Gotar

Estetîka bedewiya jin

Li ser mijara etik û estetik û têkilya wan bi hev re, dema behsa estetîk û bedewiyê tê kirin, pêwiste tenê bedewîya fizikî neyê fikrandin, ji xwe pêwiste jin giringî bide bedewîya xwe jî, lê ya giring bedewîya fikir, rûh û hisîye.

jina kû fikra wê ne bedew yanî xweşik be, jixwe di cewher de ne kûrbe û ne mezin be dunyaya wê a rûhî ne dewlemend be, fîzika wê jî bedew nabe.

ji xwe di cewher de ilkeya estetik,, xweşik. kirina jiyanê ye, jiyanê ji xirabî û qirêjiya paqijkirine, hev temamkirine fikir, rûh, û fizika jinê, tê wateya kamilbûna şexsiyetê,, di hêla şexsiyeta jina azad de tişta herî bi nirx feraseta estetîk û bedewiyeki wisa ye, yanî jin çiqasî di paşde bimîne hewqasî wê xizmeta zilam bike û hişmendya sistema zilam bi hêz bike,, ev di alîyê jinê de,, di. aliyê civakê de û di aliyê mirovahiyê de xweî ti nirxekî azadiyê nine, sistema qepîtalizim jinê tenê weke meta bikartîne,, sistema zayend perest di firotina tiştin xwede bedena jinê bikartine û guhartinan. li ser bedena wê dibin navê xweşk buneki sexte pêk tîne û ji cewher û xweşikbûna rast dûr dike di bin navê estetik de, bi vî rengî jinê ji pîvanê estetika rast dûr dike jiber pivanê me yên estetik ne evin,, jibo vê li hember rastiyekî ewqas qirêj şerkirin û tekoşîn pêwîste,, li hember politikaya dagirkeriya metakirina bedena jinê şerkirin û tekoşin ferasata me a estetike, ermenca me di bingiha azadîyê de avakirina kesayet û jiyanek nûye feraseta me ya estetik, avakirina jina azade,, ermenca tekoşîna me ev e ku jin ji teybetmendiyên ku sîstema serdestiyê di hêla fikri, bedenî û rûhî de bi jin daye qebûlkirin bêne rakirin.

Back to top button