DosyaGotar

Pirsgirêkên Nasnameya Sûmeriyan

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

 Wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Çarşembê

Xelek – 26

Pêşiyên Kurdan:

Pirsgirêkên Nasnameya Sûmeriyan

Dijberiya çiyan û biyabanê:

Bi me ra derbas bû ku warê bingehîn yê Sûmeran çiyayên başûrê Kurdistanê ye; ew ji wan çiyan daketin deştên başûrê Mêzopotamiya. Em careka din tînin bîra xwe ku ev bûyer di hezarsala çarem ya b.z. da bû, û wê demê ti dewlet ji dewletên ku niha têne naskirin tinebûn. Ew heyama ku di wê da komên mirovî û êlên ku di warê nijadî û çandî da hevbeş bûn destpêka gelan pêkdianîn, êdî li wan herêman belav bûn û li cih û warên ku hawîrdora wan guncaw bû û axa wê berhemdar bû bi cih û war bûn.

Em vê yekê dibêjin ji ber ku hin dîroknasên Îraqê – Kildan dibin, Aşûr dibin yan jî ewên erebbûyî dibin – wisa dinivîsînin wek ku ew, ev herêma Yûnanan navê Mêzopotamiya lêkiriye û Ereban jî jêra Îraq gotiye, ji berê û paşê da, ji destpêka dîrokê da her kildanî, yan aşûrî û yan erebî bûye. Li gor vê angaştkirina wan, ew dîroka vê erdnîgariyê vedigerînin ser neteweyên xwe. Ev şêweyekî yekser yê talankirina çandî ye, talankirina şaristaniyan û tezwîrkirina dîrokê ye.

Rastî ewe ku ev erdnîgariya xwedî deştên fireh, di navbera çiyayên Zagros (landika pêşiyên Kurdan) û biyabanê da ye. Mebesta me bi biyabanê ew herême ku ji sedsalan da bi navê “Cezîra Erebî” tê naskirine, ewa ku dîroknasên Ereban û Erebbûyiyan, Kildan û Aşûriyan wek landika gelên Samî dihejmêrin. Daku xwe ji têgîna “Samî” ya ku di pirtûka Cihûyan ya pîroz da hatiye, van dîroknasên îraqî erebbûyî di dehsalên heftêyî yên sedsala bîstan da têgîneka nû bi navê “Cezîrî” peyda kirin; yanê neteweyên cezîra erebî.

Belê, deştên Mêzopotamiyayê herdem meydana kefteleft û dijberiya navbera çiyayiyên zagrosî (pêşiyên Kurdan) û biyabaniyên cezîrî (pêşiyên neteweyên samî) bû û hîn jî didome. Me di lêkolîneka berê da jî belgeyên dîrokî pêşkêş kiribûn ku çiyayiyên zagrosî, çi rûniştivanên heyama Ubeyd dibin, yan Sûmerî, yan jî Sûbarî bin, hên pêş biyabaniyan hatibûn û li deştên Mêzopotamiyayê bi cih bûbûn û destpêkên şaristaniyê pêkanîbûn. Ji ber ku ew neviyên avakerên şoreşa çandinî di erdnîgariya Guzana da bûn; ew di vî warî da xwedî tecrûbe û serborî bûn. Piştî wê bi bêhtirî deh sedsalan biyabaniyên Akkadî êdî gihîştin Mêzopotamiyayê û di pey wan ra Babilî û yên din hatin.

Hêjayî gotinê ye ku Sûmerî ne bi pêlekê gihîştin başûrê Mêzopotamiyayê. Ew ji erdnîgariya Guzana ya çiyayî derketin û di destpêkê da li herêma ku paşê bi navê “Sûbartû” hate naskirin bi cih bûn. Ew jî ew herême ku dikeve navera çemê Zapê jêrîn û Zapê jorîn; yanê di erdnîgariya Herêma Başûrê Kurdistanê ya niha da, ewa ku paşê biyabaniyên samî dagîr kirin û bi navê “Aşûrî” hate naskirin. Ew herêm êdî bi navê “welatê Aşûr” hate naskirin (emê paşê lêkolînekê li ser vê mijarê binivîsînin).

Sûmerî hin bi hin ber bi başûr va daketin. Hin dîrokzan hene, yek ji wan dîrokzanê alman Hors Klengel-e, dibînin ku şaxekî nû ku bi navê şaxê “Şûbarî / Sûbarî” hate naskirin ji çiyayên Zagros da pêl bi pêl li pey hev daket, û wargehên çandiniyê yên Sûmeriyan yên pêşîn  xiste bin desthilata xwe. Beşê mezin ji Sûmeriyan neçar ma ku ber bi başûr va here û beşê mayîn di nav gelê Sûbarî da heliya. Ne dûrî aqilane ku pirbûna Sûmeriyan jî li warê wanî pêşîn bûbe sedemeka din ku Sûmerî ji warê xweyî pêşîn koç bikin, û li waregehên nû yên çandiniyê li başûrê wê herêmê bigerin û têda bi cih û war bibin.

Niha jî em bipirsin: Gelo nasnameya Sûmeriyan ya nijadî û zimanî çi ye?

Pirsgrêka nasnameya Sûmeriyan:

Dîrokzanên pêbawer li ser wê yekê li hev dikin ku ti peywendiya Sûmeriyan bi nijadê biyabanî (Samî / Cezîrî) ra tineye. Ne di warê erdnîgarî, ne jî nijadî, ne jî zimanî da. Dîrokzanê înglîzî Arnold Toynbee dibêje: “Pir dûrî aqilane ku Sûmerî ji welatê Ereban hatibin. Ji ber ku ti peywendiyeka zimanê wan bi malbata zimanên Samî ra tineye“. Dîrokzanê ku bi koka xwe Ukrayîniyî ye û li Amerîka bi cih û war bûye, Samuel Kramer derbarê zimanê sûmerî dibêje: “Ew ne ji zimanên samî ye“.

Dîroknasê misirî Muhemmed Beyyûmî Mehran dibêje: “Dîrokzan li ser wê yekê li hev dikin ku “Sûmerî” nijadekî ne samî ye, zimanê wan biyanî ye û naşibihe zimanên samî“. Dîroknasê îraqî Fadil Ebdulwahid Elî dibêje: “Sûmerî zimanekî bihevvayî ye, ti peywendiya wî bi malbata zimanên samî ra tineye“. û dîsa dibêje: “Zimanê sûmerî ne ji zimanên cezîrî ye“.  Mebesta wî bi zimanên cezîrî helbet zimanên samî ne.

Raste ku dîrokzan ji wê bîr û baweriyê ne ku Sûmerî ne samî ne, ne di warê erdnîgariyê da, ne jî di warên nijadî û zimanî da. Lê belê hinek ji wan sergerdan dimînin ku nasnameya Sûmeriyan biçespînin. Piştî ku dîrokzanê firansî Georges Roux dibêje; “Zimanê sûmerî zimanekî bihevvayî ye “, dîsa dibêje: “Ew ne ji nêzîk, ne ji dûr va, naşibihe ti zimanên naskirî û zimanên ku hatin wendakirin, yan jî yên ku mane“.

Muhemmed Beyyûmî Mehran dibêje: “Zimanê sûmerî zimanekî wendabûyî ye, mirov nikare wî vegerîne ser malbateka zimanî zindî ne jî ser yeka wendabûyî, ….ji lew ra, mijara kok û raha Sûmeriyan pirsgirêkeka wisa ye ku pir gengeşî li ser çêdibe. Heya niha lêkolînên zimanî, antropologî û şopnasî (arkeologî) nikarîbûn wê çareser bikin“. Samî Se’îd El Es’ed dibêje: “Zimanê Sûmeriyan ti peywendiya xwe bi çi malbateka zimanî naskirî ra tineye, kevin dibin yan nû; ev şêwazeka ji zimanên bihevvayî ye “.

Herdu dîroknasên îraqî Amer Suleyman û Ehmed malik El Fityan dibêjin:

Zimanê sûmerî bi wê yekê nasdare ku bi gelemperî ji kîtekê pêktê, û gengaze ku ev kît bi hev va bêne girêdan daku peyvên nû bên avakirin. Van taybetmendiyên zimanî hêştin ku lêkolîner bizavê bikin ku peywendiyekê bi zimanên cihanî yên naskirî ra wek zimanê çînî, zimanê tîbêtî, zimanê dravîdî, zimanê hingarî û hin zimanên Afrîkayê û zimanên hindokên Amerîka, zimanên Pasîvîk, zimanê Bask, zimanê turkî, zimanê megolî û hinên din bibînin…. Lê belê em dikarin bêjin ku zimanê sûmerî ti peywendiyeka xwe ya nêzîk bi van zimanan ra tineye. Belkî ew vedigere ser malbateka zimanî ku şaxên wê hên pêş afirandina nivîsînê û bikaranîna wê di dîwanan da wenda bûye“.

Dîrokzanan û arkêologan ew bizav (muhawele) jî kirine ku bi rêya taybetmendiyên Sûmeriyan yên ten û laşê wan, bikaribin nasnameya wana nijadî biçespînin. George Roux dibêje: “Qafên ku ji gorên Sûmeriyan hatine birin, piştî lêhûrbûna (fehiskirina) wan hate çespandin ku ew yan qafên dirêjin, yan jî pehnin…. û sebaret bi taybetmendiyên laşî ku mirov dikare ji peykerên wan wek encam wergire… kepûyê wan (difin, poz) mezine, çavên wan firehin, Stûyê wan stûre, paş seriyê wan rasteraste (pehne). Evin taybetmendiyên cuda yên nijadê sûmerî“.

Piştî peyvên dûr û dirêj yên dîrokzan Georges Roux derbarê nasnameya Sûmeriyan, dibêje: “Gelek gengaz û mimkine ku Sûmerî şaxek bin ji beşekî mezin li Rojhilata Nêzîk ku di heyamên Kevirê Nû û heyamên Kavirî-Madenî Despêkî da. Yanê ew – bi kurtahî – hên ji heyamên pir û pir kevin da li ser axa îraqê hebûn“. Di lêkolîneka derbasbûyî da me dabû zanîn ku Georges Roux Sûmeriya ji neteweyên ku ji çiyayên başûrê Kurdistanê koç kirine dihejmêre. Eve mebesta wî bi gotina ku Sûmerî her û her li ser axa Îraqê hebûn.

Niha tenha pirs dimîne: Gelo rastiya nasnameya Sûmeriyan çi ye?

Evê mijara me ya dahatî be…

Çarşemb, 23.09.2015

Jêder

PAGE   * MERGEFORMAT 3

Amer henna Fettuhi: Kildan ji destpêka zemên da, rûpel 100, 153.

Arnold Toynbee: Dîroka Mirovatiyê, 1/77.

Samuel Kreimer: Ji tabloyên Sûmer, rûpel 115.

Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya Kevin, rûpel 88.

Fadil Ebdulwahid Elî: Ji Sûmer ta bi Tewratê, rûpel 21.

Fadil Ebdulwahid Elî: Ji Sûmer ta bi Tewratê, rûpel 21

Georges Roux: Îraqa Kevin, rûpel 21.

Muhemmed Beyyûmi Mehran: Dîroka Îraqê ya Kevin, rûpel 88.

Samî Se’îd El Ehmed: Sûmerî û bermaya wana şaristanî, rûpel 46.

Amer Suleyman, Ehmed malik El Fityan: Semînar di dîroka kevin da, rûpel 73 – 74.

Georges Roux: Îraqa Kevin, rûpel 120. Û li Samî Se’îd El Ehmed binêre: Sûmerî û bermaya wana şaristanî, rûpel 42.

Georges Roux: Îraqa Kevin, rûpel 123.

J. M

Back to top button