Nûçe

Şandeya Kantona Cizîrê bi Goran û YNK’ê re rûnişt

Şandeya Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê li Herêma Kurdistanê hevdîtinên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de îro jî çûn serdana Tevgera Goran û Berpirsê Akademiya Perwerde û Kadroyan û endamê Meclîsa Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd.

Şandeya Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê ya ji wezîra Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Berpirsa Ragihandina Wezaretê Leyla Cemal û nûnerê Kantonên Rojava Şêrzad Êzidî li Başûrê Kurdistanê pêktê îro di saet 10:00’an de çûn serdana Navenda Tevgera Goran a giştî li Silêmaniyê. Şande ji aliyê endamê Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran Celal Cewher, endamên peywendiyên siyasî Riza Cebar, Şanaz Mihemed û Saza Ebdulah ve hatin pêşwazî kirin.

 

Di hevdîtinê de li ser mijarên di rojevê de ne û rewşa Rojavayê Kurdistanê nirxandin hatin kirin. Di destpêka hevdîtinê de Wezîra Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid ji ber helwesta Tevgera Goran a di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de spasiyên xwe pêşkêşî Tevgera Goran kir.

Bêrîvan daxwaz ji Tevgera Goran kir ku hîn zêdetir di parlamentoya Herêma Kurdistanê de hewl bidin da ku peywendiyên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hîn xurtir bibe û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta li ser me tê meşandin li ser hemû Kurdan tê meşandin, ji ber vê yekê jî divê hemû Kurd bibin xwedî helwest û peywendiyên xwe xurt bikin. Em hêvîdikin ku Tevgara Goran ji bo peywendiyên di navbera Rojava û Başûr de hin zêdetir xebatê bikin, ji ber ku serokê Parlamentoyê girêdayî Tevgera Gorane, wê hin zêdetir bikare li ser ew biryarên ji berê di parlamentoyê de di derbarê peywendiyên Rojava û Başûr de hatin girtin bixebitin û li ser bi cih anîna wan rawestin.”

Bêrîvan Xalid di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye û wiha anî ziman: “Jin pêşengtiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji  ber vê jî em dikarin bêjin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û di her qadê de cihê xwe girtine û pêşengtiyê dikin.”

 

‘Divê li Rojava yek hêza leşkerî hebe’

Di hevdîtinê de Endamê Civata Niştîmaniya Tevgera Goran Celal Cewher jî axivî û di serî xêrhatina şandeyê kir û ragihand ku tişta ji destê wan tên wê ji bo şeroşa Rojavayê kurdistanê bikin û wiha pêde çû: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wêneyê Kurdan li ber çavê hemû cîhanê rohnî kir. Emê heya dawiyê piştgiriya sîstema Rojavayê Kurdistanê bikin û wê piştgirî kirina me ji bo şoreşa Rojava berdewam be.”

Endamê Civata Niştîmaniya Tevgera Goran Celal Cewher di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê jî û destnîşan kir ku divê li Rojavayê kurdistanê yek hêza leşkerî hebe.

Şandeya Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê piştî serdana Tevgera Goran çûn serdana Berpirsê Akademiya Perwerde û Kadroyan û endamê Meclîsa Rêvberiya YNK’ê Ferîd Eseserd. Şande li Akademiyê ji aliyê Ferîd Eseserd, endamên Akademiyê Necmedîn Feqî, Adil Elî, Rêkewt Îsmaîl û Cemîle Mihemed ve hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de Wezîra Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, bal kişand ser rola rewşenbîran û ragihand yên ku pêşengtiya şoreşan dikin rewşenbîr in û divê rewşenbîrên Kurd bi vê berpirsyartiya xwe rabin.

Berpirsê Akademiya Perwerde û Kadroyan û endamê Meclîsa Rêvberiya YNK’ê Ferîd Eseserd jî xêrhatina şandeyê kir û da zanîn ku ji bo pêşketin û piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê tişta ji destê me bê emê bikin û daxwaz kir ku hevditînên bi vî awayî ji bo pêşketina peywendiyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê xurt bibin, berdewam bikin.

Pişt re jî Wezîra Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid di derbarê kar û xebatên wezareta Rewşenbîrî û rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahî dan endamên Akademiyê.

 

J: ROJNEWS

ABID KAR-ROVAN REŞÎD /

J. M

Back to top button