Gotar

Xwendina bi zimanê dayikê

Semîra Hac Elî

Birêz Ebudelah Ocelan di der barê ziman de wiha dibêje:

Ziman bi xwe, mîrateya civakî ya hişmendî, exlaq, bedewî, hest û ramanê ye ku civakeke afrandiye. Ziman hebûna fikrî û nasnameyê ye ku ji wê wate û hest pê hatiye derxistin ku gihştiye îfadeyê -Di dîrokê de zimanê me kurdan bi rengên curbicur hatiye parastin tevî hemû zextên ku liser vî gelî ji hêla rêcîmên desthiladar ve, sîstemên dewletnetew ve ku bi yek ziman û yek netew ve her dixwestin gelê kurd di nava sîstemên xwe de wenda bike û bighîne asta pişaftinê da ku ev gel ziman, çand û dîroka xwe winda bike û nasnameya wî pêbide jibîrkirin, lê beramberî her curê pişaftinê, vî gelî dikarîbû nasnameya xwe biparêze di rêya dayikan, niviskaran, helbstvanan û zimanzanan ve ku bi rengê eşker û veşartî di hemî pêvajoyên dîroka kurdan de xebat dihate kirin, ta ku em gihaştin sala 2011’an li Rojavayê Kurdistanê şoreşa 19’ê tîrmehê hat li darxistin ev şoreşa ku gelek şoreş di nava xwe de hewand, yek ji wan şoreşan şoreşa ziman bû ku xewn û xeyalên Ahmedê Xanî, Cegerxwîn û Celadet Bedirxan û gelê Rojavayê Kurdistanê bû .

Rastiyeke dîrokî bû ku bi pêngava şoreşê re, saziya zimanê kurdî hîmê sereke bû ji pêngava şoreşa ziman re ku hat destpêkirin vê saziyê rol û misyonkî dîrokî da pêşiya xwe û heta roja me ya îro jî berdewam e û bi pilan û istratejiyên nû ji bo pêşxistin, kar û xebatên curbicur di warê ziman de di vê pêvajoyê de xulên perwerdehiyê bi awayekî eşkere di malên gel de hatin vekirin û di dîroka Rojavayê Kurdistanê de cara yekem bû ku dibistanên fêrkirna zimanê kurdî hatin vekirin.

Li hemî herêm û bajaran ji Efrîn ta Dêrikê gel bi coşeke mezin wekî teyrekî here ser avê beşdarî korsên ziman bûn, her wiha ji bo pêkanîna biryarên konfransa saziya zimanê kurdî ya di dîroka 14’ê meha 10’an ji sal 2012’an de li darket, ew bû perwerdekirina mamosteyan û amadekirina derbasbûna dibistanan û dayîna waneyên ziman ji bo hemû qonqxên xwendinê .

Tevî hemû astengî, zor û zehmetiyan jî, lê katjimêrên zimanê kurdî me derbasî dibistanan kir tevî hebûna rêjîma Sûrî di dibistanan de ,lê bi serkeftineke mezin ev pêvajo derbas bû .

Bi damezrandina Rêveberiya Xweser li her sê heremên Rojavayê Kurdistanê de, dest bi karê fermî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bû û pêvajoyeke nû destpêkir.

Ji bo sîstemên rêveberî, minhac û peymangehên amadekirina mamosteyan amadekarî hat kirin.

Li ser minhacên Rêveberiya Xweser, sal bi sal ev minhac derbasî hemû qonaxên xwendinê bû, her wiha bo pêşeroja xwendekaran û temamkirina xwendina wan li her sê hermên Rojavayê Kurdistanê ,zaningeh hatin vekirin weke: Zaningeha Efrin, Zaningeha Rojava li Cizîrê û Zaningha Kobanê bi hemû beşên pewîst destpêkirin.

Heta niha gelek fakulte pêşwaziya xwendekaran dike û heta astên xwendina bilind jî di van zaningehan de hat vekirin bo nimûne (Master ), ev xebat destkeftiyeke ji destkeftiyên vê şoreşê ye ku bi ked û xwîna hezarên pekrewanan, me bi dest xistiye û tevî hemû astengiyan û êrîşên liser vê rêveberiyê û sîstema wê ya perwerdehiyê jî em her ji bo civak û xwendekarên xwe xebatên demdirêj kar dikin.

Di heman demê de ji bo rewabûna vê xwendinê bi avakirin û meşandin van xebatan em nasname û hebûna xwe bi xwe diyar dikin û ji gelek aliyên cîhanî re ji hatiye diyarkirin û ji hêla wan ve jî tê şopandin. Lê ya girîng ew e ku em baweriya xwe bi vê xwendinê werînin û heger berpirsiyar û karmendên vê rêveberiyê bi vîn û bawerî nêzî rêveberiya xwe ya xweser û fikrê netewa demoqratîk dibin, gereke bi vê baweriyê nizî xwendina bi zimanê dayikê û sîstema wê ya perwerdehiyê jî bibin, ji ber ku ev fikir ji bo parastina hebûna gelan, fikrê çareseriyê ye, lê beramberî vê yekê hin berpirs û karmendên vê Rêveberiyê zarokên xwe dişînin xwendinda rêjîmê di vir de mirov matmayî dimîne !!! Ez ê li gel te karbikim û cihê berpirsyariyê bigirim, lê ez sîstma xwendina bi zimanê dayikê nepjirînim ji ber ez pêşroja zarokên xwe di xwendina rêjîmê de dibînim .

Di bin navê rewabûn û ne rewabûnê de ev nakokî êdî bandorekî neyinî li civaka me kiriye, ji ber ku parastina civakekê ji tunekirin û pişaftinê ne gengaz ji bilî bi perwerdeya bi zimanê dayikê. Ev perwerde mirov ji mirovên din cûda dike û hebûna mirov diparêze. Em vê rastiyê baş analîz nekin wê hin mirovên vê civakê wê hebûna xwe winda bikin, heke tu bixwe vê xwendinê rewa nebîne, tu sîstem, dewlet û civak te rewa nabîne.

 

Back to top button