Çand û HûnerManşêtNûçe

Li Zurîchê çalakiya fîlmên Kurd destpê kir

Çalakiyên Fîlmên Kurd ku ji aliyê Populaire Film Clup, Komîteya Rojava ya Zurîchê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a Zurîchê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê pêk tê, bi nîşandana fîlmê “Nanê Pîroz” ê derhêner Rahîm Zahîbî û fîlmê Dartaş ê derhêner Xelîl Sehrager destpê kir. Çalakî ji ber salvegera 100’emîn a parçekirina Kurdistanê tê lidarxistin û wê mehekê dewam bike.

Komîteya amadekar a çalakiyê ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ya bi Peymana Lozanê hatiye parçekirin, hewl didin qadeke çalak biafirînin.

Di daxuyaniyê de işaret bi komkujî û qirkirina di nava 100 salî de li Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Keldaniyan, Ermenan, Çerkes û Êzidiyan hatin kirin û hate gotin, armanca şeş dokûmanterên hatine hilbijartin, nîşandana rewşa dîrokî û heyî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Mijara hevpar a vê meha fîlman ew e ku fîlman bikin yek û bi vî rengî sînoran ji holê rakin. Ji her herêmê wê fîlmek bê hilbijartin. Di festîvalê de wê fîlmên derhênerên kurd ên li ser çand, berxwedan, femînîzm û antî faşîzmê bêne nîşandan.”

Di çarçoveya festîvalê de wê fîlmên; Nanê Pîroz, Dartaş, Sara-Jiyana min timî şer bû, My Paradîse ya li ser şoreşa Rojava, Bîr û Şêro Hinde, Love in the Face of Gencîde ya li ser Şengal û Êzidiyan bêne nîşandan.

Her wiha derhênerên fîlman jî wê bi beşdaran re li ser fîlmê xwe biaxivin.

Back to top button