Çand û HûnerManşêtNûçe

Fîlmê `Gava Şitil Mezin Dibin` xelateke din wergirt

Di 8’emîn Festîvala Fîlman a Vasteras and Nordic de ku li Swêdê hat lidar xistin, fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin ku ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hatiye çêkirin, di beşa fîlmên dirêj de xelata lîstikvanê mêr a herî baş wergirt.

Li ser navê ekîba fîlmê Girin Kasirga li paytexta Swêdê Stockholmê beşdarî merasîma xelatdayînê bû.

Ehmed Arif Hecona ku xelata lîstikvanê herî baş wergirtiye, di fîlmê de karakterê Huseyîn dilîze. Hecano ji bilî roleke kurt a vê fîlmê tu ezmûna lîstikvaniyê nîne. Hecano ku hosteyê hesinî ye niha li Kobanê dijî.

Gava Şitil Mezin Dibin ku derhêneriya wê Rêger Azad e, ligel Festîvala Fîlman a Vasterasê ya Swêdê xelata xwe ya çaremîn wergirt. Ji parzemîna Asya, Ewropa û Emerîkayê xelat wergirtine.

Tê plankirin ku di meha bê de fîlm li festîvalên fîlmên kurdî bê nîşandan.

Back to top button