Çand û HûnerManşêtNûçe

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata Baştirîn Fîlma Dirêj a Festîvala Kolombiyayê wergirt

Di festîvala fîlman a li Kolombiyayê ku di 19’ê Tebaxê de bi dawî bû, li 10 bajarên Kolombiyayê bi giştî 80 fîlmê xwecih, biyanî, dirêj û kurt ku ji 30 welatan beşdar bibûn, di hilbijartina fermî de cih girtin. Bernameya sereke ya festîvalê di çarçoveya parastina mafên mirovan û avakirina ramanên aştiyê de hat pêşkêşkirin.

Fîlma “Gava Şitil Mezin Dibin” a Komûna Fîlm a Rojava piştî xelatên Ûrûgûay û Japonyayê di qada navneteweyî de 3’emîn xelata Baştirîn a Fîlma Dirêj a Navneteweyî girt.

Xelata Kolombiyayê diyarî gelên azadîxwaz, wekhev ên cîhanê û têkoşerên wan hat kirin.

Fîlma “Gava Şitil Mezin Dibin” wê di meha Tebaxê de li Portekîzê di Festîvala Fîlman a Perîferîas de û li Swêdê di Festîvala Fîlman a Vasteras û Nordîcê de di hilbijartinên fermî de were pêşandan.

 

Back to top button