DaxuyanîPYD

Daxuyanî ji bo raya giştî 

Derbarê terora ku li ser kurdên Cindirêsê pêk hatiye.

Di şeva Newrozê cejna vejîn û berxwedan û aştiyê de, û dema ku gelê Kurdistanê û geline din şahiya Newrozê li dar dixistin û pê re gelê Kurd ji gelên cîhana azad û serokên wê û bi sedan dostên kurdan, “hêz, tevger û kesayetên niştmanberwer û demokrat yên Sûriyê pîrozbahiyên Newrozê werdigirtin ” tewanê komên çete li Efrîna dagirkirî berdewam dikirin.

Li navçeya Cindirêsê ya birîndar a ku di bin desthilata rêxistinên tarî û talanker de dijî, 4 welatiyên Efrînê yên resen lê gihaştin asta şehadetê bi destên çeteyan, dema ku agirê Newrozê cejna neteweyî kurdî pê dixistin.

Em, weke Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), vî sûcê terorîstî bi tundî şermezar dikin, rejîma Tirkiyê, komên çete û terorîst û rêxstina bi navê Itîlaf bi hemû pêkhateyên wê berpirsyar dibînin di ber xwîna hatiye rijandin li Cindirêsê û Efrînê, û daxwaz dikin ku berpirsyar bên darizandin.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî dikin ku fişarê li ser dewletaTirk a Erdoganî bikin ji bo dagirkeriya xwe ya li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên Sûriyeyê yên ku dagirkirine bi dawî bike,û lêpirsîneke navneteweyî di derbarê sûcên şer ên ku ji destpêka kirîzê û heya niha li dijî gelê me pêk hatine vekin.

Di roja pîroz a Newrozê de, em soz didine gelê xwe û hemû pêkhateyên Sûriyê yê serhildêr ku em ê têkoşîna xwe ya rewa bidomînin heya rizgarkirina her bostekê ji herêmên dagirkirî.

Rêz ji bo şehîdên Efrînê û hemû şehîdên azadiyê.

Şerm û binketin ji bo rêjîma Tirk a dagirker û çeteyên wê.

21′ ê Adarê 2023

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Back to top button