ÇalakîManşêtNûçePYD

Civîna berfireh a PYD ya bajarê Ehdasê hat li darxistin

Kantona Efrîn û şehba

Di berdewamiya li darxistina civînên berfireh yê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD îro Civînaekî berfireh li bajarokê Ehdasê û gundên girêdayî wê  hat li darxistin.

Di civînê de endamên partiyê yên şane, endam û rêveberiya komîn, meclîs, KongreStar û endamên meclîsa partiyê amade bûn.

Civîn ji aliyê endamên meclisê partiyê Luqman Jaro, Wehîde Xelîl, Suraya Mistefa ve hat birêvebirin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pê kir û piştre perspektifên Rêbertî bi riya sinefizyonek Ji Bo beşdaran hat pêşkêşkirin. Her wiha rapora 2 salan a bajarê Ehdasê  jî hate xwendin , tê de kar û xebata du salan û rewşa hemû qumîteyan hate lêvkirin ji amedebûnanre.

Paşê rewşa siyasî ji aliyê endama meclisa partiyê Ilham Mihemed ve hat nirxandin.

Paşê Nîqaş  ji amadebûyan re hat vekirin û  rewşa rêxistinî ya partiyê di nava bajaroka Ehdas  de nîqaşkirin,û pêşniyarên xwe ji bo zêdekirina aktîvkirina şaneyên nav bajêr û xebatên rêxistinî bi giştî hat kirin.

Di dawiya civînê de Emîn Daûd weke rêveberê partiyê li bajarokê Ehdasê hate hilbijartin.

Back to top button