwe de rihê welatparêziyê li gel wî xurt bû, her ku mezin dibe ev taybetmendî zêdetir dibe ta tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû.”

Zinar anî ziman ku şehîd Îsmaîl di dibistanê de yê yekemîn bû, cave malbatê li derçûna wî bû, kengî xwendinê xwe biqedîne da ku di aliyê madî de alîkariyê bike ji ber ku yê mezin bû. Lê piştî xwendina xwe qedand qebûl nekir ku wekî karmend li gel dewletê bixebite, rêya azadiyê pejiranad û tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Şehîd Îsmaîl ev biryar da ku da ku azadiyê ji gelê xwe re bîne ku mêtîgerên Kurdistanê ji dest biribû. Şehîd Îsmaîl hemû hêz û enerjiya xwe xist xizmeta doza xwe.”

Zinar diyar kir ku şehîd Îsmaîl di hemû waran, çandî, civakî, siyasî û ta hunerî mutemekin bû, ji ber ku hertim pêşeng bû. Bi exlaq û mutewazinbûna xwe dihat naskirin, ji ber wê cihê xwe di dilê her kesî de çêkir.

Zinar anî ziman ku şehîd Îsmaîl di zimanê Kurdî de gelek xurt bû, bi dehan pirtûkên erebî wergerî kurdî kirin, di nav de pirtûka “Kesayetî” û gelek pirtûkên Rêbertî.”

Birayê şehîd, Zinar got “Şehadeta Îsmaîl ji bo malbatê birûskek bû û valahiyeke li herêmê çêkir, ji ber wê bi dehan xort û keç da ser şopa wî û tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn, gelek wan şehîd bû. Di merasîmê wî de xwişka min şervîn Dêrik çeka wî hilgirtin û beşdarî refên Tevgera Rizgariaya Kurdistanê dibe û di sala 1998’an de şehîd dibe.”

Zinar di dawiya axaftina xwe de got, şehadeta Îsmaîl û hevalên wî Medenî û Ceger li herêmê deng veda ji ber ên destpêkê bûn ku li herêmê şehîd dikevin.

Hevalê şehîd Îsmaîl ê zarokatî û xwendinê Remezan Hesen bi bîr xist ku wî û şehîd Îsmaîl rojên xwe li gund derbas kirin ta merheleya seretayî bi dawî bû, piştre bi hev re diçin Şamê da ku xwendina xwe ya zanîngehê temam bikin.

Hesen li ser kesayeta şehîd Îsmaîl, meyl û xebata wî ya siyasî ev tişt parve kir: “Şehîd Îsmaîl xwedî rihekî welatparêz bû, ev yek di sala 1977’an de di dema ciwantiya wî de diyar bû. Di sala yekemîn a fakulteya endezyariya medenî li Şamê di sala 1979’an me odeyek li devera Mezayê kirê kir, em salekê li wir man. Piştre şehîd Îsmaîl biryar da ku ji Mezayê biçe Rukenedîn, ji ber ku taxa Meza ji bo çalakiyên siyasî ne guncaw bû ku hêzên ewekariyê yên rejîmê lê pir bûn. Ji ber vê taxa Ruknedîn pejirand ji ber ku Kurd lê hene û mala siyasetmedar Osman Sebrî lê bû.”

Hesen wiha domand: “Pîrozbahiya Newroza 1979’an ku Eyn Fîca ya Şamê tê bîra min. Şehîd Îsmaîl Newroz bi rê ve dibir, her tim banga pîrozbahiya şahiyên neteweyî dikir. Di wê demê de rejîma Sûriyê şahî qedexe kiribû.”

Endezyar Hesen bi bîr xist ku piştî xwendina zanîngehê bi dawî kir, têkiliyên wan qut bû, ji ber ku ew vedigere herêmê û şehîd Îsmaîl diçe Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a Lubnanê û got hevdîtina dawîn piştî 4 salan ji qutbûnê bû, di sala 1988’an bû.”

Remedan Hesen jî piştrast kir ku şehîd Îsmaîl bi taybetmendiyên xwe yên baş û mutewazîbûna xwe gelek kes kişandin aliya xwe, şehadeta wî bandoreke mezin li herêmê çêkir, piştî şehadeta wî bi dehan ciwanên herêmê da ser rêya têkoşîna wî ya şoreşgerî.

Ji kesayetên ku ji zarokatiyê de bi şehîd Îsmaîl bandor bûn Yûsif Hacî ye û dibêje: “Dema ku şehîd Îsmaîl ji zanîngehê vedigeriya şêniyên gund mezin û biçûkên wê serdana wî dikir, ji ber mutewazî bû û rêz ji derdorê re digirt û ji ber têkiliyên wî yên civakî cihekî xwe di civakê de çêkir.”

Hacî destnîşan kir ku xwendekarên gundê Girê Şêra bi kesayeta şehîd Îsmaîl ve girêdayî ne, bi dehan xwendekar tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn û wiha anî ziman: “Şehîd Îsmaîl li Bakurê Kurdistanê çalakiyên siyasî yên tevgerê meşandin, bi taybet li Wanê cihê ku lê şehîd bû. Bi dehan ciwanên Bakurê Kurdistanê piştî şehadeta wî tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn.”

J: Ajansa Hawar
Back to top button