CivakHemerengManşêtNûçeyên LezgînWêne

Jin bingeha jiyanêne

Em weke malpera PYD me xwest ku em rewşa gundê Jînwar nas bikin û çawa, kangî û çilo hatiye avakirin di derbarê vê yekê de me serdana gundê Jînwar kir û me rewşa wêderê nas kir.
Weke ku tê zanîn gundê Jînoar yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê gundeke ku jinan bi destê xwe avakiriye di sala 2017 an de, gelek pêlansazî ji bo vî gundî hatin kirin komîte hatin avakirin ji bona avakirina vî gundî di nav van komîtade gelek sazî hebûn yek kongira star, komîta jinolojî, saziya malbatê şehîda, sekna jina azad li rojava û komîta tûpa xwezayê, gelek giftûgo hatin kirin li ser rewşa ku gund çawa were avakirin û bi çi made were çê kirin, di 25 Mijdarê 2016 de kombûnek li gundê jinê çê bû û ev roj bû roja li dijî tundiya li ser jinê têde daxuyanî hat xwendin ku li vê derê li vî cihî gund were avakirin, di 10 Adara 2017 an de gundê jînoar hat avakirin.
Di gundê Jînoarde wê 30 mal werin avakirin heta niha 21 mal hatine avakirin û kar û xebatê jinan û avakirina gund li wê derê berdewame, dibistina zarokan, naxweşxaneyek biçûk, ekadimiyê jinê ji bo perwerde têde were dayîn ev hamî hazir dibin, her wiha di gunde jînoar de jinê derdora vî gundî hatin gund û bexçe bi destê xwe danîn û dar çinîn û tenûrek ji bo ku nan lê bixin hazir kirine.
Ev gund bi taybet ji bo hevjînên şehîdan û zarokên wa her wiha jinên ku di nava malbata xwede zehmetiyê dibînin zil û zorê dibînin ji bo wan hat avakirin, anha li wêderê komîtak ji 9 kesan avakirine her roj diçine wêderê û di heman demê de her roj komîte ji bo kar bitaybet têne wêderê.
Vekirina gundê Jînor wê di 25 Mijdarê de were vekirin û her tişt têde were hazir kirin.
Di ziyareta me ji gundê jînoare me hevdîtin bi jinê wêderê re çê kir, jina bi navê Nûjîn ya ku ji Eurûpa hatiye cihê xwe di avakirinê gundê jînor de digre ragihand ku ez ji şoreşa rojava şoreşa jinê bandor bûm dema min bihîst wê ev gund were avakirin min pir meraq kir û ji bo min weke xeyalekê bû ku cihekî ku jin bihevre jiyan bikin ku jiyana xwe bi destê xwe bigrin aboriya xwe bixwe ava bikin birastî ji bo min ev tiştekî pir giringe ji bo wê ez hatim vêderê ev saleke min ez li vêderê me dema ku ev gund avadikirin ez hatim, Nûjîn got ku ez dema biçim Eurûpayê ev gund weke çareseriyek civakî ku gereke dema ez biçim em cihekî wisa ji bo jinan avabikin em xwe birêxistin bikin em bihevre jiyan bikin ez dixwazim vî tiştî pêş bixim em bi gav gav azadiya civakê pêş bixin.
Her wiha jineke ciwan ya bi nav Dicle Ebduleh ji bajarê Dirbêsiyê kêfxweşiya xwe ji vî gundîre anî ser ziman û got: ez li gundê jînoar kar dikim ez pir kêfxweşim ku gundeke ji bo jinan hat avakirin armanca me ji vî gundî ku avabibe û hevjînên şehîdan û zarokê wan werin lê jiyan bikin em anha her tiştî hazir dikin, Dicle bang li hamî jinên ciwan kir ku xwe bixwe xwe biparêzin xwe jiyan bikin xwe perwerde bikim pêşbixin xwedî li gundê xwenî jinê derkevin.

 

C. C

Back to top button