Çand û HûnerManşêtNûçe

Li Rûsyayê Festîvala Otonomiya Kurd

Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê li paytexta herêma Saratov a Rûsyayê Saratovtayê festîvalek lidar xist.

Festîval bi piştgiriya Wezareta Neteweyan a Rûsyayê û Wezareta Têkiliyên Civakan û Polîtîkaya Navxweyî ya Herêma Saratovê hate lidarxistin.

Di festîvalê de ku li Mala Çand û Hunerê ya Neteweyî pêk hat, hunermendên ji gelek neteweyan tevlî bûn.

Festîval bi 2 qonaxan pêk hat. Qonaxa destpêkê di navbera 15’ê Îlonê û 20’ê Cotmehê de bû. Ji neteweyên cuda yên Rûsyayê gelek hunermendan serlêdan kirin û ji aliyê jurî ve hate nirxandin. Di encamê de jî ji 6 herêmên Rûsyayê 28 hunermend hatin hilbijartin. Hunermend ji Moskowa, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stravrapol û Adigeyê beşdar bûn.

Festîval bi rengê pêşbirkê derbas bû. Di encamê de jî di kategoriya zarokan a koma destpêkê de Yûnûsova Mariya ya ji navçeya Krasniî Kût a herêma Saratovê bû yekemîn, Yeva Arûtsamyan a ji heman herêmê bû duyemîn û Malayev Bûlat jî bû sêyemîn.

Di koma duyemîn de jî Îmozemtseva Vîktoriya ji Saratovê bû yekemîn, Aliyeva Azîza ji navçeya Krasniî Kût bû duyemîn û Cûrayev Abdulvafo ji herêma Tambovê bû sêyemîn.

Di beşa mezinan de jî ji bajarê Novoaleksandrovskê Kolalev Artem bû yekemîn, ji navçeya Yerşov a Saratovê Mîrzayeva Gylîzar bû duyemîn û ji herêma Tambovê jî Ûsenov Mexmet bû sêyemîn.

Festîval bi belavkirina xelatan li serketiyan bi dawî bû.

Back to top button