Nûçe
Demirtaş: KCK bo vegera muzakereyê amade ye
Hevserokê giştiyê HDP`ê Selahedîn Demirtaş ragihand ku Koma Civakên Kurdistanê KCK ji bo vegera ser maseya muzakereyê amade ye.
Di kongireyekî rojnamevanî de piştî civîna bi rayedarên HDP li bajarê Hezexê li ser rewşa Cizîrê, Demirtaş diyar kir û got: Li ser bangawaziya me ji KCK bersivên erênî tên.
Demirtaş got: KCK dibêje ku ew ji bo bêdengkirina çekan ji herdu aliyan û vegera muzakeryan amede ne.
Li ser vê yekê jî Demirtaş bang li hikûmeta Enqereyê jî û got: Tişta dikeve ser Enqerê jî ewe ku divê îsrarê li ser çekan, pevçûnan, operasyona neke.
Li dawiya axaftina xwe de Demirtaş got: Ji Cizîrê bête destpê kirin û gavên biçûk biçûk bêne avêtin û li hemberî wê gavên pêbawer werin avêtin û divê em vî karî berve aştiyekê ve bibin.