ÇalakîManşêtNûçe

Şehîdên Qereçox hatin bi bîranîn

Di 25’ê Nîsana 2017’an de beriya 7 salan dewleta Tirk a dagirker bi zêdetirî 25 balafirên şer êrîşî nuqteyên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, Navenda Radyoya Rojava û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel kirin. Di encama êrîşê de 20 pêşeng û şervanên Yekîneyên Parastina Gel û jin şehîd bûn.

Îro gel berê xwe dan çiyayê Qereçox heftemîn salvegera êrîşa hovane ya ku li Çiyayê Qereçoxê hat kirin ev êrîş şermezarkirin û Şehîdên vê êrîşê hatin bi bîranîn.

Di bîranînê de endama Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman, Berdevka YPJ`ê Roksan Mihemed axivîn.

Bîranîn bi sloganan bi dawî bû.

Back to top button