GotarManşêt

WINDAKIRINA DERFETÊN DÎROKÎ

KURDYAR DIRÊ`Î

Di nava Rojhilateke ku li ser bingehê siyaset û istiratîjiyên dewletên hegemon hatiye parvekirin de, û di rewşeke weke rewşa Kurdistanê de,ne mumkune bi siyasetên erzan deskeftiyên mezin werin bi destxistin.dozeke weke doza kurdî hewcedarî  fikir, raman, siyasetmedarin pispor û evsane berxwedêrane ta ku di nav fertoneya rojhilata navîn de bibin xwedî statû û ji rewşa paşguhkirin û windakirinê rêzgar bibin. bi dehan şoreşên kurdan rabûn û di encamê de di nava xwînê de vegevizîn û kurdistan bi dehê caran hatiye wêrankirin. Ji gewrterîn şoreşên kurdistanê ya şêx Se`îd bigire û ta komara mehabad û şoreşên di başûrê kurdistanê de,bi şêweyekî tirajîdîk hatine tepisandin li ser destê sîstemên wan dewletên ku kurdistan di navbera wan de ji peymana Saykis-pîkot ve 1917 de hatiye parvekirin û di lozana 1923 de ku yekser hêviyên statoyeke kurdî hatibû  fetisandin. Lê belê bi guhertina rewşên siyasî di cîhanê de,  helweşîna yekîtiya sovyêtê û despêkirina Emerîka bi siyasetên xweferzkirinê re ,rêjîma bexdayê rastî şerekî helweşînê ve hat û rewşeke guncaw ji kurdan re derhatibû ku bibin xwedî  statû  di 1991 de ku di 2003 de bi helweşîna rêjîma bexdayê re , kurdên başûr bibûn hêza herî bi rêxistinkirî û pêşengitiya îraq nû kirine ku di 2006 de  başûrê kurdistanê bi fermî weke herêmeke fedral hatibû ragihandin. Lê belê nerêzgarbûna ji zuhniyeta eşîrtî, malbatî û partitiya teng , hişt li şûna ku başûr bibe mînaka demoqrasî, ezmûneke serkeftî ya çareseriya doza kurdî li perçeyên din yê kurdistanê û pêşengtiya dewleta îraq ji hevketî bike, wergere qadeke ji berberî û pêşbirka di nava malbatan de ku kî kê winda bike, lawaz bike û desthilatiya xwe li ser herêmê ferz bike, ku bi demê re herdû partiyên parveker ji herêma kurdistanê re PDK-YNK ketin nava siyasetên li dijî berjewendiyên herêmê û hevlawazkirinê de, ku di rîfrandoma ne li rê ya bi navê rêfrandoma serxwebûnê de 2017 de encama wan siyasetan dan û herêma kurdistanê vegeriya herêmeke lawaz û bê bandor li ser bexdayê û ma di bin bandor û zextên îran , bexda û Tirkîyê de.

PDK ku herdem xwe weke xeta kurdayetî û netewî îfade dike û YNK bi xiyanet û firotina Kerkûkê tewanbar kiriye, di devera xwe de bi dehan baregehên artêşa tirkîyê hewandiye û paytexta herêma kurdistanê hiştiye ku bibe bajareke ji bajarên dewleta tirkîyê ji ber siyasetên xwemayindekirina li ser desthilatdariya başûr û metirsiya ji tevgerên kurdî û ferweriya navendî ya baxdayê, bi taybet piştî rifrandoma wêranker ku yekser di nava xwestekên Tirkîyê de bi nav bûye û îradeya tirkîyê pêk tîne, di demekê de ku eşkere tirkîyê diyar dike ku ewê kurdan qebûl neke û li himber çi deskeftiyên kurdan ku hene hemî îmkanên xwe xistine meriyetê de, û ya herî dawî jî peymanên bi ferweriya navendî ya bexdayê re 22,4,2024 de imzekiriye ku di bin navê dostanî,cîrantî û geşepêdana aborî de tunekirina tevgera azadiyê, dorpêçkirina başûrê kurdistanê , ferzkirina tirkmen û tirkîtîyê û dagerkirina kurdistan xala bingehîn ya ermanca wê ye , lê belê PDK bi kêfxweşî pêşwaziya qirkerê gelê kurd dike û hewlêra şehîdan bi ala faşistên enqerê dixemilîne.Bêguman tevî şêweyê sîstema li Başûr ti kurd naxwazin deskeftiyên gelê me winda bibin, lê belê herêma kurdistana başûr li ber windakirinê ye ji ber siyasetên malbatî û bi taybet PDK ve.Di dawî de Em dixwazin gelên me bizanibin ku Li Erbîlê pêşwaziya xwînmijan dibe û di bejna çiyayên azadiyê de li himber wan xwînmijan Gerîlayên azadiyê şerê hebûn û nebûnê dikin, şerê parastina deskeftiyên şehîdan li her çar perçeyên kurdistanê dikin, ku dewleteke duyemîn di Natoyê de,dewleta faşist ya AKP-MHP bi hemî hovî tî û imkanên aborî,leşgerî, siyasî û têkiliyên diblomasî beşdarî nava vî şerî dibe û çavên wê li Qamişlo, Hewlêr,Silêmanî,Şengal,Kerkûk û Mûsilê ye.

Back to top button