CiwanDaxuyanîManşêtPYD

Ciwanên PYD ê Efrîn bi daxuyaniyekê binpêkirinên ku li Efrînê pêktên şermezarkirin

Ji Bo siyasetên qirêj yê ku dewleta turk û çeteyên wê di hindir Efrînê de Ji kuştin , talan kirin , hemû binpêkirinên Ku di derheqa gelê Efrîne de pêk tê her weha  bûyere dawî Ku li navçeya cindirêsê de Ku zarokek bi navê “Ehmed Xalid” 16 salî yê ku bi destê çeteyek Ji çeteyên dewleta turk ya Ku li navçeya cindirêsê bi cih bûne bi kêrê hat kûştin û pişre cenazeya wî avêt bîrekê.

Ciwanên PYD bi daxuyanîyeke ev binpêkirinên Ku li Efrîn diqewime şermezarkirin.

Daxuyanî li Qampa Berxwedan hat xwandin bi tevlîbûna hemû Ciwan û xwendekarên qampê.

Daxuyanî wiha bû;

Di dema dagirkirina xaka herêma Efrînê ji aliya dagirkerê dewleta Turk û çeteyên girêdayî wê ve roj bi roj sûcên dijî mirovahî û ekolojiyê pêk tên .Sûcên dijî mirovahiyê yên her tim berdewame li herêma Efrînê ya hatiye dagirkirin ji milê dewleta Turk û çeteyên wê ve ,bi taybet li Cindirêsê sala borî çar xortên Kurd Ji malbatekê ji bo vêxistina agirê Newrozê bi destê çeteyên girêdayî dewleta dagirker bi awayekî hovane hatin kuştin,her wiha,mal û milkên gelê kurd bi darê zorê ji wan tê standin û di vê dawiyê de li Cindirêsê ciwanê 16  salî ya bi navê (Ehmed Xalêd Medê) ji milê çeteyê girêdayî dewleta Turk a dagirker ve bi hovîtiyeke qet  nayê qebûlkirin ji milê mirovahiyê ve hate kuştin.Bi van sûcên dijî mirovahiyê mebesta dewleta Turk a dagirker ne bes guhartina demografîk e ,lê guhartina çandî û ekolojîk e jî.

Em bi navê ciwanên (PYD):

Bang li Neteweyên yekbûyî dikin ku li pêşiya dagirkeriya dewleta Turk û hovîtiya wê û çeteyên wê bigire û sûcên ku dikin li gor wan sûcan werin dadgehkirin ,di dadgehên mafên mirovan de li gor paradtina mafê mirovan û sûcên ku li ser mirovan dikin tund werin sezakirin..

Her wiha em bang li gelê xwe dikin yên li hemû deverên dunyayê jiyan dikin ku têkoşîna xwe li hember dewleta turk a dagirker û hovitiya wê û hemû siyasetên ku armanca wan tunekirina kurd e bilind bikin .

CIWANÊN  (PYD ) KANTONÊN EFRÎN _ŞEHBA.

 

Back to top button