ÇalakîManşêtNûçe

Kantona Efrîn û şehba- partiyên siyasî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin


Kantona Efrîn û şehba

Duh Kordînasyona partiyên siyasî yên  Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên parastina rewa şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama meclisa Giştî ya Partiya PYDê ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê Mamosta Xemlîn Reşîd ve hate xwendin.

Di  daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Pêvajoya heyî xetertirîn pêvajoyên dîroka herêmê ye, di heman demê de çewsandin di hevsengiyên hêzên navdewletî de çêdibin, her wiha nîşaneyên ciyosiyasî yên di qada siyaseta cîhanî de tehlûke ne, armancên serokên wê yên siyasî herêmê rûberûyî dijwariyên nû dike. Berdewamkirina hikumeta faşîst a tirk polîtîkayên xwe yên dijminatiyê li dijî gelên herêmê û êrîşkirina wê ya li dijî serweriya dewletên cîran û pêkanîna operasyonên leşkerî ewlehiya herêmî têk dibin, bi bêdengiya navdewletî û rêxistinên hiqûqnas û mirovî hemû pîvan û zagonan binpê dike, ev yek dijminahiya li dijî mirovahî û exlaqê civakî ye. Operasyona leşkerî ya ku hêzên dagirkeriya tirk li başûrê Kurdistanê pêk tînin û berfirehkirina çaroveya wê ku hemû herêmên parastina rewa di nava xwe de digire, di bingeha xwe de tolhildana ji bo binkeftina dewleta tirk di hilbijartinên şaredariyê yên li bakurê Kurdistanê û reva ji kirîza xwe ya tengav e û ji bo serkeftina vîna gelan a di herêmê de ye.

Êrîşa dagirkeriya dewleta tirk li ser Metîna ya herêmên parastina rewa maskeya hevkarî û girêdana partiya demokratîk a Berezanî di vî şerî de raber dike ku îxaneta xwe ya bi hikumeta faşîst re venaşêre û girêdana serdanên herdu aliyan ji bo operasyonên leşkerî yên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê ya ku hemû pilanên dagirkeriya hikumeta tirk bi bin xistin, pêk tê vê yekê eşkere dike. Di vê daxuyaniyê de em bang li gelên herêmê dikin ku li beramberî êrîşên ku kawos, bê ewlehî û dirêjkirina temenê şeran armanc dikin bisekinin. Hikumeta tirk a faşîst hewil dide bi rêya van operasyonên xwe yên leşkerî li başûrê Kurdistanê, hikumeta Îraqê jî bixe nava sûcên xwe û kirîza xwe ya hundirîn derxîne dewletên cîran.

Em bang li gelê Îraqê bi giştî û gelê kurd bi taybet dikin ku li dijî îxaneta Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya ku di rijandina xwîna gelê xwe de ji dewleta tirk re bûye destek û amûr, bisekinin û em soz didin Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di binxistina pilanên dewleta faşîst de berdewam dikin, heya misogerkirina jiyaneke azad û bi rûmet ji hemû gelên herêmê re pêk tînin, em ê li pişt wan.

 

Back to top button