Dosya

Tura Nûçeyan

 

NUÇEYÊN ROJANE  Tîrmeh18-10-2015                           

 

SERNUÇE

AJANS

Rûsya: PKK ne rêxistineke terorîst e

Sebrî Ok: Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket

Dewreya Antî-Teror bidawî bû

Ji bo Sûriyeke demokratîk werin yekîtiyê

Xebatkarê Şaredariya AKP’ê komkujî pêk aniye

DAIŞê ji 3 aliyan de êrişê hêzên kurda kir

Firokeyên Tirkan dîsan li Qendîlê dan

ROJNAME

Emerîka: Me çek nedaye Kurdên Sûrî

Hevpeymanan 21 hêriş birine ser pêgehên DAIŞ`ê

MEQALE

DEMUKRASIYA BÊ DEWLET

 

AJANS

Rûsya: PKK ne rêxistineke terorîst e

 

Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov destnîşankir ku, bi PKKê re tu pêwendiyên me tunene lê em PKKê jî wekî rêxistinek terorîstî nabînin.
Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov ji ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, hebûna me li Sûriyeyê bi destûra Şamê ye û me heta niha tu alîkariya çekî ji bo PYDê nekiriye.

Karlov di berdewamiya axaftina xwe de got, çend roj berê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê min vexwend. Di nava têliyên hevbeş de em li ser gelek mijaran rawestiyan, di nava van de mijara kurd ên Sûriyeyê jî hebû. Hevkarin min yê wezareta Tirkiyeyê endîşeyên xwe anî ziman.

Andrey Karlov di dirêjiya axaftina xwe de got, li gorî rayedarên Tirkiyeyê, PYD partiyeke qedexe û bi PKKê re têkildar e. Pêywendiyên Rûsyayê yên navneteweyî ne li dijî tu berjewendiyên dewletên cihanê û Tirkiyeyê ne. Me li ser daxwaza hikumeta merkezî ya Bexdayê çek ji wan re şandin. Xebatên me li Iraq û Sûriyeyê bi xwestek û daxwaza wan pêk tên.

© SPUTNIK/ / ALEXEY FILIPPOV

Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov di dawiya axaftina xwe de got, em pirgirêka terorîzmî û endîşeyên Tirkiyeyê yê navneteweyî fêhm dikin. Lê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî PKK û PYDê wekî rêxistinên terorîstî nabînin. Heta niha bi PKKê re pêwendiyên me çênebûne, lê me bi nûnerên PYDê re hevdîtin kirin.

 

Sebrî Ok: Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket

ANHA

Endamê Rêveberiya KCK’ê Sebrî Ok diyar kir ku bi hatina Rûsya denge hatin hejantin. Di serî de jî plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket. Rûsya, Sûriye, Îran û Hizbullah weke hêzeke hevbeş di nav şerekî de ne

Endamê Rêveberiya KCK’ê Sebrî Ok geşedan û bûyerên dawiyê yên li Tirkiye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêş dikevin, ji bo RojNews nirxand. Ok bal kişande ser helwesta AKP û Erdogan a li hemberî biryara bêçalaktiyê û wiha got; “Biryara bêçalakîtiya 10’ê Cotmehê bi berpirsyariya hereketa me ya li hemberî banga ev hêz û kesên navneteweyî û dîsa pir siyasetmedar, rêxistin û kesayetan re bibe. Hereketa me bi berpirsyarî ev kir

Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket

Ok bal kişande ser planên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê û wiha pêde; “Tê zanîn têkiliyên dewleta Sûriye û Rûsya ji berê vir ve xurt e. Hîn wexta sosyalîzma pêkhatî û Hafiz Esad jî di navbera van herdû dewletan de têkiliyek di asta stratejîk de hebû. Rûsya li ser Rojhilata Navîn encax li Sûriye xwedî hêz be dikare xwedî rol be. Li Rojhilata Navên baregeha wan a leşkerî û mewziya wan Sûriye-Lazkiye ye. Sûriye ji berê ve her tim bi rejîmê re bû alîkar. Lê wexta dewleta Tirkiyeyê li ser Cerablûs û Ezaz xwest hîn xwedî rol be. Weke piştgiriya DAIŞ û El Nusra kir. Dîsa wexta hêzên koalîsyona navneteweyî giraniya xwa dan ser Sûriye. Rûsya dereng nema hîn zêde li ser Sûriyeyê sekinî. Asîmanê Sûriyeyê di navbera Rûsya û koalîsyonên navneteweyî de hatiye parvekirin û rewşeke objektîf e. Ev nebe jixwe balafirên wan li asîman bêhemdî li hev bikevin. Alozî û pirsgirêk gihîştiye wê astê. Wexta ku koalîsyonên navneteweyî giraniya xwe da Sûriye û çawa Rûsya aciz bû, wexta Rûsya giraniya xwe da ser Sûriyeyê vê carê jî koalîsyona navneteweyî aciz e. Bêguman bi hatina Rûsya denge hatin hejantin. Di serî de jî plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket. Rûsya, Sûriye Îran û Hizbullah weke hêzeke hevbeş di nav şerekî de ne. Li erdê Hizbullah û Îran, koordînat Sûriye dide û hewayî jî Rûsya lê dide. Lê rexmî van hemû tiştan pêşketin kêm e. Li milê din koalîsyona navneteweyî li hemberî DAIŞ û El Nusra di nav şerekî de ne. Esas ji bo jinûve avakirina Sûriyeya demokratîk û ji bo statuya gelê kurd mirov dikare bêje hîn projeyeke kesî ya zelal tune. Pêşeroj çi be ne diyar e

Berdevkê Amerîka got ku ew ê piştgiriya hêzên dijî DAIŞ’ê ber xwe didin bikin

Di dawiyê de Ok wiha got; “Koalîsyonên navneteweyî çekan dide kurdên Rojava nade em nizanin. Lê berdevkê Amerîka di axaftina xwe de dibêje em ê piştgiriya kesên ku li hemberî DAIŞ li ber xwe didin bikin û qebûl kirin ku ew çek ji hêzên hevbeş ên li dijî DAIŞ û El Nusra re alîkarî kirine. Çend roj beriya vê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê hate îlankirin. Li gorî di çapemeniyê de me şopand ew Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji 11 rêxistinan pêk tên. Ji van rêxistinan yê herî xwedî hêz, li dijî DAIŞ û El Nusra şer dike û encamê digire jî YPG û YPJ ye. Hêzên din bi piranî Ereb in. Diyar e ku yê esas li ser dengeyên Sûriyeyê bandor bike jî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ye. Derveyî vê hêzê tu hêzên din ku li hemberî DAIŞ û El Nusra şer bikin jî tune. Ji Rûsya bigire heta hêzên koalîsyona navneteweyî her kes vê rastiyê qebûl dike. Wisa tê dîtin ku ev hêz li ser siyaseta Sûriyeyê hîn xwedî dike

Erdogan binketina xwe ya 7’ê Hezîranê li hemberî îrada gel qebûl nake

Ok dewama axaftina xwe de diyar kir ku çima  AKP û Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bin ketin û îradeya wan hate şikandin û wiha dewam kir; “Careke din zêde bi lîstok, bi fen û fûtan hilbijartinên 1’ê Mijdarê xist rojeva Tirkiyeyê û xwestin HDP gav paşde bavêje û di bin bendê de bimîne. Weke tê zanîn ê ku protokola Dolmabahçeyê daye ber lingan û tune qebûl kiriye, li ser Rêber Apo demeke dirêje weke 7 meh in zext û tecrîdeke giran pêk tîne û di 24’ê Tîrmehê de bi dehan balafirên şer hemû herêmên medya û bakurê Kurdistanê şev û roj bombebaran kiriye, bi tang û top hovîtiyek mezin li ser civakê komkujî pêş dixîne, zarok û jin hema kî tê pêşiya wan qetil dike û dîsa ji bo hemû mirovatiyê û gelê Kurd jî nirx û rûmeta hêrî mezin tê dayîn weke daristanan êrîş dibe ser bombebaran dike, xera dike zêhniyeta Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker e. Hereket û gelê me jî li hemberî van hemû helwestan û hovîtiya AKP’ê biryara xwerêvebirinê da, bi rêxistin kir û kete nava têkoşîna parastinê.  HPG jî bêguman berpirsyar e ku hebûn û mafên gelê Kurd biparêze. Di vî şerî de heta niha hem siyasî, psîkolojîk hem jî di milê navneteweyî de yê ku winda kiriye zêhniyeta Erdogan, dewleta Tirkiye û û AKP ye. Beriya her tiştî wan êrîş kiriye, gelê me mafê xwe yê parastinê, hem jî mafê xwe yê rêvebirinê pêk tîne. Di vê pêvajoyê de hilbijartin ketin rojeva Tirkiyeyê. Çima ku AKP û Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bin ketin û îradeya wan hate şikandin, careke din zêde bi lîstok, bi fen û fûtan hilbijartinên 1’ê Mijdarê xist rojeva Tirkiyeyê û xwestin HDP gav paşde bavêje û di bin bendê de bimîne. Di heman demê de pir siyasetmedar, akademisyen, rêxistin û pir kesên dewletên navneteweyî ji hereketa me hêvî kirin û xwestin ku herî kêm heta hilbijartina 1’ Mijdarê em biryara bêçalakîtiyê bidin Rêveberiya hereketa me ev hemû pêşniyar û daxwazên bêçalakîtiyê kir rojeva xwe, nirxand û pêwîst dît ku ji van xwestek û pêşniyaran re bibe bersiv. Li ser vî esasî di 10’ê Cotmehê de biryara bêçalakîtiyê da. Biryara bêçalakîtiya 10’ê Cotmehê bi berpirsyariya hereketa me ya li hemberî ev hêz û kesên navneteweyî û dîsa pir siyasetmedar, rêxistin û kesayetan re bibe Hereketa me bi berpirsyarî ev kir. Helwesta AKP’ê û Erdogan li hemberî vê biryara me dîsa xwîn rijandin, komkujî û berdewamkirina şer e. Zêhniyetek faşîst û dagirker di şer de israr dike û tu wateyê nade vê berpirsyariya hereketa me ya biryara bêçalakîtî da. Dîsa li hemberî pêşniyar, xwestek û hêviyên pir rêxistin û dewletên navneteweyî li gorî xwe tevdigere. Derveyî dijminantiya gelê Kurd di zêhniyeta faşîst û dagirker de israrkirin, tu lêgerîn û berpirsyariya wan tune. Hîn jî rojane komkujî, di şer de israrkirin derveyî wê tiştek tune

Di roja îro de her kes qebûl dike ku li Tirkiyeyê DAÎŞ heye

Ok diyar kir ku êdî hemû kes dizane li Tirkiyeyê DAIŞ heye, desteka Tirkiyê ya bi DAIŞ’ê re dizanin û wiha dewam kir; “Erdogan û AKP di her axaftina xwe de zemîna vê komkujiyê çêkirin. Di serî de HDP û hemû kesên aştîxwaz û demokrat weke hedef nîşan da. Bi salan vir de piştgiriya DAÎŞ’ê kirin, veşartin. Li hemberî xwe bi rêxistinkirina DAÎŞ’ê bêdeng man û piştgiriya wê kirin. Di roja îro de her kes qebûl dike ku li Tirkiyeyê DAÎŞ heye, dewlet piştgiriya wê dike ev rastiyek e. Dîsa ew Ocaxên Osmanî hene. Esas zihniyeta Ocaxên Osmanî û DAÎŞ eynî ye,  ji hev ne dûr in. Çi DAÎŞ, çi Ocaxên Osmanî her kê ev komkujî pêk anîbe bêyî nîqaş derveyî piştgiriya AKP’ê û jê re zêmîn avakirin ne mimkûn e. Eger kesekî weke Sedat Peker li ser çapemeniyê rastûrast destek dide AKP’ê û di axaftina xwe de jî dibêje “her kes ew ê bibîne çirik çirik xwîn biherike”. AKP û Erdogan jî Sedat Peker qebûl dike û di ragihandinê de  çawa ji hev re dost in dîmenên wan derdikevin. Helwesta AKP’ê di vir de pir diyar e. Kesekî weke Sedat Peker diz, faşîst û çete pesindariya Erdogan dike û dîsa bi sedan hucreyên DAÎŞ’ê li Tirkiyeyê hene, rêxistinên Ocaxên Osmanî ku Erdogan piştgiriya wê dike û bi rêxistin dike. Mirov şaş nemîne ku ev komkujî li Enqereyê pêk hat. Bila hemû mirovatî gelê kurd û civaka Tirkiyeyê careke din di kesayeta Sedat Peker mêze bike AKP û Erdogan nas bike

Bi komkujiya Enqereyê xwestin vîn û îradeya civak û rêxistinên demokratik bê şikandin

Ok daxuya kirin ku hesabên komkujiya Enqereyê pir in û wiha got; “Yek, jixwe faşîzm tiştekî wisa ye. Li ser xwîn rijandin û tolê xwe bi rêxistin dike. Rastiya AKP’ê jî wisa ye. Dudo, bi komkujiya Eneqerê dixwazin ku îradeya civak û rêxistinên demokratîk û şoreşger bê şikandin. Nikaribin bi hezaran, sed hezaran mîtîngan li dar bixin. Nikarin meşan li dar bixin weke tirs û xofekê li ser civakê çêbikin. Sisê, tê zanîn Erdogan û AKP hemû xebatên xwe yên siyasî û hilbijartinê heftane li ser anketan plan dike û pêk tîne

Di bingeh de bi zeka û aqilê civakê û bi siyaseta Tirkiyeyê dilîzin

der barê gotinên Erdogan û Davutoglu yên li ser komkujiya Enqereyê, Ok wiha nirxand “Wexta mirov axaftin û nirxandina Erdogan û Davutoglu guhdarî dike durûtî û sextekariya wan hîn baştir dibîne. Weke bi zorê û derewên xwe nikarin veşêrin jî xwe vir de wir de didin ku îla PKK’ê jî li kêleka DAÎŞ biteyisînin. Esas bi zeka û aqilê civakê û bi siyaseta Tirkiyeyê dilîzin. Bi rastî ji bo civak û siyaseta Tirkiyeyê heqaret e. Çawa ewqas vekirî derewan û durûtiyê dikin. Esas bêçaretiya wan e. PKK û DAÎŞ çawa li kêleka hev tê bibîranîn. Dinya dizane ku PKK li hemberî DAÎŞ’ê şerekî berfireh, dijwar, qehremanî û serkeftî da. Ev hîn jî rojane li başûrê Kurdistanê Şengal bi ruhekî fedaî berdewam dike. Dîsa gelê kurd li Rojava Kobanê bi qehrementiyek pir mezin li hemberî DAÎŞ şer kir û îradeya DAÎŞ şikand. Tenê hewl didin ku xwe veşêrin, sûcê xwe sivik bikin. Çi yekser, çi ne yekser bi destê DAÎŞ û Ocaxên Osmanî ev komkujiyî bi alîkariya AKP’ê pêk hatiye ev diyar e. Hemû mirovatî vê dizani

Siyaseta li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ne demokratik e

Ok geşedanên li Başûrê Kurdistanê û krîza ku heye wiha nirxand; “Aloziya ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn bi rastî mirov pê diêşe. Lê sedemên vê hene. Li Başûrê Kurdistanê kêm zêde ji salan vir ve statuyek heye. Ji aliyê petrol, bazirganî û çandiniyê ve parçeyekî dewlemend e başûrê Kurdistanê. Lê siyaseta başûrê Kurdistanê ne demokratîk e. Çanda demokrasiyê pêş neketiye.  Aboriya civakî nehatiye birêxistinkirin. Maddiyat û desthilatdarî di ser her tiştî re hatiye girtin. Hinek kes, hizb û malbat zêde dewlemend, di milê din de feqîrtî û belengazî heye. Gelê me yê Başûr bike neke vê rastiyê dibîne û nerazîbûna xwe diyar dike Eger ji destpêkê ve hilberîna kolektîf, aboriya civakî, dabêşiya dahatê bi edalet bûya Başûrê Kurdistanê îro bi her awayî ew ê xurt bûya. Eger riya siyaseta demokratik bihata vekirin îradeya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bikira, çanda demokrasiyê pêş biketa rewşa başûrê Kurdistanê ne weke îro bûya. Mixabin ev hemû kêmasî hene, ev hemû pirsgirêk bûn sedema nerazîbûna civakê û xitimîna siyasetê. Em hevî dikin û hez dikin ku siyasetmedarên Kurdistanê di van noqteyan de xwe sererast bikin û pirsgirêkên heyî bi îrade û daxwazên gel bi diyalog, muzareke û hevdîtine çareser bikin

Bêguman yek sedema van pirsgirêkên tê jiyîn jî pirsgirêka serokatiya herêma başûrê Kurdistanê ye. Weke hereket di vê mijarê de jî rasterast em ne mudaxîl in. Em dibêjin eger demokrasî bihata rêxistin kirin. Dîsa siyaset demokartîk bîbûya. Ev mijara serokatiya herêmê jî ewqas mezin nebûya. Dîsa jî em hêvî dikin ku bi şêwazekî maqûl û demokratîk û bi muzakere ev mesele bê çareserkirin

 Me nedixwest ku ev pirsgirêk bêne vê astê

Her nerazîbûnek li hemberî xwe nerazîbûneke din û hîn bi dijwar çêdike. Ji bo îmaj û siyaseta başûrê Kurdistanê tiştekî wisa bêguman ne maqûl e. Eger serokê parlementoyê nikaribe biçe meqamê xwe ev pirsgirêkêk cidî ye. Astengkirin Yusuf Mihemed ku nehêle biçe hewlêrê. Li gorî me xizmeta çareseriyê nake. Dîsa çar parlamenterên Goran ji wezîfeyê hatine girtin. Ew parlamenter bi hezaran îradeya gel hatine hilbijartin. Gelê ku dengê xwe daye van parlamenteran li hemberî vê biryarê ew ê xwedî bertek bin. Ji wezîfe girtina parlamenteran jî ne demokratîk e. Kê ew parlamenter hilbijartine dîsa ew ji wezîfeyê bigire ew in yanî gel e Dibe ku hin pirsgirêk bêne jîyin, lê mirov bi tehemûl û sebrê wan bigire dest. Me nedixwest ku ev pirsgirêk bêne vê astê. Em dîsa hêvîdarin ku pirsgirêkên îro li başurê Kurdistanê tên jiyîn her çi be jî partî û rêxistinên heyî hevdû neêşînin, neheqiyê nekin bi aqilekî demokratîk û muzakereyê bigihînin çareseriyekê

Dewreya Antî-Teror bidawî bû

ANHA

EFRÎN – Li Kantona Efrînê dewreyeke hêzên Antî-Teror di merasîmekê de bidawî bû.EFRIN-YEKEMIN-DEWREYA-ANTI-TEROR-1

Hêzên Antî-Teror ên Kantona Efrînê dewreyeke perwerdeyê bi navê ‘Dewreya Şehîd Gerîlla ku du meh û nîv dirêj kir, bidawî kir

Ji bo qedanadina dewereyê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de fermandar û şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê amade bûn

Piştî rêzgirtinê, toreneke leşkerî ji aliyê hêzên Antî- Teror ên nû dewre bi dawî kirine, ve hate pêşkêşkirin. Şervanên Hêzên Antî-Teror paşê soza şopandina doza têkoşeran dan

Ji bo Sûriyeke demokratîk werin yekîtiyê

ANHA

HESEKÊ – Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Dijwar Xebat ji hêzên leşkerî yên li parêzgehên Sûriye bi armanca parastina gelê Sûriye, şer dikin xwest ku tevlî yekîtiya wan bibin da ku bi hev re Sûriyeyeke Demokratîk û pir rengî ava bikin

Ji bo nirxandina pêngava avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku 15’ê cotmehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Hesekê hate ragihadnin, Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Dijwar Xebat ji ANHA’yê re axivî

Gaveke dîrokî ye

Dijwar Xebat avakirina vê hêzê mîna gaveke dîrokî di şoreşa Sûriyeyê ku 5 sal derbas kiriyeye nirxand û wekî encama hişmendiya demokraîtk ku van hêzan ji xwe esas girtiye binav kir

Xebat bal kişand ku hemû hêzên leşkerî ku yekîtiya xwe ava kirine li kantonên Cizîrê û Kobanê şerê çeteyên DAIŞ’ê kirine û aktîfbûyîna li ser erdê ji tevahiya cîhanê re îsbat kirine

Li gorî Xebat, wan û hevalbendên xwe bi xebatên xwe dane xuyakirin ku dikarin ji bo parastina herêm û bajarên Sûriyeyê hêzekê ava bikin, ji ber vê jî hêza parastina Kurd, Ereb Suryan, Turkmen û Durziyan ava kirine

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk sedemên lawaztiyên leşkerî yên hêzên Sûriyeyê vegot û bal kişand ku yekîtiya van hêzan tune bû, lewma serkeftinên hatine kirin jî ne li gorî ku hatine xwestin. Dijwar Xebat got: “Ji ber ku yekîtî û kordînekirin di navbera hêzên li ser erdê tune bû, armancên wan ne gihiştin serî. Destwerdana hêzên derve û piştgiriya wan ji aliyên leşkerî re da ku berjewendiyên xwe biparêzin sedema sereke ya jihevxistina van hêzan bû. Vê yekê hişt ku pileya wêrankirin û xerabkirinê li Sûriyeyê bilindtir bibe. Ji ber vê pêwîst bû ku hêzeke hevbeş yekgirtî bi armanca xizmetkirina armancên şoreşê were avakirin

Armanc avakirina Sûriyeya demokratîk e

Dijwar Xebat da zanîn ku armanca sereke ya vê hêzê avakirina Sûriyeya demorkatîk û pir rengî ye û got: “Ji bo parastina destkeftî û serkeftinên ku hêzên demokratîk û niştîmanî di şoreşa Sûriyeyê bidest xistine, her wiha ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk pêwîstî bi vê hêzê hebû. Ev hêz bi têkiliyên bi hêzên leşkerî yên Îdlib, Reqqa, Rojavayê Kurdistanê û hemû bajarên Sûriyeyê re dê tekoşîna parastina gelê Sûriyeyê bide meşandin û wê li hemberî hemû kiryraên li dijî gelê Sûriye û şoreşa wî derkeve

Destpêkê li djî çeteyan operasyon

Dijwar Xebat bal kişand ser bernameya vê hêzê di pêngava destpêkê ya xebatên xwe de û ev yek wiha anî ziman: “Destpêkê em li dijî çeteyên ku di derheqê gelê Sûriyeyê de komkujiyan pêk tînin, operasyonan lidar bixin. Ji bo gelê Sûriyeyê di demeke nêz de wê mizgîniyek hebe Em ê xebat parastinê bêhtir berfireh bikin  û wê hêzên me li tevahiya bajaran li dijî hêzên tarî ku komkujiyan pêk tînin, şer bikin. Ji bo Hêzên Sûriyeya Demorkatîk sînor tune ne, dê li tevahiya deverên ku çeteyên DAIŞ, El-Nusra û hevalbendên wan hebin, çalakiyan pêk bînin

Ji bo her kesî bang

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Dijwar Xebat bang li hemû hêzên Sûriyeyê ku li ser erdê şer dikin û armanca wan parastina gelê Sûriyeyê ye, kir ku beşdarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin. Xebat bal kişand ku hêza wan ne girêdayî berjewendiyên hêzên derve ye û bang li ciwanên bajarên Sûriyeyê kir ku tevlî hêza wan bibin û rola xwe aktîf bilîzin

Xebatkarê Şaredariya AKP’ê komkujî pêk aniye

ANHA

Der barê Omer Denîz Dundar ê hate diyarkirin yek ji kujerê qatlîama Enqereyê ye û kujerê qatlîama Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz de derket holê ku li Semsûrê di lêpirsîna “El Qaîdeyê” ya hate kirin de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Salîh Kuçuktaş ê ku di heman lêpirsînê de hebû û wekî kesê çeteyên DAIŞ’ê rêxistin dike ye jî li Şaredariya Semsûrê ya AKP’î de memûr ê bi kadro ye

Têkîliya AKP û DAIŞ’ê ku bi taybetî di êrîşên li dijî Rojava û bi taybetî jî di êrîşên li dijî Kobanê de bi belge û dîmenan derketibû holê careke din hate belgekirin. Belgeya ku di lêpirsîna 2013’an de der barê Omer Denîz Dundar ê hate diyarkirin yek ji kujerê qatlîama Enqereyê ye û kujerê qatlîama Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz de derket holê vê yekê nîşan dide

Li Meletiyê ji aliyê Dozgeriya Paye Taybet ve lêpirsîna hate destpêkirin lê piştî ku ev dozgerî hatin girtin, di çarçoveya lêpirsîna “EL Qaîde” ya li Serdozgeriya Komerê ya Semsûrê berdewam dikir de ji bo Mustafa Dokumaci, Mehmet Îşbar û Salîh Kuçuktaş di 26’ê kanûna 2014’an de bi hejmar 2015/2 îdianame hate amedekirin û doz hate vekirin. Di vê lêpirsînê de der barê 19 kesên ku Omer Denîz Dundar û cewiyê wî Mahmut Gazî Dundar û kujerê qatlîama Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz jî heye de biryara “pêwîstî bi lêpirsînê” hate dayîn

Dema dihatin guhdarkirin tevli DAIŞ’ê bûn

Dokumaci, Îşbar û Kuçuktaş ên di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên wan hatin wergitin telefonên wan jî hatin guhdarkirin. Li gorî îdianameyê di 24’ê îlonê de di hevdîtina Dokumaci û Kuçuktaş a bi telefonê de, Dokumaci ji hevalê xwe re pirsa dê kengî bê Sûriyeyê dipirse. Got ku kesê bi navê Haci dê pere eyar bike û xwest Salîh wesayîtê eyar bike

Di hevdîtina 25’ê îlonê de jî Dokumaci dibêje li Sûriyeyê ye. Dîsa di hevdîtina 27’ê îlonê de jî Dokumaci li Kuçuktaş digere û pirsa ” zarokên me li cem te ne” dike

Li gorî îdianameyê Salîh Kuçuktaş di 5’ê kanûna 2013’an de bi riya îlegal derbasî Sûriyeyê dibe. Di hevdîtina xwe ya wî rojê bi telefonê kir de dibêje malzemeyên di destên wî de leşkeran desteser kirine, dê bi kesên ku li aliyê din li benda wî ne ve li kû derê hevdu bibînin Di hevdîtina duyemîn de jî dibêje bi kesên ku li aliyê din hevdu bibînin ve cih diyar kirine

Gotin endamên rêxistinê ne lê hatin berdan

Di îdianameyê de ev tişt tên gotin: “Li Sûriyê têkîliya wî ya bi kesên li herêma pevçûnê, bi taybetî çûyîna wî ya li herêmên pevçûnê û ji bo kesên din biçin pêşengî kirin, dîtina mirovan li gorî veşarîbûnê tevgerandin, bikaranîna qod nav û di nava hiyerarşiyê de aktîf rol girtin qeydên telefonan ên hatine tespîtkirin, bi delîlên şenber ên heyî, parastina wî ya ne li gorî herikîna jiyanê ya rojane dema ku tê nirxandin.” Lİgel ku ev tişt tên gotin û wekî endamê rêxistinê tên binavkirin jî bersuc bêyî girtî bên darizandin tên berdan

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Eren Erdem jî duh li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku 2 sal in telefonên kujerê Enqereyê yunus Emre Alagoz hatine guhdarkirin û ji hîn qeydên axaftinên telefonê mînak da

Erdem got ku di axaftina telefonê ya di meha gulanê de Yunus Emre Alagoz bi birayê xwe Yusuf Alagoz re gotina “dibe ku ev axaftina me ya dawî be. Hem ya Abdurrahman (kijerê qatlîama Pirsûsê) û hem jî ya min” bi kar tîne

Qatlîam ber bi çav pêk hat

Erdem anî ziman ku di îdianameyê de tê gotin ku kesê bi navê Salîh Kuçuktaş ê endamên DAIŞ’ê rêxistin dike li Şaredariya Semsûrê ya AKP’î memûrê bi kadro ye

Erdem di çarçoveya van agahî û belgeyan de têkîldarî AKP a ku berpirsyariya qatlîamê dixwaze veşêre jî ev tişt anî ziman: “Dihat zanîn ku dê ev qatlîam bê kirin. Di awayeke aşkera di axaftinên telefonan de dibêjin dê li Tirkiyeyê çalakî pêk bînin. Ma hûn li benda çalakiyên 19 terorîstên din in? Çima di vê mijarê de hûn kor in, ker in? Dibêjin kêmasiya dewletê tuneye. Ev belge, belgeyên nefreta we ya li dijî gel e. Divê bi lez, MÎT, Emniyet û Wezîrê KArên hundir îstîfa bikin. Hê jî diyar e lêpirsîneke berfireh nayê meşandin. Ev qatlîamekî ku ber bi çav hatiye kirin e

DAIŞê ji 3 aliyan de êrişê hêzên kurda kir

Sputniknews

Çekdarên DAIŞê li bajarê Şingalê yê Kurdistanê, ji sê aliyan de êrişî Pêşmerge kirin

Balafireke artêşa Îraqê çeperên Pêşmerge bombe kir

Şengal — Danê êvarê li Şingalê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Şingalê Izedîn Seidûn ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îro danê êvarê ji sê aliyan de êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê êrişên wan hatin şikandin

Izedîn Seidûn diyar kir ku çekdarên DAIŞê ji aliyên Sîtî Zeyneb, Kelha Simayîl Beg û taxa Nesr ên bajêr de êriş kirin lê hêzên Pêşmerge bi mêrxasî bersiva wan dan û êrişên wan şikandin

Wî fermandeyê Pêşmerge ragihand ku di şerê îro de tiştek bi hêzên Pêşmerge nehat û got heta niha jî dengê fîşekan tê

Bajarê Şingalê par havînê ket destê DAIŞê û heta niha jî nîvê bajêr di destê DAIŞê de ye

Firokeyên T6irkan dîsan li Qendîlê dan

PUKmedia

Dîsan Firokeyên cengî yên Tirkan dîsan li Qendîlê dan

Duhî şevê û vê sibê firokeyên Tirkan dîsan dest bi êrişan kirin serbarî ku PKK`ê bi yekalî şer rawestandin û asgirbest kirî

Li gorî zanyariyên ji Herêma Parastina Mediyayê ku duhî şevê firokeyên artêşa ezmanî ya Tirkiyê li derdora çiyayên Qendîlê bombebaran kirine û vê sibê demjimêr 9-30 dîsan dest bi firînê kirinê lê heya niha nehatiye zanîn ku ziyanên canî hene an na

 

ROJNAME

Emerîka: Me çek nedaye Kurdên Sûrî

XENDAN

Berdevkê hêzên Emerîka radighîne ku ew çekên ji aliyê balafirên Emerîka ve bo hêzên opozisyona Sûrî anîne xwarê ne ji bo Kurdan bûye

Kolonêl Batrîk Rêder, berdevkê fermandeya hêzên Emerîka li rojhilata naverast ragihandiye Em dilniyane ku ew çekên heftiya borî ji aliyê firokeyên Emerîka bo hevpeymaniya (Erebî Sûrî) me anîne xwarê ne ji bo Kurdên Sûriyê bûye

Behsa wê yekê jî kiriye ku wan tu çek û teqemenî nedan hêzên Kurdî ên Sûriyê

Heftiya borî balafirên Emerîka li bajarê Hesekê 50 ton çek û teqemenî ji bo şervanên YPG xistine xwarê û vê yekê jî nîgeraniya Tirkiyê li dûv xwe aniye û serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu gef li YPG`ê xwariye eger wan çekan bighîne destê gerîlayên PKK û wê demê ewê êrişî YPG`ê bikin

Hevpeymanan 21 hêriş birine ser pêgehên DAIŞ`ê

XENDAN

Fermandariya Hevbeş ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand ku, firokên hevpeymanên Navdewletî ya bi serpereştiya Emrîka 21 hêriş kirin birine pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li Sûriye û Îraq`ê ku di 2 hêrişan de pêgehên DAIŞ`ê li bajarê Reqa û devera Marih`ê kirinr armanc û di encam de yekîneyeke tektîkî ya çekdarên DAIŞ`ê têkşikandine

Her weha firokên hevpemanan 19 hêriş li nêzîkî deverên  El Bexdad, Elbo Heyat, Bêcî Teqatih Kîsk, Mûsil, El Rûmadî, Şengal, Til Efer û El Welîd birine ser pêgeh û engerên çekdarên DAIŞ`ê

Li gor wê daxuyaniyê, di encama wan hêrişan de yekîneyên tektîkî, pêgehên serbazî, çekên giran û çekên lidijî firokan, avahî û otombêl hatine têkşikandine

 

MEQALE

DEMUKRASIYA BÊ DEWLET

XENDAN

Elî Roj

Pirsgirêkên ku îro di serî de li Sûriya û hemû dewletên heremê têne jiyankirin, pirsgirêka demukrasiyê ye. Ji ber ku ger demukrasî li van welatan heba, wê rewşa heyî negihiştiba vê asta ku em îro têde dijîn. Ango pergal û hişmendiya netew dewlet sersebebê hemû pirsgirêkên ku îro li heremê têne jiyankirin û ev hişmendî rojana canê bi deh mirovan li Sûriya dike qurbana desthilatiya xwe û gelê heremê jî fatûra vê yekê dide

Di serî de dema ku em îro rewşa Sûriyê bigrin dest, em baş dibînin ku rojane mirov têne kuştin, girtin û işkencekirin û gelek gund û bajar têne wêrankirin. Mirov pir bi erzanî têne qetilkirin û li ser xaka Sûriya îro şerê cîhanê yê siyemîn tê jiyankirin. Li gorî vê yekê hemû aliyên ku vî şerî didin meşandin, her yekî ji van li pey çiqarên xwe ketiye û ji bona wan kuştina mirovan bûye amûrê berdewamkirina desthilatiya xwe li ser heremê. Ji ber ku dewlet li ser ked û xwîna mirovan dijî û mezin dibe, ji bona wan jiyana mirovan ne girîng e

Lê belê ya girîng ew e ku çiqarê xwe li ser erdê biparêzin û ji bona vê yekê jî çi tê xwestin wê bikin. Ji ber ku îro herkes di bin navê şerê li dijî DAIŞ ê de hemû tiştî ji bona xwe mubah dibîne. Di serî de AKP ê di bin navê şerê DAIŞê de îro li ser gelê Kurd bi rengekî hovane komkojiyan pêktîne û rêjîma Esed jî di bin navê şerê li dijî DAIŞ ê de şerê gelê sivîl dike û pirsgirêka heyî hîn jî kûrtirdike. Derbasbûna Emrîka û Rûsiya û tevlîbûna wan mîna du hêzên sereke di şerê ku îro li ser xaka Sûriyê tê jiyankirin, rengekî din da şerê ku îro tê meşandin

Li gorî ku tê xuyakirin heyanî astekî hevsengî di navbera van herdû hêzan de heye û her aliyek dixwaze bi hêz û hevalbendên xwe re giraniya xwe deyne holê. Kurd li Sûriyê tekane hêzeke ku li hember DAIŞ ê tekoşîn dike û bi ser dikeve, lewre di çarçoveya rêkeftin li hemeber DAIŞ ê de dikare bi her hêzekî re têkilî û danustandinê bike

Ji bona gelê Kurd kîjan hêz rastiya gelê Kurd û mafê wî nasbike, ew hazirin di eniyeke demukrat de cihê xwe di şerê li hemberî DAIŞ ê de bigrin ji bona pêşeroja sûriyeke demukrat û azad cihê xwe bi rengekî aktîf bigrin. Bi hêviya ku em di hindirê jiyaneke demukrat, azad û bê dewlet de bi hev re bijîn

 

                                NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

NRLS

W:SP.News

J. M

 

Back to top button