GotarManşêt

Koka Zimanê Kurdî

Biradostê Mîtanî

Beşê Diwem

Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Oropî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene, zaravên serek ev in : 1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî) 3- kurmancikî yanî Dimilkî yan Zazakî 4- Hewramî 5- kelhorî 6- lorî, û hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e .

Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd bi vî zimanî di axivin li kurdistanê lê ew hijmar mestir dibe di cîhanê de, lê ji sedemên nejadperestî û sitemkarî ew zimanê ku xwedê çêkirî kete bin siha metirsiyê de ku were asmîlasyonkirin yanî helandin, lê miletê kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast.

Lii vir hêjayî nîşandanê ye em bibêjin: ku rêxistina navnetewî dibêje: Zimanê kurdî yê 26 an e di nav zimanê cîhanê de, yê bi xwertî kes pê di axivin . Miletên cîhanê şahiyan li dardixin bi cejna zimanê xwe 21-2 an û em kurd jî bi wan re ahingan li dardixin di wê rojê de, lê ya taybet ew e ku miletê kurd cejna zimanê xwe jî li dardixe 15-5 an bi helkeftina weşana kovara Hawarê 15-5-1932 an li ser destê hêja “Mîr Celadet BEDIRXAN” bi tîpên kurdî latînî Lewre ji me tevan tê xwestin bi taybet kesên ser çandê di xebitin wek nivîskar û rewşenbîr û zimanzan û ronakbîr û siyastmedar û kurdên me yên welatparêz tev xwe ji vê roja ku nêzîk dibe re amade bikin û helkeftinê pîroz bikin bi şahî, ahing , semînar , mehrecan û şevbiwêrkên zanistî.

Di dawî de zimanê me nasnameya me ye, divê em wî biparêzin ji ber em werin parastin di riya vî zimanî re, wek axaftin û nivîsandin di hemû deran de, bi taybet di malên xwe de ji ber ew dibistana yekemîn e û divê em xwe perwerde bikin li ser vî ziman û alîkar bin jê re di hemû deran de nexasim perwerda Fermî di dibistanan de ber hêvî û xewnên salan yên bûrî bicih hat û zimanê me pêş dikeve wek xwendin û rêzmanî weke yê hemû miletan, lewre divê em jê re xwe biwestînin bi dilsozî çimkî va roja azadiya gelan hat û geya dibin keviran de namîne.

Back to top button