GotarManşêt

Şewqa Şoreşa Rojava

Biradostê Mîtanî

Rojavayê Kurdistanê  parçeyê herî biçûk e ji Kurdistana parçeyî. her tim beşek mezin ji Kurdên wê  piştgir û arîkar bûn. bi şoreşên Kurdistanê re Ji şoreşa Agirî ta Komara Kurdistan a Mehabadê û ya S.Berzanî û wilo ya rizgarîxwaz ya PKK û hemû yên din jî û ta îro jî xwediyê wê helwesta kurdpewerî ne,lê di dema nû de Rojavayê Kurdistanê ew dilsoziya xwe mezintir kiriye . Ew bû ronîdanika ku şewqa xebat ,hestên netewî û giyanê şoreşgerî û berxwedanî li her çar parçên Kurdistanê û derve vede û geştir bike û biwe egerek ku pênasiyek li cîhanê ,li ser doza Kurdî  şîn bide û ava bibe.

Berxwedana YPJ ,YPG  ,HSD, bizava hêzên din ên di warê pêkanîna parastin ewlehiyê de ,siyaseta Rêvebiriya Xweser ,avakirina kesayeta Kurdî li ser bingihên zimanê Kurdî ,dîrok ,mafê jinê û rêxistnkirina civakê bûn xwediyên tîrêjên geş û belav bûn û ta radeyeke bilind bûne egerên avakirina vînek kurdperwerî . Ji xwe bêguman avakirina  li ser destên xabatkar û şoreşgeran hebû û pêş diket ,lê şoreşa Rojava tehefeke pir mezin lê da û pêş ve bir. Bila em zanibin ku ew bûyera şovînî ya Belcîkayê  ji aliyê tîma hovane ya bi navê Gurên Gewr a Tirk ve xwşik têk ve çû û kurd tê de bi ser ketin . Sedemek mezin ew bû ku bayê şoreşa Rojava li Kurdên Ewrûpayê daye û Kurd ne ew ên berê ne . Weke pêşiyên me gotî: Geya di bin keviran de namîne  ku faşîzma rêjîma  Tirkiyê pîlanên xwe bi Lobiya xwe ya Ewrûpayê û dervê li ser me Kurdan pêk bîne û îro serkeftinên  helbijartinên şaredariyan li  Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bayê şoreşa Rojavayê Kurdistanê  tê de heye. Sedemek ji wê bandorê ew e ku serokê AKP Erdogan ê şovenîzim xwe kire dijminê vê azadiya Rojava ,lê berteka wê ew bû ku beşek din ji Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şiyar bûn. Ji xwe em ji bîr nekin ku şoreşa Jin Jiyan Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bayê Şoreşa me ya Rojava ne bêpar e. Xala herî berçav a ku jê re analîzkirin û dahûrandin nave ,ew e şingala pîroz e ya ku niha bi piştgiriya Şoreşa  Rojava jî azad dibe û bi şewqa wê jî xweseriya xwe ava kiriye.

 

Şewqa şoreşa Rojava û bandora wê li Kurdiyetê û wilo bandora wê bi kurdiyeta li Kurdistanê berdewam e û nîşanên wê diyar in ,ew in serkeftinên hê mezintir in  ji azadiya  doza Kurdî re li her çar parçên Kurdistanê nexasim em çavrê ne ji rizgarkirina dever û bajarên me yên dagirbûyî mîna: Efrîn ,Serêkaniyê û Girê sipî.

 

Bi dawî ez bêjim :Bayê azadiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê geştir dibe û şewqa wê ronîtir dibe . Lewra ez ji beşek Kurdên ku pê jiyan nakin re bi bîr tînim  : Bila xwe jê bêpar nekin ,ji ber ku ew ba jiyana birûmet e û ew roniya wê  taristaniya koletiyê pûç dike û dikuje.

Back to top button