GotarManşêt

“şerê taybet û bandora wê li ser civakê”

Şîndar Kilho

Herêm û endamê pêkanîna piroja netewa demoqratîk bi vê pirojê nebawerbana ew bi xwe wê bibûna amûrê pêkanîna armancê dijin, lewma Rêber Apo dibêje min jiyana xwe û dema xwe her tim da avakirina kesayetên idyolojîk û azad , zêdetir ku ez bal bidim dijmin , ji ber ku tu kesayetek sazkar û idyolojîk ava bike , wê dijimin nikaribe pê

Kesayetên di zindanan de li berxwedan ew berxwedana wan idyolojîk bû , ta bûne nirxên herî pîroz di şoreşa me de, rûxmî dijmin hemû şêwazên şerê taybet li ser beden û piskolojiya wan dide meşandin, lê xwe naskirin û dijmin naskirin amûrê parastina ji hemû şêwazên qirkirin, helandin , tesfiye , û dagirkeriya li ser rih , beden , û mêjî ye û şerê taybet zêdetir li ser ciwanên me dimeşînin ji aliyê hemû dewletan ve bi Riya şerê taybet dixwezin hêza ciwanan tune bikin an jî bi ber xweve bibin.

Her wiha di şerê me ye îro de em rastî gelek şêwazên dagirkeriyê tên , weke tê zanîn DAIŞ weke şerekî mîtingerî tê naskirin lê ev şer di nava xwe de gelek rêbazên şerê taybet dihewîne , weke bi navê ol bi karanîna ji bo zêdetirîn tevlîbûn çêbibe û şerê navxweyî tûjtir bibe , her wiha kûştina li ser navê ol , ola Islamê jî rûyekî reş bidiyê , hemû şêweyê ku DAIŞ bi kartanîn rêbazên şerê taybet bûn, wek serjêkirin , şewtandin , hemû dan qetilkirin, û rêbazên li ser jinan di dana meşandin ji revandin , kirîn û firotin û tecawizkirin li ser jinan, ev hemû şêwaz belavkirin li ser tora civakî û mediyayê , ji ber ev terz tris û xofê bide çandin di dil û mêjiyê mirov de , û bi derbas bûna bajarekî, bajar vale bibe , bê tekoşîn û bê berxwedanî , lê jiber gelê me bi rêxistinkirî bû dikarî van hemû pêvajoyan derbas bike,lê di roja me ya îro de em dibînin rêbazên ku dewleta faşîzima Tirk ya dagirker eynî rêbazê DAIŞ ê ye, ku hedef girtina jinan û bi rengekî hovane û pêkanîna hemû rêbazên ji dervî mirovahiyê bi teybet jinên di civakê de bi rêxistinkirî û xwedî bandor, ev hemû jî ji bo tirsekê ji jinan re bidin avakirina ,ta Jin rola xwe di pêşengtiya civakê de nelîze  û bi taybet piştî di şoreşe Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  roleke xwe ya sereke lîst ta avakirina civakeke polîtîk , ekolojîk ,û demoqratîk , lewma xwestin bi van şêwazên hovane vîn û îrada Jin bişkînin û wan teslîm bigrin ta sîstema mêrperest û serdest biparêzin .

Me hinek rêbazên şerê taybet anîne ser ziman, lê gelek rêbazên din veşartî tê bi kar anîn , weke tê zanîn mirov ji dijminê xwe baldare û xwe jê bi parêze, ev tişt jî bi şêwazekî dijmin bi kar anî bi rengê derbas kirina ajan û mîtên xwe di nava saziyên me de, bi armanca xerabkirinê  bide çêkirin , û nakokiyên cidî bide avakirin ku mirov bi kesayetan mijûl bibe û bê bawerî bide avakirin , û ji hevxistin û belavbûnê çêbike , di dema dawî gelek kes hatin eşkere kirin. Lê di demên wisa de gerek mirov her dem çavdêrbe û baldar be, dijmin xafil nabe , gerek civak jî hişyar be .

Her wiha şoreşa me ji bo avakirna civakeke wekhev, edalat, demoqratîk û azad e . Ev jî ne li gor dewletên desthilatdar çi rêjîma Baas be , çi dewleta Tirk û hevparên wan bin û çi dewletên hegemon bin, gihiştin asta ku di nava civakê de kar bikin û exlaqê wê bide guherîn Mînakên wê jî ( belavkirina madeyên hişbir di nav ciwana de yê dînamîkiya civakê û pêşeroja wê ye, bi karanîna jinan weke madeyeke mîta weke vekirina malên fihûşê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de , bi karanîna mediyayê û tora civakî ji bo teşhîr û xerab nîşandana partiyan , saziyan , û kesayetên di bin sîwana vê pirojeyê kar dikin …. Her wiha vîrosa Covid 19 pirojeya sîstemên kapîtelîst bû , ji bo bi hêzkirin û xistina aboriya hin dewleta û berfireh kirina hegemoniya van dewleta, vîrûseke hatiye çêkirin û bi zanebûn ta niha derman jêre nehatiye dîtin ta armancê wan bi cih bibe , lê ewqas ku mêjiyê mirov digire dest bedena wan hedef nagire , mirov tenê zanîbe ew veyrûs pêre hebe nema dikare li berxwe bide , ji ber ewqas şerê piskolojî li ser tê meşandin mirov bê enerjî , hêz, û moral dike

Gerek her kes ji bo parastina mêjî berî beden xurt bike di milê idyolojîk de , rêxistinkirî be , bi civaka xwe re hevgirtî be , û itîfaqên gelê herêmê bi hêz bike bi taybet li hemberî hemû bûyerên ev dema dawî diqewîn li herêmên Dêr el zor û Reqayê ji reşkûştin ji bo şerkî navxweyî bidin çêkirin û itîfaqên me ji hevbixînin, û ji pirojeya xwe bawer bin.

Back to top button