Çand û Hûner

Qedrî Can li Qamişlo hat bibîranîn

Helbestvan û rewşînbîrê nemir Qedrî Can di 43. salvgera koçkirina xwe de li Qamişlo bi merasîmeke beşdariya helbestvan û reşwenbîran hate bîranîn.

Navenda Rewşenbîr û Helbestvanana ya Aso helbestvanê Kurd Qedrî Can di 43’yemîn salvegera wefata wî de ew bi merasîmeke bi bîr anî. Nivîskar Konê Reş di merasîmê de behsa kesayeta Qedrî Can kir

Merasîm bi beşdarbûna dehan helbestvan û welatiyên bajarê Qamişlo bi xwendina kurtejiyana Qedrî Can ji aliyê helbestvan Konê Reş ve dest pê kir. Konê Reş destnîşan kir ku Qedrî Ezîz Cana yê bi navê Qedrî Can tê naskirin ji xelkên bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye, li bajarê Konyayê fakulteya mamosteyan xwend. Ji ber zilm û zora dewleta Tirkiyê Qedrî Can tevlî tevgera azadiyê bû.

Konê Reş destnîşan kir ku helbest û nivîsên Qedrî Can di rojname û kovarên Kurdî yên wê demê de wekî Hawar, Ronahî, Roniya Rojê û her wekî din dihatin weşandin. Konê Reş da zanîn ku Qedrî Can di sala 1932’an de Hawar geş kir û got ku Qedrî Can di 9’ê Tebaxa 1972’an de di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Qedirî Can li nexweşxaneya Xalid Neqişbendî ya di taxa Kurdan a li Paytexta Sûriya Şamê hate definkirin. Di dawiya merasîma bîranînê de helbestên Qedrî Can hatin xwendin.

 

Back to top button