Gotar

Ji Pêşveçûna Sînema Kurdî -3-

Biradostê Mîtanî

Li Rojavayê Kurdistanê Desteya Çandê Komîna Filman saz kiriye. bi xebateke balkêş radibe, hijmarek ji filman çêkiriye mînak filmê ji bo Azdiyê û filmê Darên Bitenê.

Li herêmên Rêvebiriya Xweser, li gundên Senceqa Se’dûn  derhêner Şêro Hindî li digeriha û film ji zarokan re nemayeşe dikirin, lê ne yên Kurdî bûn. Lêbelê ew derhênerekî Kurd e û wî filmên Kurdî yên mîna Çîrokên Bajarên  Wêrankirî û yê Sûr çêkirin.

Di vê çarçoveyê de Koma Ş.Oaman a Bavê Teyar û hevalên  wî cihekî belî û binirx girtiye li Rojava ji şano û kurtefilm û carcaran film jî  çêkiriye, ji wan filmê vê dawiyê yê bi navê Xîret.

Sala 2012z Li Dihokê ,Li Başûrê Kurdistanê  mehrîcana filmên Kurdî hat lidaexistin. Bi dehan filmên Kurdî lê hatin nemayeşe. Derhêner Şewket Emîn Kurkî filmê Bîranînê Neqişandî  Li Ser kevir derhêner kir.

2013z mehrîcana filmên Kurdî li dewleta SIWÊDÊ bi (13) filman li dar ket.

2014z di mehrîcana Ebû Zebî de filmê Kurdî yê bi navê Bîranînên  Neqişandî li Ser Kevir ê Derhêner Şewket Emîn Kurkî xelata yekemîn stand

2016z derhêner Xemgîn Salih filmê Yê Nizane Baqê Nîska ye çêkir.Di wê salê de li Qamişlo hefteya Sînema Kurdî hat lidarxistin ji (50) filmên Kurdî û Erebî. Ji wan ên derhênerên mîna : Huner Selîm , Mihemed Evdilezîz û Behmen Qubadî bûn.

Fîlimê bi navê  (A157) yê keçikên Êzdî di destên Da’iş  de, yê  derhênerê Kurd ê ji  Rojhilatê Kurdistanê, Behroz Nûranî di mehrîcana Fecir de li Îranê xelata yekemîn stand.

Li Hewlêrê 2017z mehrîcana  Kurdistan a filmên kurdî hat lidarxistin (46) film tê de beşdar bûn.

Li Enqerê 2017z mehrîcaneke Navdewletî ya filman li dar ket ,nêzîkî (20) filmên kurt û dirêj ên Kurdî tê de beşdar bûn , yek ji wan filmê bi navê Re’ûf yê Derhêner Soner Caner û Derhêner Bariş Yelmaz bû, yê li ser stemkarî û qirkirina  Rêjîma Tirk li ser  Kurdan e.

Çêkirina Sînema Kurdî  bi derbasbpna demê berdewam e .Derhêner Teymûr Evdık li sala 2018z filmê Li Paş  Mala me derhêner kir.

Jı Rojhilatê Kurdistê Derhêner Saman Hisênpor yê ji bajarê Seqizê ,di mehrîcana şeşem a filim û mozîkê de li Îtaliyayê xelata baştirîn filim, li ser filmê xwe yê bi sernava Himbêza Dawiyê  bi dest xist.

2019z mehrîcana yekem a filmên Kurdî li Parîsê (FFKP)  çêbû (19) filmên Kurdî hatin pêşkêşkirin.

Filmê herî vê dawiyê yê ku li ser jiyana berxwedana gelê Kurd bû ê hate weşandin, filmê derhênera Ferensî  Karolîna Forst yê bi navê  Xwîşkên Çek bû.

Li Stembolê Saziya Mezobotamiya ya Sînemê, ji 6-ta10-3-2020z  mehrîcana yekem a filmên Kurdî li dar xist . (30) filmên ku derhênerên wan Kurd tê de beşdar bûn, ji wan : Hisên Tabak,Hisên Hesen (Ev Derhêner bi filmê Reşeba beşdar bû).

Derhêner Ganî Rizgar  û Derhêner Hakan Gurtep filmê bi navê Çavên min Ehmed,ev filim li ser jiyana hunermendê nemir Ehmed Kaya çêkirin, lê piştî wan xilas kirin û kara weşandina wî kirin malbata wî bi mehaneya ku wan destûr ji wan nexwestiye û agahiyan wan tenê ji Gogil in û ne rastin,li dadighê gilih kirin û namayeşeya film rawestandin.

Weke îro li Rojavayê Kurdistanê, piştî vê şoreşa Azadiyê şanogeriya Kurdî mîna çanda Kurdî gavên pêşketî pêk tên. Saziya Komîn Film ava biwe û hijmarek ji film û rêzefilman pêk anîne. Ji wan rêzefilma Wvîna Kurd e.

Derhêneriya Rêzefilma Evîna Kurd Noman Gît û Haşim Aydemir in.

15 xelek in. Ji şoreşa Rojava ye . Di salên 2017 û 2018z de ye û wê filmê Ni bo Azadiyê jî berhem kir  Rêzefimla Tava Sor jî hate berhemkirin û wilo jî filmê berxwedana Kobanê jî û yê Xewna Rojava.

Di dawî de, Xwênerên xoşewîst: Kurdên me gotine: Geya di bin keviran de namîne, lewra çi qas stemkariya Rêjîmên dagirker li ser gelê Kurd hebe jî,ew nikarin  bigihin  armancên xwe yên tunekirina çand û netewa Kurd ,ji ber ku ew war e, lê ne ew Behar e, lewra ew di kiryarên xwe yên dijî gelê Kurd bi taybet  hunera Kurdî de bi ser nakevin. Ji ber ku bi sedan filmên Kurdî êdî roniyê dibînin û tevlî mehrîcanan dibin, Ew jî bi saya jîrekîtiya xwezayî ya gelê Kurd e û bi taybet  xebatkarên dilsoz ên di beşê Sînema Kurdî de.

Back to top button