ManşêtNûçe

Însiyatîfa Azadiya Rêbertî a Sûrî li ser rewşa Rêber Apo rêzecivînan bi partiyan re pêk tîne

Di çarçoveya pêngava ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîˊ de ku di 10ˊê Cotmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hevdîtinên xwe bi partî û blokên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja sêyemîn de dewam dikin.

Şandeya însiyatîfê ya bi serkêşiya berdevkê wê Ferzende Munzur, serdana Partiya Sûriya Pêşerojê, Desteya Tensîq El Wetanî-Tevgera Guhartina Demokratîk, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê û Partiya Yekitiya Suryanî kir.

Di hevdîtina yekemîn de endamên însiyatîfê Partiya Sûriya Pêşerojê re li Qamişloyê hevdîtin kir.

Şande bi hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo Welîde Îsmaîl û berdeva Meclisa Jinan a Partiyê Welîde Hesen re civiyan.

Di destpêka hevdîtinê de berdevê însiyatîfê Ferzende Munzur li ser armanca serdanê axivî.

Munzur bal kişand ser girîngiya pêngava cîhanî û got:

“Ji ber ku azadiya rêbertî wê bi xwe re aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bîne û bandoreke erênî li cîhanê bike, divê tevahî partiyên siyasî beşdarî vê pêngavê bin.”

Welîde Hesen jî got:

“Helwesta partiyê aşkera ye ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar dike û piştgiriyê dide hemû însiyatîfên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”

Piştre jî şandeyê serdana Nivîsgeha Desteya Tensîq El Wetanî-Tevgera Guhartina Demokratîk kir û bi serokê nivîsgeha desteyê Derar Ferhan Ebdurehman civîya.

Piştî însiyatîfê armancên serdanê şîrove kirin, Elî El Seed bal kişand ser girîngiya zêdekirina kedê û tevgerê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Di hevdîtina bi Nivîsgeha Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê kir jî piştevaniya xebatên bo Rêber Apo têne meşandin hate kirin.

Her wiha şande bi Serokê Partiya Yekîtiya Suryanan Senherîb Bersûm re civiyan.

Di hevdîtinê de Bersûm diyar kir ku pêdiviya cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye.

Çaverê ye serdanên şandeyên însiyatîfê heta xwe bigihînin tevahî partî û blokên siyasî yên li herêmê dewam bike.

Ronahî

Back to top button