DosyaGotar

Ji Kaniyên Yezdaniyê navên Pîroz

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

 

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Xelek – 2

Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan

 

Navê Pîroz: Xweda

 

Navê afrînerê pîroz ku li ba seranserê Kurdan tê gotin XWEDA ye. Ev nav ji du kîtan pêktê: Xwe – da. Ev bi zimanê kurdî tê maneya “yê ku xwe bi xwe daye“, yanê ji tikesî nebûye. Pir Kurd dema sond dixwin, dibêjin “bi Xwedê“. Hinek jî dibêjin “Welleh“. Ewên ku dibêjin “Welleh“, helbet ji ber bandora çanda erebî ye.

 

Navê pîroz “Xweda” navekî ariyanî pir kevine û heya niha jî bi şêwazên têvel û li nêzî hev li ba piraniya gelên ariyanî tê gotin. Bi zimanê Ûrdû (li Hind û Pakistan) û bi zimanê Belûcî heya niha jî dibêjin “Xweda“; bi farisî dibêjin “Xwedawend“, bi Ozbekî dibêjin “Xudo“, bi înglîzî dibêjin “God“, bi almanî dibêjin “Gott“, bi danîmarkî û Siwêdî dibêjin “Gud“, bi holandî dibêjin “God“, lê bi awayê “Xod” bilêvdikin. Baş tê zanîn ku di zimanên ariyanî da tîpên “g” û “x” pir caran cihê hevdu digirin.

 

Di dema dewleta Osmanî da, ji navê “Xweda” lexema “Xwedêwî” hatiye peydakirin; yanê “padîşahê payebilind” yan jî “mîrê pîroz“. Yanê herdu têgînên “pîroz” û “payebilind” herdem li gel vê peyvê hatine gotin. Wan bawerdikir ku ev tenha peyveka farisî ye. Lê di rastiyê da ev bi giştî peyveka ariyanî ye.

 

Ismaîl Paşa (neviyê Mihemed Elî Paşa, avakirê dewleta misirî nûjen) yekem kes bû ku sala 1866-an lexema “Xwedêwî” hilgirt.

(Xwedêwî Ismaîl)

 

Di pirtûka “Zanayên Kurd di rêveberî û siyasetê da“, me gelek dawer û belge dabûn ku malbata Mihemed Elî Paşa ya ku serdariya Misirê ji 1805 heya 1953 kiriye bi kok û binyata xwe Kurde û ji bajarê Amedê ye; û ne wek ku belav bûye, ew malbateka Alban bûye. Apê Mihemed Elî li welatê Albaniya karmendê bacê bû (tehsîldar) û Mihemed Elî di destpêkê da li ba wî dijiya. Ew kurê Îbrahîm Aẍa û Zeyneb Xatûnê ye, li bajarê Kavala yê Yûnanê ji dayîk bûye. Ew wek serdarê lekên albanî yên leşkerê osmanî çû Misirê. Ji ber wê hin nivîskaran wisa guman kir ku ew kesekî Albane.

 

Înî, 30.10.2015

J. M

 

Back to top button