GotarManşêt

Xwe dikin mirovhez û dijî vê azadiya me ne

Biradostê Mîtanî

Em zanin ku desthilatdar û kapîtalîzman siyaset kirine  bercewendî . Mafên mirovan û çarenûsa gelan li cem wan bûne bazarên kirîn û firotinê û îro  tu dewlet ,ta Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Rêxistina Netewên Yekbûyî jî ketine wê çarçoveyê de û guh nadin dozên gelên bindest û   ji mirovahiyê  re nakin.

Îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya Berxwedêr,dilsoz û pakrewanan netew bi giştî û gelê Kurd bi taybet  azad bûne û Rêvebiriyek Xweser ji bo xwe ava kirine.

Rêjîmên dagirker xwestin ku roniya vê azadiyê kor bikin û îro jî rêjîma Tirkiyê dibêje  mîna Efrîn,Girê spî û Serê kaniyê- Yên di riya Rosiyê û Tiramp re dagir kirye – Emerîka nahêle ez  deverên mayî jî ji Rojava dagir bikim û rêjîma Sûriyê ya baweriyê bi mafê gelê Kurd nayine û bi Rêvebiriya Xweser re nakeve guftûgoyan de ,bi mehneya ku Emerîka li Herêmê ye û têkiliyên HSD pêre hene.

Hêzên tûndirew yên mîna Daiş xwestin ku herêmê talan bikin. YPG ,YPJ û HSD herêm di riwên wan de parastin û bi hevgirtin ,rêxistin û mêraniya xwe bûne egerên ku (73) dewlet bi navê Hevpeymana Navdewletî  hêviyên xwe di tekoşîna wan de dijî Daişê bibînin û têkiliyan bi wan re vekin û her du alî alî hev bikin  . Bi wî awayî   aramncên wan Hêzên leşkerî yên Rêvebiriya me ya  Xweser  ên mirovahî û bercewendiyên  wan dewletan ên ku  bi serokatiya Emerîkayê ne , di wî warî de bûn yek.

Ew têkilî ketine cihê nerazîbûn û dijminatiya Rêjîmên dagirkerên Kurdistanê de û hezar carî mixabin  wilo nerazîbûna rêxistinên ku xwe dikine yên mirovahî û çebger ,bi taybet ên komonîst û  wilo oldarên misilmanan de jî ,yên ku  di wê bîrdoziya xwe de dibine alîgirên çanda nejadperset ,desthilatdar û şovînîziman û bîrdoziyên yeknetew de,lewra  siyasetek çewt dijî azadiya Kurdan ava dikin û wan tewane dikin bi hevalbendên Emerîkayê û hemû kes zane ku ne Rêvebiriya Xweser û ne gelê Kurd Emerîka aniye herêmê û ne ew wê li herêmê dihêlin. Ji ber wilo ew hemû  aliyên xirab di bara mafê gelê Kurd de siyasetê dipirçiqînin û dibêjin kurd hevalên Emerîkayê ne ,lewra di Sûriyê de  rikber û rêjîm û rêjîma Tirkiyê Rêvebiriya Xweser  ji guftûgoyan dûr dikin û ew hemû ji xwe re dikin merc ku kurd destên xwe ji Emerîkayê bikişînin ,bêyî ku tu çareserî û  stratîciya demuqratîxwaz û biratiya gelan bi wan re hebe û ya dil êş ew e ku  rêxistin û partiyên xwe dikin xwediyên rêbaz û dirûşmên  mirovhahiyê ,ketin bin bandora çanda wan de û helwestên xirab ji vê azadiya ku Kurdan hinekî bi dest xistiye ,digirin û Emerîkayê dikin mehneya wan helwestên xwe yên dijî vê azadiya me.

Em zanin ku ew alî wilo dibêjin ji bo ku Kurd bi tena xwe bimînin û heger ku Emerîka here wê xwe dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bikin yek . Wê rêjîmên dagirkerên Kurdistanê û nejadpereset  hewil bidin ku  ava serê netewa Kurd a azadîxwaz bikelînin û wan mîna hovan dabelînin. Lê em bi hêvî ne ku me hêz û siyaseta xwe rast ava kiriye ku em li ber xwe bidin ,ta ku piştî  Emerîkayê xwe ji herêmê vekişîne jî.

Lewra em dibêjin ev siyaseta ku hinek ji aliyên xwe dikin çep û sosiyalîst û oldar ve li herêmê dimeşînin û çandeyek ne avaker girtine ,ne di xizmeta gelan û çareseriya aloziyên ku heyî de ne.

Mesela ku komîta bi navê destûra Sûriyê û civînên bi navê rikberê û rêjîmê de, ew aliyên nexêrxwaz tev  mehneya têkiliyên HSD û MSD bi Emerîkan re dikin û wan  ji nav wan gotûbêjan  dûr dikin  û  dikine sûncê HSD û MSD  . Ev gotin ne rast e û tu nanî nade doza gelan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re û nade demuqratiyê jî  ,ji ber hişmendiya wan xirab e,lewra wan mehneyan dikin  û li benda çûna Hevpeymanan e. Navdewletî û Emerîkayê ne ku vê azadiya Kurdan ya hinekî çêbûyî li Başûr û Rojava tune bikin.

Bi dawî : Xwezî me dîtîba ku  gotar , gotin û siyaseta van aliyên ku xwe dikin çep ,sosiyalîst ,oldar û yan Komonîst neketibana xizmeta rêjîmên diktator û desthilatdar de. Ne ku siyaset û çanda wan a dijî Emerîkayê û Iempiriyalîstê  me  û azadiya me ya çêbûyî bi keda kurdperwer ,dilsoz ,mirovhez û pakrewanên di agirê wê bîrdoziya xwe de bişewitînin.

 

Back to top button