Gotar

Şerê cîhanê sêyemîn û Sûriyê

Perwîn Yûsiv- şerê cîhanê sêyemîn her diçe di Rojhilata Navînda bi giştî û Sûriyê de bi taybet kûrtir û firehtir dibe û pespektîfê wê têne guhertin.

nakokî ,pevçûn her ku diçe cihê xwe dughere, di navbera girûpên çekdar de vedguhere nava hêzên Navnetewî  xwe bixwe ev şer di encama nakokiyên di navber hêzên hegomonist ya cîhanê dixwazin ku dizayîna Rojhilata Navîn nû  bikin, di nav vê dêzayîna nûde hêzin hegomonîst dixwazin serweriya xwe nû bikin, ev jî dide diyar kirin ku nakokiyên di nav van hêzande kûrin, lê nakokî nagihên asta ku weke şerê cîhanê yî yekemîn û duyemîn raste rast bi hevre şerbikin. diyalektîka vî şerî  nakokî û têkilî di nava hevdene, ji milekî ve Yekîtiya Ewropayê li ser sîyaseta cîhanê dixwaze xwedî rol be, lê li himberî Emerîka pesîf dimîne û her wiha dinava xwede pirsgirêk û nakokiyan dijîn, lê dîsa jî yekîtiya Ewropayê xwedî bandore.

li kêleka vê Sîn û Rosiya hewldidin ku weke blokekê li himber Yekîtiya Ewropa û Emerîka xwe bi rêxistin bikin, bi vî rengî hem berjewendiyên xwe bi rêxistin bikin hem jî xwedî bandorbin, di milekî dinde tê qebûlkirin weke realîteyekê ku Emerîka serkêşiya hêzin hegomonist dike û zêdetir sîyaset û aboriya cîhanê diyar dike, Emerîka roleke wisa dilîzê, her çiqasî di navber van hêzan da nakokî û pirsgirêk hebin jî ewê xwe ji şerekî li dijî hev dûrbikevin, lê bi rihetî jî ewê dev ji hev dû jî bernedin bi taybet Emerîka ji hêza xwe ya navendî hêz digre û dixwaze hêza xwe bi her kesî bidê nîşandan, li himberî Sînê zêdekirina gomrigê weke şerekî  aborî derdikeve holê, Emerîka, Ewropa, Birîtaniya li himber Rosiya yê di nava têkoşînekêdane, yek ji sedema vê tekoşînê ku Rosiya pir ne rihetbe û bi vî rengî bê îzolekirin. lê weke ku hêzên Navnetewî werin himberî hev bi şerekî leşkerî ihtimalek pir zehîfe.

Ev taybetmendiya şerê Cihanê yê Siyemîn ev şer li ser Rojhilata Navîn tê meşandin.

Navenda şerê Cîhanê Sêyemîn bûye Sûriyeyê û bi taybet Bakurê Suriyê lê dîsa jî dewletên Rojhilata Navîn weke Turkiye, Iraq, Iran, Lubnan û Yemenê jî ciyê xwe yê girîng dilîzin, çareserkirina pirsgirêka Sûriyê weke vekirina deriyê Rojhilata Navîn tê dîtin, rewşa sûriyê di 2 qonaxan mirov kari bigre dest :- rezgarkirina Raqqa û Rewşa Efrîn dihate texmîn kirin ku piştî rizgar kirina Reqqa gelek deng û nakokî cihê xwe dugherîne û rewşeke nû derdikeve holê, û ji vir û şûnda wê pêvajoyeke siyasî were destpêkirin, lê ne rast derket holê, dibe  ku gelek nakokî hatibin guhertin, û rengê şer û pevçûnan hatibin  guhertin, lê çareseriya siyasî hîn dûre.

Rûsiya têkiliyên xwe bi Iran û turkiyê ra pêşxist, ew û rêjîmê xwestin ku otorîteya û bandor kirina xwe zêdetir bi rêxistin bikin û bi insîyatîfa xwe Rojevayê Suriyê li ser bingeha peymana (Esîtana) diyarbikin, lê Emerîka û hêzên kowalîsîyonê li hemberî bloka ku Rosiya pêşengtiya wê dike bê deng nema û li himber hêza Rejîmê û Iranê çend êrîşên hewaî pêk anî, ev ji bo Rosîya peyamek bû ku ew bi tena xwe wê nikaribe pirsgirêka Sûriyayê çareserbikê, lê bê hebûna û erêkirina Rosîya jî pirsgirêk nayê  çareserkirin, ev hemî hêzên navnetewî wê nehêlin ku pirsgirêka hêzekê an blokekê bi tena xwe di çareserkirinêde xwedî insîyativbe.

ya herî girîng pirsgirêkin sûriyê bi tenê bi destê hêzên navnetewî wê neyê çareserkirin weke ku aramanca Sûriyeke demokratîk ne navendî mafê hemû gelan û pêkahateyan diparêze. Ji ber bi êrîşa li ser Efînê de ya ku di encama peymana di nav Rosîya û Turkiyê û bi bê dengiya Emerîka û Ewropayê û gelek hêzin din hate dîtin ku armanc ne Suriyek demokrate di nava xweda mafe gelan diparêze, berevajiya wê gelek siyasetên xeter hene li ser Sûriyê dixwazin rewşekî şer û pevçûnan ji nû de destpêbikin di asteke hîn xerabtir de, dagirkirina Efrînê û siyaseta guhertina demografîk nîşana vê yekêye, ji ber vê ev şer wê hîn li Sûriyê dirêj bikê, divê ku li gora wê hemî hêzin demokrat, azadîxwaz li Sûriyê blokeke demokratîk sazbikin, û nakokiyên hêzên navnetewî di berçavanra derbasbikin, bi siyaseteke xoliqkar bi tedbîrin li himber her cureyên ihtîmalên xwe amade bikin û hesabê xwe başbikin, ji bo ku karibin bi rengekî serkeftî di şerê Cihana Sêyemînda derkevin û armancên xwe ji bo sûriyeke demokratîk ne navendî pêkbînin.

Back to top button