Qamişlo
partiyên siyasî ê kurd li Rojavayê kurdistanê da ku bighêjin nerînek hevbeş jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî bi insiyatîfa partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û bi tevlîbûna gelek partiyên din li Rojavayê kurdistanê reşenvîsek hate amedekirin ji çend xalên binghiên û esasî jibo çareserkirin pirsgirêka kurd li Sûriyê û parastina deskeftiyê heyî li ser vî esasî gelek civîn bi rewşenbîr,tevgerên jinan,kesayet û partiyan re civîn hatin li darxistin.
Di çarçoveya vê mijarê de duh jinên di partiyên siyasî,tevger û rêxistinên jinan,rewşenbîr,saziyan de li hev civiyan û reşnivîsa çareseriya pirsgirêka kurdî li bexçê xwendinê ya bajarê Qamişlo xwendin.
Di civînê de deriyê nîqaşan hat vekirin û hat zanîn ku dê demê pêş de bilatformek Netewî were li darxistin û reşnivîsa pirsgirêka kurdî bê xwendin û nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de jinan tekez kirin li ser giringirya pêşengitiya yekîtiya netewê de û jin rola xwe bilîze.