Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Reqayê ji bo danasîna partiyê û girîngiya rola jinê di civakê de û di hilbijartinan de civîneke girseyî li dar xistin.
Di destpêkê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.
Paşê endama Meclisa Jin Fatima Ebdulcebar rola jinan di civakê de û girîngiya rêxistinbûna jinê di civakê de û girîngiya rola jinan di hilbijartinên şaredariyan de û her wiha şerê taybet ê li ser jinên ciwan axifî.
Di heman demê de jî Berdevka Meclisa Jin a Reqayê Necah El-Hemûd partî û Meclîsa Jin Di partî de da nasîn û Berdevka Komîteya Rêxistinî ya El-Teyar Meryem Cuneyd jî li ser şert û mercên xizmetguzariyê û çawaniya rûbirûbûna rewşa heyî hinekî şîrovekirin.
Di dawiyê de tekezî li ser parastina ewlekariya jinan, misogerkirina mafê jin di civakê de.