GotarManşêt

Zimanê Kurdî di dîroka kevnar de

Biradostê Mîtanî

Siba Cejna Zimanê Kurdî ye.

Wê rojeke dergihê azadî,aramî,pêşketin û aştiyê be.

Bi vê helkeftinê bo cenabê we :

Kurtezincîrek ji qonaxên afrandina tîpên Kurdî.

Hêjano :Dema em behsa Zimên dikin . tê bala me , gelo di layê şêweya zimanê devkî de ye , yanî dema bavkên KURDAN berya (30 000) sal di KURDISTANÊ û MEZOBOTAMIYA de axivîne ? . yan mebest jê ew e ji dema ku şehristanî û pêre tîp hatine  afirandin, bi şêweyê  nivîskî  3500 sal berya zayinê ye .

Em ê di vî babetê zimanê KURDÎ de ,rahêjine mijara tîpên KURDÎ ,yanî mijara nivîsandinê ,ne ya  axaftina bi lêvkirinê yanî ne yê devkî beriya (30 000) sal ? .

Dîroka zimanê kurdî ji layê afirandina tîpan ve dirêj e.Dikeve kûrahiya dema dîroka  kurdên  GOTΠ de,yên xwedî rola serek di avakirina şehristaniya Someran de ,yên ku dîroknas dibêjin wan tîp afirandine .Ya dema dinivîsandin bi mîxan (Bizamaran) weke  ku ew beşek in ji Someriyan , mîna hemû êl û gelên din ,ên di kevana zêrîn a Mezobotamiyayê de .

Tîpên ZINDÎ yên PIRTÛKA REŞ

Ew tîpên KURDÎ di destpêkê de hatin nîşankirin bi navê tîpên zindî  yên tên naskirin bi birayên me yên ÊZDÎ re , yên pê PIRTÛKA REŞ nivîsandibûn û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudawendê mîtra( Roj)hat, jêre digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 728an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên din.

Tîpên Avistayî:

Di dema pêxember Zerdeşt (S) de zimanê kurdî xwertir û belavtir bû , dema pirtûka wî Avista belav bû di Rohilata navîn û Asyayê de, û wilo jê re di cîhanê de digotin zimanê avistayî û tîpên wê hatin bi navkirin bi tîpên AVISTAYÎ yên ku hijmara wan(44 ) tîp bûn.

Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Mekdonî ,dema Avista di şewitand.

Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de Mislmantî hate Kurdistanê, ol û zimanê kurdan qelistir bûn, ji ber wan ji SIKEDERÊ MEKDONÎ bihtir qirkirin bi serê wî zimanê KURDÎ de anîn.

-Tîpên Pêlewanî:

Di dema Sasaniyên ku koka wan KURD E de, tîpên Pehlewî{Pêlewanî}  geş bûn di nav kurdan de.Hijmara wan  42 tîp bûn, mîna  zimanên hebûn di cîhanê de ,ew jî bûbû yê nivîsandin û Çandê  li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ yê NEBETÎ dibêje :Min (30) pirtûk bi pehlewî dîtin li şamê  . Di pirtûka xwe de ya bi navê : bîrîbûna bi evîn bo zanînbûna sembolên pênûsêشوق المستهام في معرفة رموز الأقلام   de dibêje: Pirtûkek  ji wan li ser çandina dara xurmeyê bû û ya din li ser avdaniya çandiniyê bû .Lê mixabin di dema Emewiyan de li ser destê “Ebdil Melikê Mirwanî” Erebkirin bi dijwarî peya bû û yê jê dijwartir “Hecacê kurê SEQEFΔ bû.Ku nûnerê Emewiyan bû li Iraqê.Wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadan MEROX” kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî .

Li ser zimanê pehlewî “M. Mehemed Xinêmî HILAL ” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê yanî  zimanê çekdarên mêrxasên kevnar û ew romana HEZAR ŞEV Û ŞEVEK  û wilo KELÎLA Û DIMNA cara yekemîn bi wî hatine nivîsandin.  (Ev agahî di pirtûka Erebî ,refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye,yên rêbazên hikûmeta Sûrî de bû).

-Piştre tîpên KURDÎ bûn ên bi navê MASÎ SORATÎ .

Tîpên MASÎ SORATÎ

Bi hatina misilmaniyê  û arîkariya  tîpên pehlewî û  Masî soratî di nav zimanê Erebên NÎV GIRAVA EREBÎ de ,  QUR’ANA PÎROZ  hate nivîsandin ,  û beşek ji kurdên me bi wan tîpan nivîsandin  li BAŞÛR  û ROJHLATÊ  KURDISTANÊ bi navê tîpên SORANÎ .

benda xeleka (2) a dawî bin.

Back to top button