ÇalakîJinManşêtNûçe

Meclisa jin a PYD e civînek berfereh li Dêrikê li darxist

Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD e duh civîna xwe ya berfireh li Dêrikê li darxist. Civîn bi tevlîbûna endamên meclisa jin a partiyê û kongra star.

Jinan beriya ku bi dest civîna xwe bikin deqeyeke rêzgirtinê li ser ruhê şehîdên azadiyê rawestiyan.

Piştre bernameyê civînê ji amedekaran re hat xwendin û civîn bi xwendina perspektîvên rêbertî hat despêkirin.

Paşê berdevka meclisa jin a partiya yekîtiya demokratîk PYD e Netewî Xemgîn rewşa rêxistinî nirxand û dayika şehîd Hevrîn Xelef rewş siyasî bi rengekî berfereh nirxand.

Di dawiya civînê de şeş jin hatin hilbijartin jibo kar û barê  bajarê Dêrikê.

Back to top button