Çand û HûnerJinManşêtNûçe

Demîr: Kurdan li her qadê li dijî êrîşan çanda xwe parastin

Hunermend Devrîm Demîr di mîhracana Çand û Hunerê ya jinê de anî ziman ku bi peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe û got: Tevî ku kurd di nava ereb, faris û tirkan de hat parçekirin jî dîsa kurdan çanda xwe parast.

Organîzasyona Hunerî, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Êlihê bi şîara “Jina Azad Hunera Azad” Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê li dar xist. Mihrîcanê li baxçeyê Şaxa Petrol Îş’ê ya Êlihê bi pêşandana pêşangeha wênesaz Rûken Ekîncî dest pê kir.

Piştre panel hat li dar xistin. Panel li Eywana Konferansê ya Petrol Îş’ê pêk hat. Tevgera Jinên Azada (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, DBP, Rêxistina HEDEP’ê û gelek kes beşdarî panelê bûn. Di panelê de pankarta “Jin jiyan azadî” hat vekirin. Hunermend Rugeş Kiricî pêşkêşiya panelê kir û panelist Devrîm Demîr û Salîha Ayata jî axaftin kirin. Devrîm Demîr diyar kir ku desthilatdar bi diziya çanda gelan hewl didin hebûna xwe bidomînin û wiha got: “Çanda gel li Mezopotamya aj daye û geş bûye. Li vir çandê nasname afirandiye. Nasnameyê pêkhateya gelên li wê derê derxist holê. Di dîrokê de yekemîn qetlîama çandî li Mezopotamya pêk hat. Di siyaseta îro de qirkirina çandî tê ferzkirin. Qirkirina çandê her tim bûye polîtîkaya desthilatdaran û ev yek ji xwe re kiriye hedef.”

Parastina çandê

Demîr bal kişand ser Peymana Lozanê û wiha got: “Peymana Lozanê bandorek neyînî li ser çanda kurdan kiriye. Bi Peymana Lozanê Kurdistan bû 4 parçe. Bi vê peymanê kurd di navbera ereb faris û tirkan de hatin parçekirin. Kurdan li her qadê li dijî êrîşan çanda xwe parastin.”

Înkar hê jî didome

Hunermend Salîha Ayata, diyar ki ku jinên kurd ziman, çand û hunerê diparêzin û di parastina nirxên civakê de rolek mezin dane ser milê xwe. Ayata, bilev kir, xebatên bi vî rengî ji bo pêşxistina çand û hunerê gelek girîng e û got: “Dema ku jinên cîhanê ji bo tev li xebatên çand û hunerê bibin têkoşiyan, jinên kurd li her derê çanda xwe parastin û dan jiyîn. Xebatên xwe yên çand û hunerî bi civakê re parvekirin. Jinên kurd bûn pêşengên civakê. Piştî Peymana Lozanê axa kurdan kirin çar perçe û kurd rastî qirkirineke çandî ya dijwar hatin. Ev înkar hê jî didome.”

Back to top button