ManşêtNûçe

Di 6 salan de 463 kuştin û destdirêjî li hemberî 803 jinî

Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, revandin û qetilkirina mirovan û destdirêjî her diçe zêdetir dibe. 

Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka sala 2018’an ve heya niha bi giştî 463 kes hatine kuştin, 10332 kes hatin revandin, 142 destdirêjî hatin kirin.

 di raporan de li gorî salan wiha hatine diyarkirin:

2018-2019

Revandin: 7213 kes, ji wan 270 jin in.

Kuştin: 230 kes, ji wan 59 jin in.

Destdirêjî: 60 jin

Mecburhiştina xwekuştinê: 5 jin

2020

Revandin: 1079 kes, ji wan 92 jin in.

Kuştin: 67 kes, ji wan 9 jin in,

Destdirêjî: 76 jin,

Zewicandina jinên di temenê biçûk de: 5

2021

Revandin: 838 kes, ji wan 82 jin (25 yên bi temên biçûkin) û 13 zarok in.

Kuştin: 65 kes, ji wan 14 jin in.

2022

Revandin: 629 kes, ji wan 49 jin in û yek zarok e.

Kuştin: 62 kes, ji wan 20 jin in (7 jin di topbaranê de hatine kuştin)

2023

Revandin: 376 kes, ji wan 35 jin û 6 zarok in.

Kuştin: 20 kes, ji wan 4 jin in.

Destdirêjî: 1 jin

mecburhiştina xwekuştinê: 2 jin.

2024 (4 mehên destpêkê)

Revandin: 197 kes, ji wana 25 jin in.

Kuştin: 19 kes, ji wan 2 jin in.

Destdirêjî: 5 jinên ciwan

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê raporên hatine amadekirin, ji Rêxistina Efûyê ya navnetewî û saziyên din ên mafên mirovan ên navnetewî re şandine, lê heta niha ne bersiv hatiye dayîn, ne jî hewldanek çêbûye.

Hevseroka Yekîtiya Parêzer a Kantona Efrîn û Şehbayê Roşîn Hido derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.

Roşîn Hido destnîşan kir ku ji destpêka dagirkeriyê ve êrişên bi her şêwazî tên meşandin û got: “Bi taybetî Jinên temen biçûk bi darê zorê û di bin gefan de hatin zewicandin û radestî komên çeteyan hatin kirin. Zarokên keç hatin revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye ji malbatên wan hatin xwestin. Bi sedan Jinên Kurd li pêşiya çavên malbat û zarokên wan hatin revandin.”

Roşîn Hido da zanîn ku piştî derbasbûna 6 salan Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) di rapora ku di 26’ê Sibata 2014’an de eşkere kiribû, cara yekem bal kişandiye ser pêkanînên dermirovî, lê hîn gavek nehatiye avêtin û  bang li rêxistinên navnetewî kir ku derbasî Efrînê bibin û lêkolînan bikin.

Back to top button