Çand û Hûner

Li bajarê Dêrikê şeva Kevneşopiya Sitranên Gelêrî

Koma Kevneşopî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê, bi armanca vejandina kevneşopiya herêmê, şêvbêrkek lidar xist.

Koma Kevneşopî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku li bajarê Dêrikê ye, bi armanca vejandina kevneşopiya herêmê, hemleyek da destpêkirin. Di çarçoveya hemleyê de  şevê din li gundê Zehîriyê yê herêma Beravê bi beşdarbûna hejmareke ji dengbêjan û bi dehan şêniyên gund şevbêrkek hate lidarxistin.

Piştî kêliyeke rêzgirtinê endamê Koma Kevneşopî Mehmûd Mehmûd bixêrhatina mêvanan kir û got ku ew dixwazin kevneşopiya herêmê biparêzin.

Mehmûd anî ziman ku ev erkeke wijdanî ye û ji hemû ciwanan xwest ku xwedî li çanda xwe ya resen derkevin.

Şevbêrik bi gotina stranên gelerî dom kir.

(bb/aq) /

J. M

Back to top button