NûçeXweserî

Li Dêrikê Barliyamenta Gel hat vekirin

Avahiya Parlemtoya Gel ku ji aliyê Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê hate amadekirin, bi pîrozbahiyekê hat vekirin.

Piştî ku Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ya li bajarê Dêrikê hate lidarixsitn, bidawî bû kesên beşdarî konferansê bubûn berê xwe dan cihê ku Avahiya Parlementoya Gel ku ji aliyê rêxistina Cîhana Nû hatiye amadekirin û ji bo vekirina wê pîrozbahiyek lidar xistin.DRK-KONFIRANS-LI-DERIKE-BIDAWIBU-4

Navend ji aliyê Cîgira Serokê Desteya Karê Derve Emîna Osê ve hat vekirin. Osê spsaiyên xwe ji hemû kesên ku beşdarî bûne û Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê, re pêşkêş kir. Osê got: “Ev proje wê bibe projeya biratiya gelan, armanc jê ew e ku têkiliyên di navbera gelên herêmê de xurtir bibin û wekheviyeke bêyî dewlet were avakirin.”

Rêveberê Rêxistina Cîhana Nû Yûnis Stalvan jî axivî û wiha anî ziman: “Em gelek kêfxweş in ku li bajarê Dêrikê em pirojeyeke wiha vedikin. Şoreşa Rojava şoreşeke nû ye, li Rojavayê Kuridstanê gavên mezin û nû hatine avêtin. Ev avakirin hê jî didome. Hêvî û baweriya min jî ew e ku ev parlemento dê bibe sembola biratiya gelan.”

Di dawiya pîrozbahiyê de Koma Koçerat stran û dîlanên xwe pêşkêş kir.

(rş/he) 

J: ANHA

J. M

Back to top button