Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
ANF