Çand û HûnerManşêtNûçe

4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî

4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dirûşma “Vejandina kulturê girêdana bi welat re diyar dike” li navçeya Eyn Îsayê li dar ket. Berpirsên festîvalê armanc dikin ku bi rêya festîvalê vê peyamê bidin ku girêdana bi çand û kulturê beşeke berxwedan û têkoşînê ye.

Şandeyên fermî ji kantona girê Spî, herêma Firatê, rûsipiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, nûnerên ji meclisa girê Spî ya leşkerî û şêniyên kampa Girê Spî û Eyn Îsa û gundewarên wê tevlî mîhrîcanê bûn

Di mîhrîcanê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Fedîla Mihemed û berdevka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rûdîn Yusif axivîn û destpêkirina festîvalê pîroz kirin. Her wiha bang li tevahî gelên Sûriyeyê kir ku li gel hewldanên tunekirina nasnameya gelan, çand û mîrasa xwe biparêzin.

Di festîvalê de, çalakiyên çandî û yên kultura herêmê weka pêşbaziya hespan hatin pêşandan. Koma Hunera Gel a Reqayê, Koma Kobanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Deha Koçeriyê bi berhemên xwe beşdaran çoş kirin.

Her wiha jinan jî cihek xwe di festîvalê de girt, destar, nanê tenîkî, wêneyên jiyana rojane yên pêşiyan, rêbazên berê yên peydakirina avê, çêkirina tevnê û gelek berhemên din jî pêşandan.

Festîval dê 2 rojan berdewam bike.  Sibe wê gelek çalakî têkildarî çand û mîrasa gelên herêmê bên pêşandan.

 

Back to top button